Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 28

Razîbûna Xwe Bide Kifşê bona wê yekê, Çi ku Yehowa û Îsa bona Te Kirine

Razîbûna Xwe Bide Kifşê bona wê yekê, Çi ku Yehowa û Îsa bona Te Kirine

Tuyê ça xwe texmîn kî, hergê hevalê te pêşkêşeke baş û qîmet bide te? Bêşik, tuyê gelek şa bî û bixwazî razîbûna xwe wîra bidî kifşê. Yehowa û Îsa pêşkêşeke lape qîmet dane me. Gelo ew çi pêşkêş e û em ça dikarin bona wê pêşkêşê razîbûna xwe bidine kifşê?

1. Em ça dikarin razîbûna xwe Xwedê û Îsara bidine kifşê bona wê yekê, ku wana seva me çi kirine?

Kitêba Pîroz dibêje “her kesê ku [Îsa] bawer bike”, dikare heta-hetayê bijî (Yûhenna 3:16). Çi tê hesabê bawer bike? Em gerekê ne ku tenê baweriya xwe Îsa bînin, lê hê zêde tişt bikin. Baweriya me gerekê usa jî bi safîkirinên me û bi şixulên me bê kifşê (Aqûb 2:17). Çaxê em bi kirên xwe û xeberdana xwe baweriya xwe didine kifşê, usa em dostiya xwe tevî Îsa û Bavê wî Yehowa, qewî dikin (Bixûne Yûhenna 14:21.)

2. Kîjan qewimandina mexsûs mecalê dide me, wekî razîbûna xwe Yehowa û Îsara bidine kifşê?

Îsa êvara pêşiya mirina xwe gote şagirtên xwe, wekî ewana dîsa çi cûreyî dikarin razîbûna xwe bona kirînê bidine kifşê. Ewî gote wan ku tevayî top bin bona qewimandineke mexsûs, kîjan ku Kitêba Pîrozda tê navkirinê “Şîva Xudan” û usa jî eyan e ça Bîranîna mirina Îsa (1 Korintî 11:20). Îsa dixwest wekî şagirtên wî û hemû Mesîhiyên rast bîr nekin, ku ewî bona hemûya emirê xwe da. Lema jî ewî temî da: “Vê yekê bona bîranîna min bikin” (Lûqa 22:19). Çaxê tu diçî ser Êvara Bîranînê, pê wê yekê tu razîbûna xwe didî kifşê bona vê hizkirina mezin, kîjan ku Îsa û Yehowa, hindava meda dane kifşê.

KÛR LÊKOLÎN KE

Hê zêde pêbihese tu ça dikarî razîbûna xwe bona hizkirina Yehowa û Îsa bidî kifşê. Usa jî pêbihese ku çira Bîranîna mirina Îsa gelek ferz e.

3. Em ça dikarin razîbûna xwe bidine kifşê?

Bide ber çevê xwe, wekî tu avêda dixeniqî û kesek te xilaz dike. Gelo tuyê qenciya wî merivî bîr bikî? Yan tuyê mecala bigerî wekî razîbûna xwe wî merivîra bidî kifşê?

Bi wî cûreyî em ji Yehowa razî ne, wekî ewî emirê me xilaz kiriye. Bixûne 1 Yûhenna 4:8-10, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Çira qurbanbûna Îsa pêşkêşeke gelek qîmet e?

  • Tu ça xwe texmîn dikî çaxê difikirî wekî Yehowa û Îsa bona te çi kirine?

Em ça dikarin razîbûna xwe bona vê yekê bidine kifşê, wekî Yehowa û Îsa seva me çi kirin? Bixûne 2 Korintî 5:15 û 1 Yûhenna 4:11; 5:3. Paşî xwendina van rêza, evê pirsê şêwir ke:

  • Li gora van rêza, em ça dikarin razîbûna xwe bidine kifşê?

4. Çev bide Îsa

Cûrek jî em ça dikarin razîbûna xwe bidine kifşê ew e, ku çev bidine Îsa. Bixûne 1 Petrûs 2:21, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Tu ça dikarî çev bidî Îsa?

5. Bîranîna mirina Îsa derbaz ke

Seva pêbihesî Şîva Xudan cara ewlin ça derbaz bû, bixûne Lûqa 22:14, 19, 20, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Şîva Xudan ça derbaz bû?

  • Nan û şerav çi têne hesabê? (Binihêre rêzên 19 û 20.)

Îsa dixwest wekî şagirtên wî her sal Bîranîna mirina wî derbaz kin wî wedeyî, kîjan ewî kifş kir. Lema jî Şedên Yehowa her sal tevayî top dibin, wekî Êvara Bîranînê derbaz kin, çawa Îsa temî dabû. Seva hê zêde derheqa vê civîna ferz pêbihesî, vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Êvara Bîranînê ça derbaz dibe?

Nan û şerav sîmbol in. Nan tê hesabê bedena Îsaye bêqisûr, kîjan ku ewî bona me kire qurban, lê şerav tê hesabê xûna wî

HINE MERIV DIBÊJIN: “Seva xilaz bî, ferz ew e wekî baweriya xwe Îsa bînî.”

  • Tu ça dikarî bi saya Yûhenna 3:16 û Aqûb 2:17 merivara şirovekî, wekî hê zêde tişt lazim e, ne ku tenê baweriya xwe Îsa bînî?

TEMAMKIRIN

Em razîbûna xwe Îsara didine kifşê bi vê yekê, ku baweriya xwe qurbanbûna wî tînin û Êvara Bîranîna mirina wî derbaz dikin.

Wekilandin

  • Çi tê hesabê baweriya xwe Îsa bînin?

  • Tu ça dixwazî razîbûna xwe Yehowa û Îsara bidî kifşê bona vê yekê, ku wana seva te çi kiriye?

  • Çira gelek ferz e wekî Bîranîna mirina Îsa Mesîh derbaz kin?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Fikirandina ser mirina Îsa me berbi çi hêlan dike?

“Îsa bi Bedena Xwe Yehowa Rûmet kir” (9:28)

Hê zêde pêbihese ku bawerî çi tê hesabê û ça em dikarin baweriya xwe bidine kifşê?

“Sozên Yehowa Bawer Bikin” (“Birca Qerewiliyê”, Cotmeh, 2016)

Pêbihese ku ça emirê kulfetekê hate guhastinê, çaxê ewê fem kir, wekî qurbanbûna Îsa bona wê çi tê hesabê.

“Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Tebaxê, 2011)

Pêbihese ku çira ne hemû merivên ku Bîranînê derbaz dikin, sîmbola dixwin.

“Çira Şedên Yehowa Êvara Bîranînê usa Derbaz Nakin, Çawa Rêlîgiyên Din?” (Gotara ji malperê)