Derbazî serecemê

Çi Tê Hesabê Kûrsa Hînbûna Kitêba Pîroz Tevî Şedên Yehowa?

Çi Tê Hesabê Kûrsa Hînbûna Kitêba Pîroz Tevî Şedên Yehowa?

 Ça derbaz dibe hînbûna Kitêba Pîroz?

 Kesê ku wê tevî we hînbûna Kitêba Pîroz derbaz ke, wê alî we bike Kitêba Pîroz gav pey gav diha kûr fem bikin. Bi saya kûrsa pê kitêba Şa be Jîyînêra Heta Hetayê! hûnê elametiya Kitêba Pîroz diha zû fem bikin û pêbihesin ew ça dikare alî we bike. Bona hê zêde înformasiyê evê vîdêoyê binihêrin.

 Ev kûrsa hînbûna Kitêba Pîroz peretî ye?

 Na. Şedên Yehowa li gora vê temiya Îsa dijîn ku ewî şagirtên xwera da: “We bêheq standiye, bêheq jî bidin” (Metta 10:8). Şedên Yehowa pere ne bona Kitêba Pîroz hildidin, ne jî bona kitêba Şa be Jîyînêra Heta Hetayê!

 Hînbûn çiqas wede dikişîne?

 Bi temamî kûrsa hînbûnêda 60 ders in. Her xwendekar heftiyêda dersek yan hê zêde derbaz dibe, lê dîsa jî ew yek teva girêdayî ye, ku hînbûna te wê çiqas bikişîne.

 Ça hînbûnê destpêkim?

  1.  1. Forma onlaynê tije ke. Emê înformasiya teye şexsî tenê bona vê yekê bidine xebatê, wekî yek ji Şedên Yehowa li gora xwestina te, tevî te têklî be.

  2.  2. Kesê ku hînbûna Kitêba Pîroz tevî te derbaz ke, wê tevî te têklî be. Ewê tera şiroveke, wekî ew kûrsa hînbûna Kitêba Pîroz çi cûre derbaz dibe, û usa jî wê caba pirsên te bide.

  3.  3. Tevayî safî kin kengê û çi cûreyî hûnê hînbûnê derbaz kin. Hûn dikarin hînbûnê rû bi rû, yan jî bi saya têlêfonê, vîdêo konfêrênsyayê, mêsêncêra, yan êmaîlê derbaz kin. Hînbûn weke sihetek dikişîne, lê dîsa jî dereca teva girêdayî ye hînbûn wê çiqas wext bikişîne.

 Îzina min heye pêşiyê hînbûnê bicêribînim?

 Erê. Bona wê yekê forma onlaynê tije ke. Çaxê ew kesê, ku tevî te wê hînbûnê destpêke, tevî te têklî be, tu dikarî wîra bêjî, ku tu dixwazî pêşiyê bicêribînî hela hînbûn wê te xweş bê yan na. Ewê hînbûnê, pê broşûra Şa be Jîyînêra Heta Hetayê! tevî te derbaz ke. Wê broşûrêda tenê sê ders hene, û bi saya wê yekê tuyê têderxî hela hînbûnê berdewam kî yan na.

 Heger ez hînbûna Kitêba Pîroz destpêkim, ezê mecbûr bim bibime Şedê Yehowa?

 Na. Şedê Yehowa hiz dikin tevî meriva hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kin, lê em tu car zorê tu kesî nakin, wekî bibine endemê rêlîgiya me. Dewsê em bi qedir nîşan dikin ku Kitêba Pîroz çi dibêje, û em usa jî fem dikin, wekî cem her kesa azaya bijartinê heye û ewana xwexa safî dikin çi bihebînin (1 Petrûs 3:15).

 Îzin e ez Kitêba Pîroz ya xweye şexsî bidime xebatê?

 Erê, hûn dikarin hemû cûre welgerandinên Kitêba Pîroz bidine xebatê. Rast e em Welgerandina Kitêba Pîroz ya Dinya Teze didine xebatê, kîjan ku ser gelek zimana heye, çimkî ew welgerandina rast û zelal e. Lê dîsa jî em fem dikin, wekî gelek meriv vê Kitêba Pîroz dijbêrin ya ku cem wan heye.

 Ez dikarim kesekî teglîfî ser hînbûnê kim?

 Belê. Tu dikarî neferên mala xwe yan jî hevalên xwe teglîfî ser hînbûnê kî.

 Heger berê ez tevî Şedên Yehowa Kitêba Pîroz hîn dibûm, ez dikarim dîsa hînbûnê destpêkim?

 Erê. Hûn dikarin hînbûnê pê kitêba teze destpêkin, ya ku li gora derecên îroyîn alîkariyê dide meriva. Himberî kitêbên din, ew kitêb gelek modêrn hatiye çêkirinê û ya cûrê elektronîkîda vîdêo jî hene.

 Ez dikarim xwexa Kitêba Pîroz hîn bim?

 Belê. Rast e gelek xwendekar diha rind hîn dibin, gava kesek wana hîn dike, lê dîsa jî hine meriv safî dikin, wekî sêrîda xwexa hînbûnê derbaz bin. Bal me gelek hacetên bona lêkolîna Kitêba Pîroz hene, yên ku wê alî te bikin xwexa Kitêba Pîroz hîn bî. Vira hatine dayînê çend hacet: