Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Yahowa Rêberiyê Şixulê Hînkirina Hemdinyayê Dike

Yahowa Rêberiyê Şixulê Hînkirina Hemdinyayê Dike

“Xudan Xwedayê te, yê ku tiştê qenc fêrî [hînî] te kiriye, di rêya ku tuyê bimeşe de te ajotiya ez im” (ÎŞAYA 48:17).

1. Çi bû menî ku şixulê dannasînkirinê çetin bû?

 ÇAXÊ cimeta Yahowa 130 salî zêdetir pêşda destpêkirin mizgîniya xêrê dannasîn kin, ewana rastî gelek çetinaya hatin. a (Binihêre spartin.) Mîna mesîhiyêd di qirna yekêda, ewana komeke biçûk bûn û dannasîn dikirin ew mizgînî, kîjan ku gelek meriva xweş ne dihat. Hine meriv dişirmîş dibûn ku ewana nexwendî ne. Paşê, çaxê Şeytan hate avîtinê li ser erdê, peyketina wan hebû (Eyantî 12:12). Û ji wî wedeyî, heta wan “rojêd axiriyêda” dêmek wedê “zemanêd xirab” ewana dannasîn dikin (2 Tîmotêyo 3:1).

2. Yahowa çi cûreyî alî me kir wekî em dannasîn kin?

2 Lê Yahowa alî cimeta xwe dike. Ew dixwaze wekî ewana mizgîniya xêrê dannasîn kin nav temamiya dinyayêda, û tu tişt nikare ewî şixulî bide sekinandinê. Ewî cimeta xwe ji rêlîgyayê qelp cuda kir, û bi vê yekê alî wan kir wekî wîra qulix kin. Ewî berê jî ev yek kir, çaxê cimeta îsraêlî ji Babîlonê aza kir (Eyantî 18:1-4). Çi ku Yahowa me hîn dike, xût bona kara me ye. Ew alî me dike wekî em tevî meriya di edilayêda bijîn, û me hîn dike wekî em meriva derheqa wî hîn kin. (Bixûne Îşaya 48:16-18.) Belê, Yahowa rêberiyê şixulê me dike, lê ev yek nayê hesabê ku ew timê derecêd dinyayê diguhêze, wekî alî me bike ku em dannasîn kin. Rast e, di dinyayêda hine derece usa qewimîn, ku şixulê meyî dannasînkirinê hêsa kirin. Lê dîsa peyketinê me hene, û em rastî problêmêd din tên, kîjan ku ji dinya Şeytan in. Em tenê bi alîkariya Yahowa dikarin dannasîn kin (Îşaya 41:13; 1 Yûhenna 5:19).

3. Ça pêxembertiya Daniyêl hate sêrî?

3 Daniyêl pêxembertî kir, ku wedê xilaziyê, gelek meriv wê bixwazin fem bikin rastiya Kitêba Pîroz. (Bixûne Daniyêl 12:4.) Hinek wede pêşiya destpêbûna xilaziyê, Yahowa alî cimeta xwe kir, ku fem bikin hînkirinêd ferz ji Kitêba Pîroz, û ku qebûl nekin hînkirinêd qelp ya Mesîhiyêd vê dinyayê. Îro nav temamiya dinyayêda, cimeta Yahowa rastiya ji Kitêba Pîroz meriva hîn dikin. Rind tê kifşê ku pêxembertiya Daniyêl hate sêrî. Weke heyşt mîlyon meriv pêhesiyan rastiyê, û merivêd din jî hîn dikin. Lê çi alî cimeta Yahowa kir, ku nava temamiya dinyayêda dannasîn kin?

WELGERANDINA KITÊBA PÎROZ

4. Nêzîkî sala 1900, ser çiqas zimana Kitêba Pîroz hate welgerandinê?

4 Îro cem gelek meriva Kitêba Pîroz heye, û ev yek alî me dike wekî em wana mizgîniya xêrê hîn kin. Le hertim usa nîbûye. Bi seda sala, serwêrêd mesîhiyêd wê dinyayê ne dixwestin wekî meriv Kitêba Pîroz bixûnin. Ewana hela hê pey wan diketin jî yêd ku dixwendin, û kê ku weldigerand dikuştin. Lê paşê, sala 1800-da, hine teşkîleta welgerandin û neşir kirin Kitêba Pîroz yan jî pareke wê ser weke 400 zimana. Nêzîkî sala 1900 cem gelek meriva Kitêba Pîroz hebû. Lê hingê jî wana fem nedikirin ku çi hîn dike Kitêba Pîroz.

5. Şedêd Yahowa çi şixul kirine ji bo welgerandina Kitêba Pîroz?

5 Cimeta Yahowa zanibû, wekî ewana gerekê meriyara gilî kin ku Kitêba Pîroz çi hîn dike, û wana usa jî kir. Pêşiyê, wana didane xebatê ew Kitêba Pîroze ku destdiket, û didane merivêd din jî. Lê paşê, ji sala 1950, wana Kitêba Pîroze welgerandina “Dinya Teze” yan jî pareke wê derxistin ser 120 zimana zêdetir. Di sala 2013-da, wana welgerandina “Dinya Teze” teze kirin. Ew kitêb gelek hêsa ye ku fem bikin, û usa jî wekî welgerînin. Û çaxê em didine xebatê evê Kitêba Pîroz, kîjan ku meriv dikarin hêsa fem bikin, mera hê hêsa dibe, wekî wana derheqa rastiyê hîn kin.

WEDÊ EDILAYÊ

6, 7. a) Nava sed salê wan paşwextiyada çi şer hebûn? b) Ça edilaya di hine welatada alî me kir ku dannasîn kin?

6 Nava sed salê wan paşwextiyada, gelek şer hebûn, û usa jî du şerê hemdinyayê. Bi mîlyona meriv mirin. Lê çi cûreyî edilayî hebû û edilayê ça alî cimeta Yahowa kir wekî dannasîn kin? Wedê şerê duda, Nêytan Nor cabdarî hilda ser xwe nava Şedêd Yahowada. Li ser civata mezin di sala 1942, ewî gotara qewî xwend bi navê usa “Edilayî-Dikare Dirêj be?” Nêytan Nor, pêxembertiya ji Eyantî serê 17 şirovekir û îzbat kir ku Harmegedon wê hê neyê. Paşî şer gerekê wedê edilayê bê (Eyantî 17:3, 11).

7 Femdarî ye, ku ew nedihate hesabê ku paşî wî şerî, hemû ciya edilayî bû. Paşî şerê dudaye hemdinyayê, bi mîlyona meriv mirin di şerêd mayînda. Lê di gelek welatada, wedê edilayê bû, çi ku dannasînkirina cimeta Yahowa hêsa kir. Axiriyê çi bû? Wedê şerê dudaye hemdinyayê, Şedêd Yahowa 110 000 kêmtir bûn. Lê îro ewana weke heyşt mîlyona ne! (Bixûne Îşaya 60:22.) Belê, wedê edilayê, em dikarin gelek û gelek merivara dannasîn kin.

PÊŞDAÇÛYÎN DI RÊWÎTIYÊDA

8, 9. Çawa rewîtî hêsa bû, û çira ev yek alî şixulê me dike?

8 Çaxê cimeta Yahowa destpêkirin dannasîn kin di Amêrîkayêda, wanra hêsa nîbû ku rêwîtiyê bikin. Paşî vê yekê ça wana destpêkir “Birca Qerewiliyê” neşir kin, 21 sal şûnda dêmek sala 1900 di Amêrîkayêda tenê 8 000 erebe hebûn û hinek rêyêd baş. Lê îro, nav temamiya dinyayêda weke mîlîard û nîv erebe hene û usa jî gelek ciyada rêyêd baş. Lema em dikarin bidine xebatê ereba û rê, wekî herin û dannasîn kin wan meriyara, kîjan ku ji şehera dûr dimînin û çetin e bigihîjine wan ciya. Hergê jî em di ciyêd usa dimînin, kîderê ku zef çetin e riya dirêj herin, em hemû tiştî dikin seva ku dannasîn kin hemû meriyara çiqas jî çetin be bigihîjine wan (Metta 28:19, 20).

Em hemû tiştî dikin seva ku dannasîn kin hemû meriyara di hemû ciyada

9 Em usa jî didine xebatê transportêd din. Em Kitêba Pîroz û edebyetêd din dişînin pê erebêd barkêş, gemiya, û trêna. Ew tê hesabê ku nava çend heftiyada, em dikarin edebyeta bişînin xûşk û birara, di ciyêd ku çetin e bigihîjinê. Berpirsiyarêd rêwî, endemêd Komîtêyêd Fîlîala, mîsyonêr û yêd din, bi teyera derbaz dibin wekî ser civatêd mezin têma bixûnin û alî civata bikin. Endemêd Koma Rêberiyê û birêd din jî ji beytela Amêrîkayê, bi teyarê derbaz dibin wekî hêlan kin û hîn kin xûşk û bira. Ew hemû tişt alî cimeta Yahowa dike wekî yektiyêda bin (Zebûr 133:1-3).

ZIMAN Û WELGERANDIN

10. Ça zimanê Înglîzî tê xebatê nava temamiya dinyayêda?

10 Di qirna yekêda, gelek meriva Împêrya Romêda ser zimanê Yûnanî xeberdidan. Îro, nav temamiya dinyayê gelek meriv ser zimanê Înglîzî xeberdidin. Û rastî jî, kitêba “Înglîzî ça Zimanê Hemdinyayê” dibêje, ku nav temamiya dinyayêda weke 25 selef meriva ser zimanê Înglîzî xeberdidin yan jî fem dikin. Gelek meriv zimanê Înglîzî hîn dibin, çimkî ew tê xebatê nava temamiya dinyayêda di bîznêsêda, polîtîkêda, zandariyêda û têxnolojiyêda.

11. Ça zimanê Înglîzî hukum bû ser şixulê cimeta Yahowa?

11 Xebitandina zimanê Înglîzî, alîkarî da ku rastî bela be. Berê, edebyetêd me pêşiyê tenê ser zimanê Înglîzî hebûn. Gelek meriva dikaribûn bixwendana, çimkî zimanê Înglîzî belabûyî bû nav temamiya dinyayêda. Înglîzî usa jî tê xebitandinê di Beytela Amerîkayêda. Û xûşk û bira yêd ku ji welatêd din hatine û fem dikin zimanê Înglîzî, ewana di Niyû Yorkêda, Patêrsonêda mektebada hînbûnê derbaz dibin.

Nav temamiya dinyayê Şedêd Yahowa dikarin fem bikin “zimanê paqij” ya rastiya Kitêba Pîroz, û ewana yektiyêda nin

12. Li ser çiqas zimana em edebyetêd xwe weldigerînin, û ça bernemêd kompoterê alî me kirin?

12 Lê em borcdar in wekî mizgîniya xêrê dannasîn kin meriyara nav temamiya dinyayêda. Lema jî em edebyetêd xwe weldigerînin ser 700 zimana zêdetir. Lê ev yek ça tê standin? Kompoter û bernemêd kompoterê, mesele ça MÊPS, alî me kirin wekî şixulê welgerandinê bikin. Axiriyê, nav temamiya dinyayê Şedêd Yahowa dikarin fem bikin zimanê paqij ya rastiya Kitêba Pîroz, û ewana yektiyêda nin. (Bixûne Sêfanya 3:9.)

QANÛN Û SAFÎKIRINÊD DÎWANÊ

13, 14. Ça qanûn û safîkirinêd dîwanê alî me kirin?

13 Qanûna Romê bi cûre-cûre alî Mesîhiyêd qirna yekê kir ku dannasîn kin. Roja îroyîn jî, qanûn di gelek welatada alî me dike ku şixulê dannasînkirinê bikin. Mesele, di Amêrîkayêda qanûn îzinê dide, wekî meriv kîjan rêlîgîyayê dixwaze wê jî bijbêre, û îzin e gilî kin derheqa vê yekê çi ku bawer dikin, û usa jî tevayî top bin. Ew yek tê hesabê, îzina me heye wekî wî welatîda civatêd me hebin û dannasîn kin. Usa jî îzina me heye wekî, ji Beytela Amêrîkayê rêberî kin şixulê dannasînkirina hemdinyayê. Rast e, hebû wede çaxê mera lazim bû ku herine dîwanê, wekî îzina xwe biparêzin seva mizgîniya xêrê dannasîn kin (Fîlîpî 1:7). Û çaxê dîwanê ne dixwest îzinê bidin wekî em dannasîn kin, wî çaxî me ew şixul dida dîwana mezin û gelek car em serdiketin.

14 Di welatêd din jî usa ne, em gelek car diçine dîwanê wekî xwey kin îzina xwe, seva ku Yahowara qulix kin û dannasîn kin. Çaxê em sernakevin, em diçin di dîwanêd întêrnasyonalî. Mesele, em gelek car diçine dîwana Ewropayê ya Îzina Meriva. Sala 2014 ji meha Hezîranê, em îda 57 cara di vê dîwanêda serketine, û çi ku di wan dîwanada hate safîkirinê gerekê gelek welatê Ewropayêda biqedînin. Rast e em “ber çevê hemû mileta reş” in, lê qanûn di gelek welatada mera îzinê dide wekî bi azabûnê Yahowara qulix kin (Metta 24:9).

HACETÊD KU ALÎ ME KIRIN

Em edebyetêd xwe li ser gelek zimana bela dikin

15. Ça mêtoda neşirkirinê pêşda çû, û ça ewê yekê alî me kir?

15 Mêtodêd teze bona neşirkirinê, alî me kirin wekî mizgîniya xêrê gelek û gelek meriyara dannasîn kin. Bi seda sala, meriva didane xebatê mêtoda neşirkirinê, kîjan ku Yohans Gyûtênbêrg nêzîkaya sala 1450 derxistibû. Lê nava 200 salêd wan paşwextiya, çêkirina mekînêd neşirkirinê diha pêşda çû. Bi saya mekînêd teze, neşirkirin gelek zû diçû û rind dihate kirinê. Usa jî, kaxas û kitêb arzan dihatine çêkirinê. Ew guhastin ça hukum bûn ser neşirkirina edebyetêd me? Di sala 1879, “Birca Qerewiliyê” pêşiyê hate neşirkirinê ser zimanê Înglîzî. Ew neşirkirin bê şikil bû û 6 000 kopî hatin neşirkirinê. Lê îro, “Birca Qerewiliyê” tê neşirkirinê ser 200 zimana zêdetir. Ew bedew e, û pê şikilê reng-rengî ye, û her derxistinek ji 50 000 000 hev zêdetir tê neşirkirinê.

16. Kîjan haceta alî me kirine ku mizgîniya xerê dannasîn kin? (Binihêre şikilê ewlin.)

16 Gelek hacet kîjan ku nava 200 salêd wan paşwextiyada hatine çêkirinê, alî cimeta Yahowa kirin ku mizgîniya xêrê dannasîn kin. Me îda xeber daye derheqa ereba, trêna, teyara. Lê dîsa hene bîsîklêt, mekînêd neşirkirinê, hacetêd bona neşirkirinêd Birayîl , têlêgraf, têl, kamêra, aûdîo nivîsandin, vîdêo nivîsandin, radîo, têlêvîsyon, fîlm, komputer û întêrnêt. Rast e Şedêd Yahowa ew hacet çênekirine, lê didine xebatê. Ewana Kitêba Pîroz û edebyetêd din neşir dikin ser gelek zimana seva ku nav temamiya dinyayêda dannasîn kin. Usa ewana “şîrê mileta vedixwin”, çawa ku Kitêba Pîrozda hatiye pêxembertîkirinê. (Bixûne Îşaya 60:16, DT.)

Yahowa me hiz dike û dixweze wekî em tevî wî şixulkariyê bikin

17. a) Çi tê kifşê derheqa şixulê meyî dannasînkirinê? b) Çira Yahowa dixweze wekî em tevî wî bixebitin?

17 Tê kifşê ku Yahowa rêberiya şixulê meyî dannasînkirinê dike. Yahowa ew şixul daye me, ne bona vê yekê ku ew nikare bêy me bike, lê çimkî ew me hiz dike û dixweze wekî em tevî wî şixulkariyê bikin. Pê dannasînkirina xwe, em wîra nîşan dikin, ku em wî hiz dikin û usa jî meriva (Marqos 12:28-31; 1 Korintî 3:9). Em gelek ji Yahowa razî ne, wekî ew alî me dike seva em nav temamiya dinyayêda mizgîniya xêrê dannasîn kin. Werên em hemû mecala bidine xebatê ku dannasîn kin derheqa Yahowa û Padşatiya wî!

a Ji nêzîkaya sala 1870, cimeta Yahowa eyan bûn ça Lêkolînkarêd Kitêba Pîroz. Di sala 1931, wana destpêkirin xwe nav kin ça Şedêd Yahowa (Îşaya 43:10).