Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsêd Xwendevana

Pirsêd Xwendevana

Çawa alî wan xûşk û bira bikin, yêd ku ji bîna parfumê xirab dibin?

Ewêd ku teyax nakin ji bîna parfumê rastî çetinaya tên. Ewana her roj rastî cûre-cûre merivêd ne nas tên, lema jî ewana dixwazî nexwezî dikevine derecêd usa, ku bîna parfumê wana eciz dike. Hinek xûşk û birêd ku problêma wane usa heye, ji xûşk birêd din hîvî kirin, ku çaxê têne ser civata û civatêd mezin, heger tê standin parfumê nedine xebatê.

Femdarî ye ku em ça Mesîhî naxwazin, wekî ser civata xûşk bira yan jî kesekî din, ji bo me eciz bin. Mera gişkara lazim e dilgerimkirin û qewîkirin, û nêta civata jî hema vê yekêda ne (Îbranî 10:24, 25). Lema jî, heger kesek ji bo bîna parfumê usa eciz dibe ku çetin e bê civatê, gerekê alîkariyê bixwaze ji rûspiya. Heger rûspî derheqa xebitandina parfumê qanûna çêkin, ew ne raste û ne li ser hîmê Kitêba Pîroz e. Lê rûspî dikarin xûşk û birara derheqa problêma ji bo bîna parfumê gilî kin, seva ku ewana hê rind wan xûşk û bira fem bikin, yêd ku ji bo bîna parfumê eciz dibin. Dêmek heger hewce ye, rûspiyêd civatê dikarin wedê civata qulixiyê derheqa vê yekê xeberdin li ser hîmê edebyeteke me, yan jî bi taktîkî bona vê yekê elam kin. a Lê rûspî gerekê elametiya usa gelek car nekin. Li ser civatêd me usa jî hene mêvan û ewêd ku hîn dibin, û em naxwazin wana bidine xeydandinê. Em usa jî naxwazin bidine xeydandinê wan meriya, yêd ku parfumê bi fesalî didine xebatê.

Heger di civatêda hene meriyêd usa, yêd ku ji bo parfumê eciz dibin, û di civatêda cî heye ku ewana başqe rûnên, wî çaxî rûspî gerekê bona wan xem bikin wekî cî bidine wan. Mesele, heger di Oda Civatêda heye otax kîderê ku bernama civatê dikarin bibihên, xûşk birêd usa dikarin li vê derê rûnên. Heger ev yek jî nayê standin, rûspî dikarin xem bikin, wekî aûdîo nivîsandin ya bernama civatê çêkin û bidine wan, yan jî bi têlêfonê bernama civatê wanara bidine bihîstin. Dêmek usa alî wan bikin, çawa ku alî wan dikin yêd ku nikarin mal derên.

Heger em dîna xwe bidin ser “Qulixkirina Meye Padşatiyê”, yêd ku wan paşwextiya dertên, emê bivînin ku gelek car em têne hêlankirinê wekî li ser civatêd mezine sêrojî, em xwe bigirin ji xebitandina parfumê. Bi vê yekê, em xem dikin bona wan, yêd ku ji bîna parfumê eciz dibe. Çimkî civatêd mezin heçî zef di oda dadayîda derbaz dibin û hewa jî rind nalîze, lema ji xûşk bira tê hîvîkirin ku ewana çiqas dikarin lap kêm bidine xebatê parfumê. Îlahî ev yek ferz e li ser civata mezin e sêrojî, çimkî ode mezin e û otaxêd başqe jî tunene, ku meriyêd bi problêma parfumê başqe bidine rûniştandinê. Lê ew qeyde di civatêda hindik tê xebitandinê, û gerekê nebe qanûn.

Em li axiriya vê dinyayê dijîn, û hê zêde ser xwe texmîn dikin çetinayêd ji bo neqedandîbûnê. Lema jî em gelek dişêkirînin wan xûşk bira, yêd ku hemû tiştî dikin seva ku emirê meyî usa jî çetin hinekî hêsa kin. Ewana dibek jî lap nedine xebatê parfumê, seva ku eciz nekin wana kê tê civatê. Belê, hizkirina helal wê me hêlan ke hema usa jî bikin.

Gelo hene kaniyê vê dinyayê ku îzbat dikin, wekî Pîlatoyê Pontiyo hebûye?

Selê kevir ku navê Pîlato bi herfê Latînî ser hatiye kolanê

Xwendevanêd Kitêba Pîroz, Pîlatoyê Pontiyo nas dikin çawa kesekî ku di şixulê dîwankirin û dardakirina Îsada, roleke mezin lîstiye (Metta 27:1, 2, 24-26). Lê usa jî navê wî di gelek nivîsarêd îroyîne derheqa terîxiya dinyayêda heye. Ferhengekêda hatiye nivîsarê, wekî nivîsarêd terîxiyê diha zef û hûr bi hûr gilî dikin derheqa Pîlato, ne ku derheqa serwêrêd mayîn yêd ku ser Cihûya bûn (The Anchor Bible Dictionary).

Navê Pîlato gelek car hatiye nivîsarê bi Ûsivê Flavîûs terîxzanê Cihû, kîjanî ku di dîroka xweda gilî kiriye derheqa sê çetinayêd hîmlî, yêd ku rastî Pîlato hatine wedê serwêrtiya wî. Lê derheqa çetinaya çara, kîjan ku rastî Pîlato hatiye wedê serwêrtiya wî, gilî dike terîxzan Fîlon. Hin jî, terîxzanê romê Tatsît, kîjanî ku dîroka împêratorêd Romê nivîsîye, îzbat dike ku wedê serwêrtiya Tîberîûsa, Pîlatoyê Pontiyo fermana kuşitina Îsa daye.

Di sala 1961, Qeyseryayêda (Îsraêl) di têatra Romêye kevinda, wedê kolanê, arxêologa selê kevir dîtin, kîjan ku yê avayê kevnî Tîbêrîûm bû. Li ser vî kevirî navê Pîlatoyê Pontiyo bi herfê latînî nivîsar bû. Ev nivîsar (jêrê) pareke ji wê têkstê bû, kîjan ku dibeke usa dihate xwendinê: “Prêfêktê Cihû Pîlatoyê Pontiyo, Tîbêrîûm tesmîlî xudanêd xweyîqedir kir”. Ça tê kifşê avayê Tîbêrîûm, hatibû avakirinê ça parsitgeh bona împêratorê Tîbêrîûsê.

Gelo çaxê xûşk tevî kesekî hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike û birê nenixumandî kêleka wê ye, ew gerekê serê xwe girêde yan na?

Di “Birca Qerewiliyêda” ya sala 2002, 15 Tîrmehê, di rûbrîka “Pirsêd Xwendevanada” hatibû gotinê, ku çaxê xûşk hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike û birê nixumandî yan jî nenixumandî kêleka wê ye, ew gerekê serê xwe girêde. Derheqa vê pirsê niha emê pêbihesin wekî hine tişt hatine guhastinê.

Hergê xûşk hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike û birê nixumandî kêleka wê ye, ew gerekê serê xwe girêde. Bi vê yekê xûşk dide kifşê qedir hindava prînsîpa serwêrtiyê, kîjan ku Yahowa kifş kiriye di civatêda, çimkî ça qeyde ye, di civatêda hînkirin borcdariya bira ye (1 Korintî 11:5, 6, 10). Lê hergê feresetê bira heye û dikare hînbûna Kitêba Pîroz derbaz ke, xûşk dikare hîvî wî bike ku ew derbaz ke.

Aliyê dinva jî, hergê xûşk hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike û kêleka wê birê nenixumandî ye, û mêrê wê nîne, bi Kitêba Pîroz ew borcdar nîne ku serê xwe girêde. Lê îsafa hine xûşka, wan hêlan dike wekî vê derecêda jî serê xwe girêdin.

a Derheqa vê yekê hê zêde elametî hûn dikarin bivînin ji jûrnala “Hişyar Bin” 8 Tebaxê, sala 2000, rûpêla 8-10.