Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

We Zanibû?

We Zanibû?

Gelo Romaya îzin dida wekî kesek, mesele Îsa Mesîh, yê ku wana stûnêva dardakiribû, bi cûrekî normal bê definkirinê?

GELEK meriv zanin ku Îsa Mesîh orta du qaçaxada ser stûnê hate dardakirinê (Metta 27:35-38). Lê hine kes difikirin, ku li gora Kitêba Pîroz, ew yek ku cinyazê Îsa bona definkirinê hate hazirkirinê û paşê tirbekêda hate danînê, ne rast e (Marqos 15:42-46).

Hine krîtîkên ku Mizgînî lêkolîn dikin, difikirin ku hingê îzin nedidan wekî kesên dardakirî, bi cûrekî normal bêne definkirinê. Jûrnalîst Arîêl Sabar, jûrnalekêda meniyên vê nihêrandinê zelal dike: “Mixkirin, cezakî bona kesên herî xirab bû, û hine êkspêrt bawer nakin ku Romaya wê îzin bida, wekî kesekî usa bi cûrekî normal bê definkirinê” (“Smithsonian”). Çimkî Romaya dixwest sûcdarên înkarkirî nimiz kira, cinyazên wan carna ser stûnê dihîştin, wekî heywan wana bixwin. Paşê jî, ew dihatine avîtinê vê çelê, kîderê ku cinyazên din dihatine avîtinê.

Lê arxêoloj dîtine ku halê hine Cihûyên mixkirî ne usa bû. Sala 1968-da, nêzîkî bajarê Orşelîmê tirba malbeteke Cihû hate dîtinê. Vê tirbêda, hestûyên mêrekî ku qirna yekêda hatibû kuştinê, hebûn. Ev hestû qutîkêda hatibûn definkirinê. Yek ji van hestûya, hestûyê peniyê bû. Ev hestû bi mixekî 11,5 santîmêtrî ser textekî mixkirî bû. Sabar dibêje: “Bi saya hestûyê peniya mêrekî bi navê Yehohanan, îda hate îzbatkirinê ku nivîsarên Mizgînî, yên ku dibêjin wekî Îsa tirbekêda hate definkirinê, rast in. . . . Peniya Yehohanan nîşanî me dike, ku rojên Îsada Romaya îzin dida wekî mêrê mixkirî li gora edetên Cihûya bihata definkirinê”.

Li ser hîmê vê hestûyê peniyê, derheqa cûrê dardakirina Îsa ser stûnê, cûre-cûre nihêrandin hene. Dîsa jî eşkere tê femkirinê, wekî hine cinyazên qaçaxên dardakirî nedavîtine çelekê, lê defin dikirin. Lema jî em dikarin îtbariya xwe Kitêba Pîroz bînin, ya ku dibêje wekî cinyazê Îsa tirbekêda hate definkirinê. Çawa me dît, îzbatên arxêolojî piştgiriya gotinên Kitêba Pîroz dikin.

Yehowa pêşda gotibû wekî Îsa Mesîh wê tirba mêrekî dewlemendda bê definkirinê, û tu kes nikare riya Xwedê bigire wekî giliyên xwe bîne sêrî (Îşaya 53:9; 55:11).