Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Ûsivê Arîmetyayî Mêrxas Dibe

Ûsivê Arîmetyayî Mêrxas Dibe

ÛSIVÊ ARÎMETYAYÎ dibeke xwexa ji xwe ecêbmayî ma, ku ew ça bi mêrxasî nêzîkî serwêrê Romê bû. Pîlato Pontiyo eyan bû ça merivekî ku ser ya xwe sekinî. Lê seva ku Îsa bi qedir û layîqî bihata definkirinê, kesekî gerekê cinyazê wî ji Pîlato bixwesta. Û dibeke Ûsiv ne jî difikirî ku Pîlato wê hêsa qayîl be xwestina wî bîne sêrî. Lê gava Pîlato ji esker pêhesiya ku Îsa mir, ewî îzin da Ûsiv ku cinyaz hilde. Paşî vê yekê Ûsiv dilşikestî leze-lez vegeriya ber ciyê ku Îsa mir (Marq. 15:42-45).

  • Lê gelo kê bû Ûsivê Arîmetyayî?

  • Kê bû ew bona Îsa?

  • Û serhatiya wî çi kar e bona we?

ENDEMÊ CIVÎNA GIREGIRA

Kitêba Marqosda ser Ûsiv tê gotinê ku ew “yekî xweyîqedir û endemê civîna giregira bû”. Hingê civîna giregira dîwana Cihûyaye herî bilind bû û hukumê vê civînê ser serwêrtiyê, cimetê û rêlîgiya hebû (Marq. 15:1, 43). Ûsiv endemê vê civînê bû, û lema ewî dikaribû here cem serwêrê Romê. Û usa jî ecêbmayî nîne ku Ûsiv merivekî dewletî bû (Met. 27:57).

Gelo mêrxasiya te heye ku Îsa eyan qebûl kî ça Padşayê xwe?

Civîna giregira ça kom miqabilî Îsa bû. Û endemên vê civînê tevayî şêwir kirin, wekî Îsa bidine kuştinê. Lê Kitêba Pîroz Ûsiv nav dike ça “merivekî qencî şîrhelal” (Lûqa 23:50). Belê, ew mîna geleka ji vê civînê nîbû. Ew merivekî diltemiz, nav-namûs bû û çiqas dikaribû temiyên Xwedê dianî sêrî. Ew usa jî “hîviya Padşatiya Xwedê bû”, û ev yek dide kifşê ku çira ew bû şagirtê Îsa (Marq. 15:43; Met. 27:57). Jêra rastî û heqî gelek ferz bû, û dibeke lema ewî hînkirinên Îsa qebûl kir.

ŞAGIRTÊ ÎSA KU XWE EYAN NEDIKIR

Yûhenna 19:38-da tê gotinê ku Ûsiv “şagirtê Îsa bû, lê ji tirsa cihûya xwe eyan nedikir”. Lê gelo Ûsiv ji çi ditirsiya? Ewî zanibû ku Cihû Îsara dijminatiyê dikişînin, û ku ewana wê her kesî yê ku baweriya xwe Îsa bîne ji kinîştê derxin (Yûhn. 7:45-49; 9:22). Û ewê ku ji kinîştê bihata derxistinê, ber çevê Cihûya wê reş bûya, û wê berî wî dana ji xwe dûrxistana. Lema Ûsiv ditirsiya eyan bêje ku ew baweriya xwe Îsa tîne. Hergê ewî usa bikira, navê wî biketa û wê ciyê xwe jî unda kira.

Lê Ûsiv tenê nîbû ku usa ditirsiya. Yûhenna 12:42-da tê gotinê: “Serwêra geleka baweriya xwe li wî [Îsa] anîn. Lê ji tirsa fêrisiya, li xwe mukur nedihatin, ku ji kinîştê neyêne derxistinê”. Dîsa endemekî civîna giregira jî, ji bo tirsê nikaribû bigota wekî ew Îsa nas dike. Navê wî merivî Nîkodêmo bû (Yûhn. 3:1-10; 7:50-52).

Ûsiv şagirtê Îsa bû, lê yeke nikaribû derheqa vê yekê eyan bêje. Ev yek nerast bû, li gora wan giliyên Îsa: “Kî ku min ber meriva îqrar ke, ezê jî wî ber Bavê xweyî ezmana îqrar kim. Lê kî ku min ber meriva înkar ke, ezê jî wî ber Bavê xweyî ezmana înkar kim” (Met. 10:32, 33). Belê, Ûsiv eyan nedigot ku Îsa nas nake, lê ewî usa jî newêribû bigota ku ew Îsa qebûl dike.

Kitêba Pîroz dibêje ku çaxê civîna giregira şêwira xwe miqabilî Îsa dikirin, Ûsiv piştgiriya şêwira wan nekiribû (Lûqa 23:51). Usa jî, çawa hinek dibêjin, diqewime çaxê dîwana Îsa dikirin, Ûsiv wêderê nîbû. Çi jî hebe, ew neheqiya bêxwedêtî ber çevê Ûsiv reş bû, lê sed heyf ewî nikaribû ev neheqî bide sekinandinê!

TIRSÊ DITEMIRÎNE

Çaxê Îsa mir, ça tê kifşê Ûsiv tirsa xwe temirand û safî kir ku piştgiriya şagirtên Îsa bike. Ew yek tê kifşê ji Marqos 15:43, kîderêda tê gotinê: “Wî turuş kir, çû cem Pîlato, cinyazê Îsa jê xwest”.

Tê kifşê ku çaxê Îsa mir Ûsiv wêderê bû, çimkî ewî pêşiya Pîlato zanibû ku Îsa miriye. Kitêba Pîroz dibêje ku çaxê Ûsiv ji wî cinyaz xwest, ew “ecêbmayî ma” gava “bihîst ku Îsa îdî miriye” (Marq. 15:44). Hergê Ûsiv xwexa pê çevê xwe mirina Îsa ser stûna cefê dît, hilbet ewê yekê wê ser îsafa wî hukum kira û axiriyêda fem kira wekî gerekê eyan ke ku ew aliyê rastiyê digire. Dibeke usa jî bû, çimkî îda tirsa wî tune bû û ewî nedixwest veşarta ku şagirtê Îsa ye.

ÛSIV ÎSA DEFIN DIKE

Qanûna Cihûya dewa dikir wekî merivên kîjan ku bi mirinê hatine cezakirinê, pêşiya ku roj biçûya ava gerekê bihatana definkirinê (Qan. Dcr. 21:22, 23). Vê yekêda xema Romaya nîbû, çimkî wana cinyazên qaçaxa yan ser stûnê dihîştin, yan jî diavîtine çelê. Lê Ûsiv nehîşt ku cinyazê Îsa jî usa bikin. Nêzîkî ciyê ku Îsa mir, tirbeke teze hebû qeyêda kolayî, xweyê kîjanê Ûsiv bû. Ew yek ku vê tirbêda tu car kesek nehatibû danînê, dide kifşê wekî Ûsiv teze ji Arîmetyayê * derbazî Orşelîmê bibû û ewî xwestibû ew tirb ciyê definkirina wî û malbeta wî be (Lûqa 23:53; Yûhn. 19:41). Ew yek ku Ûsiv tirba xweda Îsa defin kir, eyan dike ku ew çiqas merd û heyf bû. Bi vê yekê usa jî pêxembertiya derheqa Mesîh hate sêrî, ku ew wê tevî yê “dewlemend” bê definkirinê (Îşa. 53:5, 8, 9).

Bal te heye tiştekî usa ku ji heleqetiya te tevî Yehowa ferztir e?

Her çar kitêbên pêşine Mizgîniyê dibêjin, ku çaxê cinyazê Îsa ji stûnê daxistin, Ûsiv cinyaz hilda, qedekê kitanîyî paqijda kefen kir û danî nav tirba xweye nû (Met. 27:59-61; Marq. 15:46, 47; Lûqa 23:53, 55; Yûhn. 19:38-40). Tenê derheqa merivekî tê gotinê ku alîkarî daye Ûsiv, ew Nîkodêmo bû, yê ku anegorî edetê definkirinê biharet anî. Ew herdu mêr navdar bûn, lema jî dibeke wana cinyaz wê xwexa nebirana. Diqewime wana berdestiyên xwera gotin ku cinyaz hildin û defin kin. Hergê jî ew yek usa bû, yeke ew şixuleke biçûk nîbû. Her kesê ku destê xwe bida cinyaz, wê heft roja ne paqij bihata hesabê, û wana destê xwe bidana çi jî, wê ne paqij bûya (Jimar 19:11; Hag. 2:13). Xêncî vê yekê, vê heftiyê Cejina Derbazbûnê bû, û wana wê nikaribûna cejin derbaz kirana û gerekê ne jî nêzîkî meriva bûna (Jimar 9:6). Hin jî Ûsiv zanibû ku seva definkirina Îsa, ew wê aliyê endemên giregirada bibe pêkenî. Belê, Ûsiv ew yek zanibû, lê yeke hazir bû her tiştî teyax ke seva definkirina Îsa layîqî be, û wekî xwe eyan ke ku ew şagirtê Îsa ye.

KUTASIYA SERHATIYA ÛSIV

Xêncî definkirina Îsa ku her çar kitêbên pêşine Mizgîniyêda tê gilîkirinê, derheqa Ûsivê Arîmetyayî Kitêba Pîrozda tiştek nayê gotinê. Gelo halê wî ça bû? Em tiştekî nizanin derheqa vê yekê. Lê çi ku me şêwir kir, ji vê yekê tê kifşê, ku ewî dibeke xwe eyan kir ça Mesîhî. Çaxê ew kete cêribandinê û çetinayê, baweriya wî û mêrxasiya wî hê zêde bû, ne ku kêm bû. Ew nîşaneke baş bû.

Serhatiya wî pirseke usa pêşda tîne, ku wê baş be her kes ji me ser vê pirsê bifikire: Gelo heye tiştekî usa, besa xeberê, navekî baş, hebûk, hizkirin hindava nefera yan jî azaya me, ku ji heleqetiya me tevî Yehowa hê ferztir e?

^ abz. 18 Diqewime ku Arîmetya ev şeherê Rama ye, ku roja îroyîn tê navkirinê Rêntîs (Rantîs). Wî şeherîda Samûyêl pêxember hate bûyînê, kîjan ku ji Orşelîma aliyê bakûr-rohilatê 35 kîlomêtr dûr bû (1 Sam. 1:19, 20).