Li gora Yûhenna 12:1-50

  • Meryem rûn dirêje ser nigên Îsa (1-11)

  • Îsa ser ceşikê dikeve Orşelîmê (12-19)

  • Îsa derheqa mirina xwe pêxembertiyê dike (20-37)

  • Çawa ku hatibû pêxembertîkirinê, Cihû bawer nakin (38-43)

  • Îsa hat wekî dinyayê xilaz ke (44-50)

12  Şeş roj pêşiya Cejina Derbazbûnê, Îsa hate Beytanyayê, kîderê ku Lazar dijît, yê ku Îsa ew ji mirinê rakiribû.  Wêderê wana bona Îsa şîv hazir kir. Mertayê wanra berdestî dikir, lê Lazar nav wanda bû, yên ku tevî wî ber sifrê rûniştî bûn.  Hingê Meryemê weke nîv lîtir rûnê bînxweş* û biha, rête ser nigên Îsa û pê porê xwe nigên wî ziha kir. Temamiya malê pê bîna rûnê bînxweş tije bû.  Lê yek ji şagirtên Îsa, Cihûdayê Îsxeryotî, yê ku wê paşê nemamiya wî bikira, got:  “Çima ev rûnê bînxweş bi 300 dînarî nehate firotanê, û ev pere kesîbara nehate belakirinê?”  Ewî ev yek got ne ku bona kesîba xem dikir, lê çimkî ew diz bû. Qutiya pera cem wî bû, û çi pere diketê, ewî jê didizî.  Hingê Îsa got: “Lê vegerin, bira ew vî edetî bîne sêrî, ku min bona roja definkirinê* hazir ke.  Yên kesîb her gav tevî we ne, lê ezê her gav tevî we nîbim”.  Gelek Cihû gava pêhesiyan ku Îsa wêderê ye, hatin, wekî ne ku tenê Îsa bivînin, lê usa jî Lazarê ku ewî ji mirinê rakiribû. 10  Hingê serokên kahîna şêwirîn, wekî Lazar jî bikujin, 11  çimkî gelek Cihû ji bo wî diçûn wêderê û baweriya xwe Îsa dianîn. 12  Roja din, elaleteke mezin ku hatibû cejinê, bihîst ku Îsa tê Orşelîmê. 13  Wana çiqilên darên xurmê hildan, çûne pêşiya wî û bi dengekî bilind digotin: “Xwedê, em lava dikin, wî xilaz ke! Keremkirî ye ewê ku bi navê Yehowa tê, Padşê Îsraêlê!” 14  Îsa ceşikek dît û lê siyar bû, çawa ku nivîsar e: 15  “Netirse, keça Siyonê. Binihêre, Padşê te ser ceşika kerê siyarbûyî tê”. 16  Destpêkêda, şagirtên wî ev tişt fem nekirin, lê gava Îsa hate rûmetkirinê, kete bîra wan ku ev hemû tişt derheqa wî hatibûn nivîsarê û ku ev yek wana bona wî kir. 17  Ew elalet ya ku tevî Îsa bû, gava ewî gazî Lazar kiribû, ku ji tirbê derê û ew ji mirinê rakir, berdewam dikir şedetiya vê yekê bide. 18  Gelek meriva derheqa vê keremetê bihîstin, lema çûne pêşiya wî. 19  Fêrisiya nav xweda gotin: “Hûn divînin tiştek ji destê me nayê. Dinya alem pey wî diçe”. 20  Nav kesên ku bona hebandinê hatine cejinê, hine Yûnan jî hebûn. 21  Ewana hatin bal Fîlîpo, yê ku ji Beytsaydaya Celîlê bû, û ji wî hîvî kirin: “Em dixwazin Îsa bivînin”. 22  Fîlîpo çû Endrawisra got. Paşê Endrawis û Fîlîpo jî çûn Îsara gotin. 23  Lê Îsa wanra got: “Wext hatiye ku Kurê însên bê rûmetkirinê. 24  Ez rast wera dibêjim, hergê liba genim nekeve nav xweliyê û nemire, ew tenê libek dimîne. Lê hergê ew bimire, hingê ewê gelek ber bide. 25  Yê ku emirê xwe hez dike, ewê wî unda ke. Lê yê ku vê dinyayêda emirê xwe nefret dike, ewê wî bona jîyîna heta-hetayê xwey ke. 26  Hergê kesek bixwaze minra xizmetkariyê bike, bira pey min bê, û ez kîderê bim, wê xizmetkarê min jî wêderê be. Hergê kesek bixwaze minra xizmetkariyê bike, wê Bav wî hurmet ke. 27  Niha bîna min gelek teng bûye. Ez çi bêjim? Bavo, min ji vê sihetê xilaz ke. Lê ne ez hema bona vê sihetê hatime? 28  Bavo, navê xwe rûmet ke”. Hingê dengek ji ezmên hat: “Min rûmet kiriye, û ezê dîsa rûmet kim”. 29  Elaleta ku wêderê sekinî bû, ev yek bihîst û got ku ew gurîniya ezmên bû. Hineka jî digot: “Melekekî wîra xeber da”. 30  Îsa got: “Ev deng bona min nehat, lê bona we. 31  Niha ev dinya tê dîwankirinê, û serwêrê vê dinyayê wê bê avîtinê derva. 32  Lê gava ez ji erdê bême bilindkirinê,* ezê hemû cûre meriva berbi xwe bikişînim”. 33  Ewî bi van gotina da femkirinê, ku zûtirekê ewê çi cûreyî bimire. 34  Hingê elaletê jêra got: “Qanûnêda tê gotinê ku Mesîh wê heta-hetayê bijî. Îja tu çawa dibêjî wekî Kurê însên gerekê bê bilindkirinê?* Ev Kurê însên kî ye?” 35  Îsa wanra got: “Ronayî wê hine wext nav weda be. Heta ronayî hê bal we ye, ronayêda bimeşin, wekî terî we zeft neke. Ewê ku teriyêda dimeşe, nizane ew kuda diçe. 36  Heta ronayî bal we ye, ronayê bawer bikin, wekî hûn bibine kurên ronayê”. Gava Îsa ev tişt gotin, çû û xwe ji wan veşart. 37  Paşî haqas keremeta ku ewî ber çevê wan kirin, wana dîsa jî baweriya xwe wî nedianî. 38  Usa gotinên Îşaya pêxember hatine sêrî: “Yehowa, kê xebera me bawer kiriye? Û Yehowa qewata* xwe kêra nîşan kiriye?” 39  Meniya ku wana nikaribû baweriya xwe wî bînin, Îşaya ew jî gotiye: 40  “Ewî çevên wan kor kirine, û dilên wan hişk kirine, wekî ewana bi çevên xwe nevînin û bi dilên xwe fem nekin û venegerin bal min, ku ez wana qenc kim”. 41  Îşaya ev tişt gotin, çimkî ewî rûmeta Mesîh dît û derheqa wî xeber da. 42  Yeke gelek serwêra jî baweriya xwe wî anîn, lê ji tirsa Fêrisiya eşkere nîşan nedikirin, wekî ji kinîştê* neyêne derxistinê. 43  Çimkî pesinê ji meriva hê wana xweş dihat, ne ku pesinê ji Xwedê. 44  Lê Îsa bi dengekî bilind got: “Ewê ku min bawer dike, ew ne tenê min bawer dike, lê usa jî wî, yê ku ez şandime. 45  Û kî ku min divîne, ew usa jî wî divîne, yê ku ez şandime. 46  Ez çawa ronayî hatime dinyayê, wekî her kesê ku baweriya xwe min bîne, teriyêda nemîne. 47  Lê hergê kesek gotinên min dibihê û nayne sêrî, ez dîwana wî nakim. Çimkî ez nehatime ku dîwana dinyayê bikim, lê ez hatime ku dinyayê xilaz kim. 48  Yê ku min înkar dike û gotinên min qebûl nake, yek heye ku wê dîwana wî bike. Ew gotina ku min gotiye, wê roja xilaziyêda* dîwana wî bike. 49  Çimkî min ji ber xwe xeber nedaye, lê Bavê ku ez şandime temî daye min, ku ez çi bêjim û çi xeber dim. 50  Û ez zanim ku temiya wî dibe berbi jîyîna heta-hetayê. Lema her tiştê ku ez dibêjim, hema usa dibêjim, çawa Bav minra gotiye”.

Спартьн

Ev rûnê nardêyî temiz bû.
Yan “çelkirinê”.
Vira derheqa dardakirina ser stûnê tê gotinê.
Vira derheqa dardakirina ser stûnê tê gotinê.
Raste-rast “destê”.
Yan “sînagog”, dêmek ciyê hebandina Cihûya.
Yan “roja paşinda”.