Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Xizmetiya Te Bira Mîna Aviyê be

Xizmetiya Te Bira Mîna Aviyê be

XIZMETIYA me gelek ferz û qîmet e. Lê ne her kes kêra em mizgînê bela dikin, ewê yekê dişêkirînin. Hergê mizgîna Kitêba Pîroz meriva xweş tê, gelek ji wana hewcetiyê navînin ku Kitêba Pîroz hîn bin.

Gêvîn hema usa bû. Ewî destpêkir bê ser civatê, lê yeke înkar kir ku Kitêba Pîroz hîn be. Ew dibêje: “Zanebûna min derheqa Kitêba Pîroz gelek hindik bû. Û lema min nedixwast eyan kim nerazîbûna xwe wekî Kitêba Pîroz hîn bim. Ez fesal bûm ku neyême xapandinê, û min ne dixwast cabdariyê hildime ser xwe”. Hûn ça difikirin? Gêvîn merivekî undabûyî bû? Na! Şêwir kin çawa ser meriv dikarin baş hukum bin hînkirinên Kitêba Pîroz. Yahowa gote cimeta xweye berê: “Mîna qiraviyê [aviyê, DT] gotina min wê dayne, çawa barana hûr li ser şînayîyê” (Qan. Dcr. 31:19,30; 32:2, PKM). Tiştên aviyêye baş rind didine kifşê, ku em ça dikarin xizmetiyêda hê kêrhatî alî hemû cûre meriva bikin (1 Tîmt. 2:3, 4).

XIZMETÎ ÇA MÎNA AVIYÊ YE?

Avî nerm e. Avî hêdî-hêdî çêdibe ji hilma avê nava hewêda. Xeberên Yahowa ser cimeta xwe, “dilop dikirin mîna aviyê”, çimkî ewî bi nermî, bi qedir xeberdida tevî wan. Û usa jî ewî derheqa wan xem dikir û hestên wan hildida hesab. Em jî çev didine Yahowa, çaxê qedirê fikir û nihêrandina meriva digirin. Em meriva hêlan dikin ku ewana xwexa ser giliyên me bifikirin. Usa em rê didine wan ku xwexa bêne ser nêtekê. Çaxê em usa dikin, giliyên me hêsa digihîjine dilê wan û xizmetiya me wê hê kêrhatî be.

Avî geş dike. Çaxê em difikirin derheqa meriva, ça alî wan bikin ku hewasa wan hê pêşda bînin, xizmetkirina me wana geş dike. Gêvîn, derheqa kîjanî jorê hate gotinê, gilî dike ku tu kesî zorê wî nedikir wekî ew hînbûna Kitêba Pîroz destpêke. Dewsê Krîs birayê ku pêşiyê rastî wî hat, hewasa Gêvîn hindava Kitêba Pîroz hêdî-hêdî pêşda dianî. Krîs Gêvînra şirovekir ku Kitêba Pîrozda heye têma sereke, û femkirina vê têmayê wê alî wî bike ku hê baş fem bike ku civatêda çi tê gotinê. Paşê, Krîs xwexa mesela xwe anî, ku ew çawa xwexa îzbat bû, wekî Kitêba Pîroz rast e. Ewî wîra gilî kir wekî pêxembertiyên Kitêba Pîroz wî dane bawerkirinê vê yekêda. Ewê yekê mecal da Krîs ku şêwir bike tevî Gêvîn, ku ça pêxembertiyên ji Kitêba Pîroz têne sêrî. Ewan şêwirkirina Gêvîn geş kirin, û axiriyêda ew razî bû ku destpêke hînbûna Kitêba Pîroz.

Avî jîyînê dide. Îsraêlêda hewa gelek germ û ziha ye, çimkî bi meha baran nebare. Û şînkayî bêy şilî ku avî dide, ziha dibe û dimire. Yahowa pêxembertî kir ku rojên meda bi sîmbolîk wê zihabûn hebe, dêmek tîbûna “bihîstina gotinên” Yahowa wê hebe (Ams. 8:11). Û çawa Yahowa pêxembertî kiriye, îro ruhanîda zihabûn heye. Lê Yahowa soz da ku mizgînvanên rûnkirî, mîna “aviyê” bin, çimkî ewana wê mizgîna derheqa Padşatiyê bela kin. Û wê “pezêd . . . din” jî piştgiriya wan bikin wê yekêda (Mîx. 5:7; Yûhn. 10:16). Lê em qîmet dikin evê mizgîna Padşatiyê? Em hesab dikin ku ew çawa avî jîyînê dide?

Avî kerema ji Yahowa ye. (Qan. Dcr. 33:13) Xizmetkirina me merivara ku guh didine mizgîna me, dikare kerem be. Gêvîn hema ev kerem standiye. Nava hînbûna xweye Kitêba Pîrozda, ewî ser hemû pirsên xwe cab dîtin. Ji bo vê yekê ew zû gihîşte nixumandinê. Û niha, ew tevî jina xwe Coys, bi şabûnê nava şixulê belakirina mizgînêda ne.

Şedên Yahowa pê mizgîna derheqa Padşatiyê erdê şil dikin

QÎMET BIKIN XIZMETIYA XWE

Hergê em bifikirin derheqa aviyê, ew yek dikare alî me bike ku hê gelek qîmet bikin xizmetkirina xwe. Lê çawa? Dilopeke avî tiştekî nikare bike, lê hergê mîlyona dilopên aviyê top kin, ew dikare temamiya erdê şil bike. Xizmetkirina me jî dikarin beramber kin tevî vê yekê. Xizmetiya me her yekî, tê bêjî tiştek nîne. Lê xizmetiya cimeta Yahowa bi tevayî, “hemû miletara” şedetiyê dide (Met. 24:14). Lê gelo xizmetiya me bona meriva wê bibe kerema ji Yahowa? Belê, wê bibe, hergê mizgîna me ku em bela dikin mîna aviyê be, kîjan ku nerm dike, geş dike û jîyînê dide!