Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Fesal be Çaxê Tişta Didî ber Çevê Xwe

Fesal be Çaxê Tişta Didî ber Çevê Xwe

têderxistine wekî tiştekî ku çapa wî weke 1.4 kîlogram e, “gerdûnêda tiştekî lapî zor e”. Gelo ew çi ye? Ew heye mejûyê meriva. Ew bi rastiyê tiştekî ecêb e. Çiqas zef em derheqa vê pêdihesin, em hê gelek razî dibin seva karên Yahowayî pir baş (Zeb. 139:14). Were em şêwir kin tenê derheqa feresetekî, ku mejûyê me dikare bike, dêmek ew fereset ku em dikarin tişta bidine ber çevê xwe.

Lê em ça dikarin evî feresetî bidine xebatê? Mesele, em dikarin “hişê xweda bidine ber çevê xwe wan dereca yan nêta, kîjan ku bona me teze û hewas in, yan jî kîjan me tu car ser xwe texmîn nekiriye”. Evî feresetî hûn xwexa jî timê didine xebatê, usa nîne? Mesele, dibeke we xwendiye yan bihîstiye derheqa cîkî, kîjan we tu car nedîtiye. Lê tu tişt we nagire ku hişê xweda wî cîyî bidine ber çevê xwe. Bi rastiyê, çaxê em difikirin derheqa wan tişta, kîjan em nikarin bivînin, bibihên, tem kin, destê xwe bidinê, yan bîn kin, wî çaxî em didine xebatê wî feresetî ku dikarin bidine ber çevê xwe.

Kitêba Pîroz alî me dike ku em fem kin û bişêkirînin, wekî meriv dilqê Xwedêda hatine efirandinê (Destp. 1:26, 27). Gelo ew nayê hesabê ku cem efirandarê me Yahowa jî ew fereset heye, dêmek ew jî dikare tişta bide ber çevê xwe? Xwedê em bi wî feresetî efirandine, lema jî ew hîviyê ye wekî em evî feresetî bidine xebatê seva qirara wî fem kin (Waîz 3:11). Lê em ça dikarin evî feresetî bi bîlanî bidine xebatê?

FESAL BIN ÇI Û ÇIÇAX DIDINE BER ÇEVÊ XWE

1) Çaxê wedê nerastda xwestinên xwe didine ber çevê xwe yan jî xwestinên nerast.

Çaxê meriv xwestinên xwe dide ber çevê xwe, vê yekêda tiştekî xirab tune. Hin jî hene îzbatkirin ku ew karê jî tîne. Lê yeke, Waîz 3:1 alî me dike ku em fem kin, wekî “dema her tiştî” heye. Dêmek diqewime ku em hine tişta wedê nebaşda bikin. Mesele, hergê wedê civatê yan hînbûna şexsî em tişta didine ber çevê xwe, hingê fikirên me direvin. Hûn ça difikirin hingê ew fereset karê dide me yan zirarê? Îsa pêşda em şîret kirin ku gelek xof e çaxê meriv hişê xweda fikirên nerast pêşda tîne, mesele fantaziyên bênamûsî (Met. 5:28). Hine tişt kîjan dibeke em îzinê bidine xwe ku bidine ber çevê xwe, dikarin Yahowa xweş neyên. Fantaziyên bênamûsî dikarin me berbi kirên bênamûsî bivin. Lema jî, em gerekê qewî safî kin, ku îzinê nedine xwe wekî hişê xweda tiştên usa bidine ber çevê xwe, kîjan dikarin me ji Yahowa dûr xin.

2) Çaxê difikirin ku hebûn dikare me xwey ke.

Pere û tiştên matêrîalî ferz in û kêrhatî ne. Lê hergê em bifikirin ku xweykirina me û bextewariya me hebûkêva û pereva girêdayî ye, emê ese dilteng bin û berxwe kevin. Silêmanê bîlan nivîsî: “Hebûna merivê dewletî şeherê wîyî qewî ye, ev ber çevê wî mîna dîwarekî bilind e” (Metlk. 18:11, DT). Binihêrin ku çi qewimî sala 2009 Fîlîpînêda. Ji bo baranên qayîm sêlav rabû û şeherê Manîlê 80 selefî zêdetir kete nava avê. Gelo hingê hebûkê meriv xilaz kirin? Mêrekî dewletî, kîjanî hebûka xwe nîvê zef unda kir, got: “Ewê sêlavê yên dewletî û kesîb kire weke hev, çimkî herduara jî çetinayî û kul-derd anî”. Belê, meriv gelek hêsa dikare xwera bifikire ku hebûn meriva xwey dike. Lê bi rastiyê hebûn nikare emirê meriva xilaz ke.

3) Çaxê xemgîn dibin derheqa tiştên usa ku dikarin qe ne jî biqewimin.

Îsa me şîret kir ku em gelek “xema nekin” (Met. 6:34). Çaxê meriv timê xemgîn dibe, ew derheqa gelek tişta difikire û gelek tişta dide ber çevê xwe. Lema em dikarin badîhewa gelek qewata xwe xerc kin ku xemgîn bin seva wan problêma, kîjan em didine ber çevê xwe. Ew problêm diqewime hê tunene û ne jî wê hebin. Kitêba Pîroz dibêje ku hergê meriv bi wî cûreyî xemgîn be, ew dikare dilteng be û hela hê bikeve dêprêsiyê jî (Metlk. 12:25). Belê, çiqas ferz e ku şîreta Îsa bidine xebatê, wekî pir xema nekin û bikaribin xemên herrojî derbaz kin.

ÇI TÊ HESABÊ BI BÎLANÎ TIŞTA BIDINE BER ÇEVÊ XWE

1) Pêşda bidine ber çevê xwe derecên xof ku dikarin rastî me bên û bifikirin ça xwe ji wan xwey kin.

Kitêba Pîroz me hêlan dike ku em berbihêr bin û pêşda bifikirin (Metlk. 22:3). Em dikarin pêşiya safîkirinên xwe, bidine ber çevê xwe ku ew safîkirin wê çi axiriyê bînin. Mesele, hergê tu hatî teglîfkirinê ser kêfekê, ça ew fereset ku dikarî tişta bidî ber çevê xwe, dikare alî te bike seva bi bîlanî safî kî herî yan na? Mesele, çaxê tu bizanibî ku kê wê dîsa bê ser vê kêfê, çiqas meriv wê bên, û kengê û kîderê ew wê biqewime, hingê bifikire: Li wê derê çi dikare biqewime? Gelo tu dikarî ewê kêfê bidî ber çevê xwe usa, ku ew kêrhatî be û li gora prînsîpên Kitêba Pîroz be? Fikirandina usa dikare te hêlan ke, ku ewê qewimandinê hişê xweda bidî ber çevê xwe. Belê, ew feresetê ku em dikarin tişta bidine ber çevê xwe, em gerekê bidine xebatê wekî bi bîlanî tişta safî kin. Ew yek wê alî me bike, ku xwe xwey kin ji wan dereca, kîjan ku dikarin ziyanê bidine ruhaniya me.

2) Pêşda bidine ber çevê xwe ku çawa problêma safî kin.

Fereset ku em dikarin tişta bidine ber çevê xwe, usa jî alî me dike ku em ber problêma teyax kin û safî kin. Mesele, hergê tu û kesek civatêda ji hev xeyîdîne. Tuyê ça nêzîkî wî bira yan xûşkê bî, seva ku dîsa hev bên û edilayê xwey kin? Hene gelek tişt çi ku tu gerekê bidî hesab. Mesele, xeberdana wî yan wê çi cûreyî ye? Çaxê wê wedê baş be ku tevî wî yan wê derheqa vê problêmê xeberdî? Kîjan xebera gerekê bijbêrî û ça bêjî? Çaxê tu gelek cûre safîkirina hişê xwera derbaz dikî, paşê tu dikarî safîkirinekê bijbêrî, kîjan ku wê ya lape baş be bona dereca te (Metlk. 15:28). Çaxê tu problêma fikirandî safî kî, ew yek wê edilaya civatê qewî ke. Ew yek usa jî tê hesabê ku em evî feresetî ku dikarin tişta bidine ber çevê xwe, rast didine xebatê.

3) Xwendina Kitêba Pîroz û hînbûna xweye şexsî hê dewletî ke.

Xwendina Kitêba Pîroz herroj gelek ferz e. Lê ferz nîne ku herroj gelek belg bixûnin. Ferz ew e, ku ji wan belgên me xwend, xwera dersê hildin. Û hin jî em gerekê wan tişta çi pêdihesin jîyîna xweda bidine xebatê. Razîbûna me bona kirên Yahowa gerekê hê mezin be bi saya xwendina Kitêba Pîroz. Vê yekêda ew fereset ku em dikarin tişta bidine ber çevê xwe, dikare alî me bike. Lê çawa? Şêwir kin kitêba “Çev Bidine Baweriya Wan”. Xwendina vê kitêbê, dikare alî me bike ku em bidine ber çevê xwe hal, derece û dîroka wan meriva, serhatiya kîjana Kitêba Pîrozda hatiye nivîsarê. Ew kitêb usa hatiye nivîsarê, ku em bikaribin wan serhatiya usa bidine ber çevê xwe, ku ça bêjî em bi çevê xwe hemû tiştî divînin, denga dibihên, û têderdixin hestên wan merivên serhatiyêda. Usa em dikarin ji wan serhatiyên Kitêba Pîroz xwera dersên baş hildin û dilgerm bin, hergê jî em dişirmîş dibûn ku em îda wan serhatiya rind zanin. Hergê em wedê xwendina Kitêba Pîroz û hînbûna xweye şexsî didine ber çevê xwe çi ku dixûnin, hînbûna me wê hê dewletî û kêrhatî be.

4) Dilşewatiyê bal xwe pêşda bînin û bidine kifşê.

Dilşewatî hunurekî gelek baş e. Ew hunur usa hate şirovekirinê, ku em dilê xweda texmîn dikin êşa merivê din. Belê, Yahowa û Îsa ewî hunurî didine kifşê, lema em jî gerekê çev bidine wan (Derk. 3:7; Zeb. 72:13). Lê em ça dikarin ewî hunurî nav xweda pêşda bînin? Ya lape baş em dikarin evî hunurî bidine kifşê, çaxê didine xebatê ewî feresetê ku didine ber çevê xwe. Mesele, diqewime çetinayên usa rastî me nehatine, kîjan ku rastî xûşk-birên me tên. Lê yeke, em dikarin bikevine halê wan û pirsê bidine xwe: “Hergê ez vê derecêda bûma, minê xwe ça texmîn kira? Wî çaxî ezê hewcê çi bûma?” Cabên ser wan pirsa, wê alî me bikin ku em hê dilşewat bin. Bi rastiyê hergê em dilşewatiyê bidine kifşê, ew yek jîyîna meda wê timê mera karê bîne, hin xizmetkirinêda û hin jî heleqetiya me tevî Mesîhiyên dinda.

5) Bidine ber çevê xwe ku jîyîn dinya tezeda wê çawa be.

Kitêba Pîrozda hûr bi hûr tê gilîkirinê derheqa jîyîna dinya tezeda, kîjan Xwedê soz daye (Îşa. 35:5-7; 65:21-25; Eyan. 21:3, 4). Edebyetên meda gelek şikilên bedew derheqa dinya teze hene. Lê gelo çira lazim in ew şikil? Şikil me hêlan dikin ku em bidine ber çevê xwe jîyîna dinya tezeda. Û usa ew şikil alî me dikin, em wan keremên sozdayî ser xwe texmîn kin. Yahowa, me efirand bi feresetê usa, ku em dikarin tişta bidine ber çevê xwe, û ew hê rind zane ku ew fereset çiqas qewî ye. Û çaxê em ser sozên wî difikirin û didine ber çevê xwe, baweriya me hê qewî dibe hindava sozên wî, û alî me dikin ku em amin bimînin hela hê wedê tengasiya jî.

Yahowa ew fereset ji hizkirinê daye me. Ew fereset bi rastiyê dikare alî me bike ku wîra bi dil û can xizmet kin. Were em her roj ewî feresetî bi bîlanî bidine xebatê, û bi vê yekê razîbûna xwe bidine kifşê Xwedayê xwe Yahowara, kîjanî ew feresetê baş daye me.