Derbazî serecemê

KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MERIVA DIGUHÊZE

“Pirsên Min Hê Zef bûn, ne ku Cab”

“Pirsên Min Hê Zef bûn, ne ku Cab”
  • Sala Bûyînê: 1976

  • Welat: Hondûras

  • Berê: Keşîş

JÎYÎNA MINE BERÊ

 Ez Hondûrasêda bajarê La Sêybada hatime bûyînê. Ji pênc zara ez yê biçûk bûm, û ez tenê gede bûm. Û malbeta meda tenê ez ker bûm. Malbeta me mihaleke xof û kesîbda dijît. Çaxê ez çar salî bûm, bavê min ciyê xebatê kete qeziyê û mir. Paşî wê yekê jîyîna me diha çetin bû.

 Diya min her tişt dikir, wekî min û xûşkên min xwey ke. Lê ewê nikaribû êpêce pere qazanç ke, wekî minra kinca bikire. Çaxê baran dibarî, ez timê zef dicemidîm, çimkî kincên mine germ tune bûn.

 Çaxê hinekî mezin bûm, min destpêkir zimanê ker-lalayî Hondûrasî hîn bim. Lema jî min dikaribû tevî merivên ker xeber dim. Lê diya min û xûşkên min ev ziman nizanibûn. Ewana tenê çend jêsta hîn bibûn ku tevî min xeber din. Lê bi temamî pê jêstên ku ber xwe derxistibûn, tevî min xeber didan. Diya min ez hiz dikirim û timê ez xwey dikirim ku nekevime qeziya. Ewê bi çend jêstên ku ber xwe derxistibû, ez didame femkirinê, wekî cixare û îçke çiqas xirab in û dikarin ziyanê bidine min. Ez gelek ji diya xwe razî me, wekî ez usa mezin kirime, ku ez ji tiştên xirab dûr im.

 Çaxê ez biçûk bûm, diya min timê ez dibirime Dêra Katolîkî. Lê min tiştek fem nedikir, çimkî kesek tune bû ku ser zimanê ker-lala minra welgeranda. Lema jî hewasa min ket û dehe saliya xweda min terka dêrê da. Lê dîsa jî min dixwest derheqa Xwedê hê zêde pêbihesim.

 Sala 1999-da çaxê ez 23 salî bûm, rastî kulfeteke ji Dewletên Yekbûyî hatim, ya ku ji Dêra Yêvangêlîsta bû. Ewê zimanê ker-lalayî Amêrîkî ez hîn kirim û usa jî tevî min dersên Kitêba Pîrozva girêdayî derbaz dikir. Çi ku ez ji Kitêba Pîroz pêdihesiyam usa min xweş dihat, ku min safî kir dêrêda bibime keşîş. Lema jî ez çûme Porto Rîkoyê, merkeza hînbûnê bona Mesîhîtiya, ya ku bona ker-lala bû. Sala 2002 ez paşda vegeriyame La Sêybayê û min tevî hevalên xwe bona ker-lala dêr saz kir. Ji wan hevala yek Patrîsya bû, kîjan ku wede şûnda bû jina min.

 Min ça keşîşê dêrê, her tişt dikir wekî alî ker-lala bikim, seva Kitêba Pîroz fem bikin. Mesele, min ser zimanê ker-lalayî Hondûrasî wanra dannasîn dikir, şikilên serhatiyên Kitêba Pîrozda nîşanî wan dikir û ew serhatî bi temaşe nîşan dikir. Min usa jî şeherên nêzîkda serlêdana merivên ker-lal dikir. Min ewana hêlan dikirin û alîkarî dida wan çida ku ewana hewce bûn. Ez usa jî ça mîsyonêr çûme Dewletên Yekbûyî û Zambiyayê. Lê rast bêjim min derheqa Kitêba Pîroz gelek tişt nizanibû. Min wanara tenê gilî dikir ew yek, çi ku minra gilî kiribûn û çi ku min pê şikla fem kiribû. Bi rastî pirsên min hê zef bûn, ne ku cabên min.

 Hine wede şûnda merivên dêra min destpêkirin şera bavêjine min, yançi ez îçkêva hatime girêdanê û nemamiya jina xwe dikim. Ji bo wan buxdana gelek hêrsa min rabû û ez dilteng bûm. Lema jî hine wede şûnda ez û Patrîsya ji dêrê çûn.

ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST

 Şedên Yehowa gelek car dihatine cem me, lê me nedixwest tevî wan xeber din. Lê çaxê em ji dêrê çûn, Patrîsya qayîl bû wekî tevî Şedên Yehowa ku mêr û jin bûn, hînbûna Kitêba Pîroz destpêke. Navê wan Tomas û Lîsî bû. Gelek dilê min girt ew yek, ku ewana ker-lal nîbûn, lê zimanê ker-lala zanibûn. Lema jî zûtirekê min jî hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir.

 Em bi alîkariya vîdêoya bi zimanê ker-lalayî Amêrîkî, hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dibûn. Lê çaxê hine hevalên me Şedên Yehowa neheq kirin wê yekêda, ku ewana pey rêberiya meriya diçin, ne ku pey rêberiya Xwedê, me hînbûna Kitêba Pîroz da sekinandinê. Rast e Tomas gelek îzbatkirin nîşanî min dikir, wekî Şedên Yehowa pey rêberiya meriva naçin, lê yeke min bawer nedikir.

 Çend meh şûnda çaxê Patrîsya kete dêprêsiya giran, ewê Xwedêra dua kir wekî Şedên Yehowa dîsa bêne cem wê. Cînareke me ya ku Şedê Yehowa bû, teseliya wê kir û got wekî ew dikare Lîpsîra bêje, wekî ew bê cem wê. Lîpsî rastî jî hevaleke gelek baş bû. Ew her heftî dihate cem Patrîsyayê, lê qewî dikir û usa jî tevî wê hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir. Lê dîsa jî min baweriya xwe Şedên Yehowa nedianî.

 Sala 2012-da Şedên Yehowa kampaniya xizmetiyêye mexsûs bona ker-lala organîze kirin û DVD vîdêo bi navê, Hûn Dixwazin Rastiyê Nas kin? ser zimanê ker-lalayî Hondûrasî, bêpere bela dikirin. Lîpsyayê ev vîdêo nîşanî me jî kir. Çaxê min ev vîdêo nihêrî hişê min çû, çimkî min fem kir çi ku ez hîn dibûm, mesele derheqa cenimê yan jî ruhê nemirî, ser hîmê Kitêba Pîroz nîbûn.

 Heftiya din ez çûm Oda Civata Şedên Yehowa, seva ku tevî Tomas xeber dim. Min jêra got wekî ez dixwazim merivên ker-lal rastiya Kitêba Pîroz hîn kim, lê ne ça Şedê Yehowa. Nêta min ew bû, wekî bona ker-lala xwera dêreke teze çêkim. Tomas bona xîreta min payê min da. Lê paşê dîna min da ser Efesî 4:5, kîderê tê gotinê, wekî nava Mesîhiyên rastda gerekê yektî hebe.

 Tomas usa jî vîdêoke ser zimanê ker-lala da min, navê kîjanê bû, Şedên Yehowa-Baweriya Saxlem, Para 1: Derketina ji Teriyê. Vê vîdêoyêda tê gotinê, derheqa komeke meriva, yên ku Kitêba Pîroz kûr lêkolîn dikirin, seva ku hînkirinên wê fem bikin. Çaxê min ev vîdêo nihêrî, min hestên wan fem kir, çimkî min jî rastî digeriya. Evê vîdêoyê ez dame bawerkirinê, wekî Şedên Yehowa rastiyê hîn dikin, çimkî hînkirinên wan tenê ser hîmê Kitêba Pîroz in. Lema min dîsa jî hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir û sala 2014-da ez û Patrîsya hatine nixumandinê û bûne Şedên Yehowa.

ÇI KAR MIN STAND

 Civata Şedên Yehowa min xweş tê, çimkî ew temiz e, çawa ku Xwedê pîroz e. Xeberdan û kirên wan jî temiz in. Ewana edilayîhiz in û hev hêlan dikin. Him jî ewana yektiyêda nin. Kîjan welatî bin, çi zimanî jî xeber din, hînkirinên wan yek in.

 Gelek min xweş tê ew yek, çi ku bi rastî Kitêba Pîroz dibêje. Mesele, ez pêhesiyam wekî Yehowa Xwedayê Himzor e ser temamiya erdêra. Ew hemû meriva hiz dike, usa jî ker-lala. Ez hizkirina Xwedêye hindava xweda qîmet dikim. Ez usa jî pêhesiyam wekî erd wê bibe cinet û emê heta-hetayê bi sihet-qewata tam li ser bijîn. Ez hizreta wê rojê me, ku bivînim sozên ji Kitêba Pîroz ça têne sêrî!

 Ez û Patrîsya gelek hiz dikin tevî merivên ker-lal derheqa Kitêba Pîroz xeber din. Niha em hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin tevî sê merivên ji dêra meye berê. Çaxê ez keşîş bûm, gelek pirsên min hebûn. Lê niha bi saya hînbûna tevî Şedên Yehowa min caba hemû pirsên xwe stand.