Derbazî serecemê

KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MERIVA DIGUHÊZE

“Îda Yekî Sert Nînim”

“Îda Yekî Sert Nînim”
  • Sala Bûyînê: 1973

  • Welat: Ûganda

  • Berê: Yekî zulm, bênamûs û îçkehiz bû

JÎYÎNA MINE BERÊ

 Ez Ûgandayêda herêma Gombayêda hatime bûyînê. Merivên wêderê heçî zef kesîb bûn. Bajarê meda lûs tune bû, lema jî êvara me lemp vêdixistin.

 Dê-bavê min erd bêcer dikirin. Ewana ji Rwandayê derbazî Ûgandayê bibûn. Wana qawe û banan diçandin û ji banana îçke ya waragî çêdikirin, kîjan ku wî ciyî gelek belabûyî bû. Dê-bavê min usa jî mirîşk, bizin, xinzîr û çêlek xwey dikirin. Ji bo kûltûra me û cûrê şîretkirina me, min tirê gerekê jin hemû pirsada gura mêrê xweda be û tu car fikirên xwe nebêje.

 Çaxê ez 23 salî bûm derbazî Rwandayê bûm. Wêderê ez tevî hevalên xwe diçûme klûbên reqasê. Ez gelek car diçûme klûbê, lema jî xweyê vê klûbê kartek da min, wekî bêpere bikevimê. Gelek min xweş dihat sînemên ku bi zulmî û şera tije bûn. Ji bo merivên der-dorê min û wedederbazkirina min, ez bûme yekî zulm, bênamûs û îçkehiz.

 Sala 2000-da min destpêkir tevî jinekê bijîm, navê kîjanê bû Kolastîk Kabagwîra. Mera sê zar hatine bûyînê. Ji biçûktayê ez usa hatime hînkirinê, ku ji jina xwe dewa kim, wekî hergê ew tiştekî ji min hîvî ke yan silav ke, gerekê bikeve ser çoka. Min usa jî digot wekî hemû hebûka me, ya min e û ça bixwazim ezê usa jî bikim. Gelek car ez şev ji mal derdiketim û berbangê siheta sisiya serxweş vedigeriyame mal. Min derî dixist û hergê jina min dereng derî vekira, min lê dikuta.

 Hingê ez mezinê fîrmeke nobedariyê bûm û min perên qalim distand. Kolastîkê gelek car minra digot, ku ez tevî wê herime dêra rêlîgiya Pênciye hesabê, çimkî ew difikirî ku usa ezê bême guhastinê. Lê min nexwest herim. Hela hê jî min destpêkir tevî jineke din bigerim. Ji bo zulmî û bênamûsiya min, Kolastîkê her sê zarên me hilda û çû mala bavê xwe.

 Rojekê, hevalekî minî emirda mezin tevî min derheqa cûrê emirê min xeber da. Ewî ez hêlan kirim wekî herim Kolastîkê paşda bînim. Ewî usa jî minra got, wekî zarên mine xweş hêjayî wê yekê nînin, ku bê bav mezin bin. Lema jî sala 2005-da min terka îçkê da, ji yara xwe qetiyam û jina xwe paşda anî. Sala 2006-da em ketine zewaca qanûnî. Lê ez hela hê hindava jina xweda yekî zulm û xirab bûm.

ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST

 Sala 2008-da Şedekî Yehowa navê kîjanî Coyêl bû, hate mala min û min guh dayê. Paşî wê yekê Coyêl çend meha tevî Şedekî din, navê kîjanî Bonavêntûr bû, dihate mala me û me ser hîmê Kitêba Pîroz şêwir dikir. Gelek pirsên min hebûn û nîvê zef ji kitêba Eyantî bûn. Min dixwest wanara îzbat kim, wekî ewana nerast in. Mesele, min pirs dida wan, ku çawa ewana dikarin şirovekin, wekî elaleta mezin wê ser erdê bijî, hergê Eyantî 7:9-da nivîsar e wekî ewana “li ber text [Xwedê] û wî Berxî” Îsa Mesîh sekinî bûn. Coyêl bi sebir caba pirsên min dida. Mesele, ewî minra Îşaya 66:1 nîşan kir, kîderê Xwedê dibêje, wekî erd “pêpelûka lingê” wî ye. Dêmek elaleta mezin ser erdê ber textê Xwedê sekiniye. Paşê min Zebûr 37:29 xwend, kîderê tê gotinê, wekî merivên rast wê heta-hetayê ser erdê bijîn.

 Axiriyê ez qayîl bûm wekî Kitêba Pîroz hîn bim. Bonavêntûr tevî min û Kolastîkê hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir. Wedê hînbûna Kitêba Pîroz xwestin cem min pêşda dihat, ku emirê xweda guhastina bikim. Ez hîn bûm qedirê jina xwe bigirim. Min îda nedixwest ku ew bikeve ser çoka, gava tiştekî ji min bixwaze yan jî silav ke. Usa jî min îda nedigot, wekî hemû hebûka me ya min e. Min usa jî terka wan sînema da, kîjan ku bi zulmiyê tijî bûn. Hêsa nîbû wan guhastina bikim. Seva vê yekê xwegirtin û milûktî lazim bû.

Kitêba Pîroz alî min kiriye ku bibime mêrekî diha baş

 Çend sal pêşiya wê yekê, min kurê xwe Krîstiyan şandibû Ûgandayê, wekî bal merivên me bijî. Lê çaxê min Qanûna Ducarî 6:4-7 xwend, min fem kir wekî ez û jina min ber Xwedê borcdar in, bona zarên xwe xem bikin. Usa jî ku prînsîpên Xwedê wana hîn kin. Em gişk şa bûn çaxê me kurê xwe paşda anî mal!

ÇI KAR MIN STAND

 Ez pêhesiyam wekî Yehowa Xwedayê dilrem e û bawer dikim, wekî ewî gunên mine berê baxşande min. Ez gelek şa me wekî Kolastîka jî tevî min Kitêba Pîroz hîn dibe. Me jîyîna xwe tesmîlî Yehowa kir û sala 2010-da, 4 Kanûna Pêşin em hatine nixumandinê. Niha îda em îtbariya xwe hev tînin û gelek me xweş tê ku prînsîpên Kitêba Pîroz malbeta xweda bidine xebatê. Jina min gelek şa ye, ku pey xebatêra ez derbêra tême mal. Ew usa jî gelek qîmet dike ewê yekê, ku ez bi qedir û qenc im hindava wêda, usa jî ku min safî kir terka îçkê bidim û xeysetê xweye sert biguhêzim. Sala 2015-da ez hatime kifşkirinê ça rûspiyê civatê. Ji pênc zarên me, sisê îda nixumandî ne.

 Çaxê min destpêkir tevî Şedên Yehowa Kitêba Pîroz hîn bim, min hînkirinên wana çevgirtî bawer nedikir. Gelek min xweş dihat, ku ewana caba pirsên min bi Kitêba Pîroz didan. Min û Kolastîkê fem kir, wekî yên ku xwe hesab dikin xizmetkarên Xwedayê rast, gerekê bi prînsîpên wî bijîn, ne ku tenê wan norma bînin sêrî, kîjan ku wanara dest dide. Ez gelek ji Yehowa razî me, wekî Ewî ez berbi xwe kişandime. Û ez niha pareke malbeta wîye ruhanî me. Ez çaxê derheqa emirê xweyî berê difikirim, bawer dikim wekî her merivekî dilsax dikare bi alîkariya Yehowa bê guhastinê û Wî xweş bê.