Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

YURI LASHOV/AFP via Getty Images

HIŞYAR BIMÎNIN!

Mesîhî û Şer—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Mesîhî û Şer—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

 Ça em divînin, wedê şerê Ûkraînêda gelek serwêrên rêlîgiyayê meriya hêlan dikin, wekî şerda pişta kesekî bigirin. Dîna xwe bidinê, ku çawa hine merivên rêlîgî şerda pişta alîkî digirin:

  •    “Qedir û razîbûna mezin didime kifşê wan hemû eskerên mera, yên ku welatê me Ûkraînê ji dijminê xwe diparêzin . . . Em hergav bi dil û duayên xwe tevî we ne û piştgiriya we dikin”.—Mêtropolîtên Êpîfanî I yê Kîêvê, çawa ku rojnema The Jerusalem Post dibêje, 16 Adarê, sala 2022.

  •    “Serwêrê Dêra Ortodoksê yê Rûsyayê, roja Ledê bona eskerên Rûsî bernameke rêlîgî saz kir, kîderê ewî wana hêlan dikir, ku welatê xwe biparêzin ‘çawa ku Ûris dikarin’, heta ku Moskova şerê xweye Ûkraînêda berdewam dike”.—Nûçeya Rêûtêrsê, 3 Nîsanê, sala 2022.

 Gelo Mesîhî gerekê şer bikin? Kitêba Pîroz çi dibêje?

Kitêba Pîroz bi rastî çi dibêje

 Kitêba Pîroz dide kifşê, wekî peyçûyên Îsa naçine şer.

  •    “Şûrê xwe bike cî. Kî ku şûr hiltîne, ewê bi şûr here” (Metta 26:52).

     Gelo merivê ku piştgiriya şera dike, bi rastî li gora giliyê Îsa dike?

  •    “Ez temîke nû didime we: Hevdu hiz bikin. Çawa ku min hûn hiz kirin, hûn jî usa hevdu hiz bikin. Bi vê yekê hemûyê zanibin hûn şagirtên min in, heger hûn hevdu hiz bikin” (Yûhenna 13:34, 35).

     Gelo merivê ku piştgiriya şera dike, eyan dike evê hizkirinê bi çi jî li gora giliyê Îsa, şagirtên wî wê bihatana naskirinê?

 Bona hê zêde elametî bixûne gotar, “Gelo Mesîhî Dikarin Bikevine nava Şer?

Mesîhî û şerê roja îroyîn

 Gelo rêalî ye bifikirin ku Mesîhî wê neçine şer? Belê. Kitêba Pîroz pêxembertî kiriye, wekî rojên meda ku têne navkirinê “rojên axiriyê”, wê hebin merivên ji hemû mileta, kîjan ku li gora hînkirinên Îsa wê “êdî hînî şer nebin” (Îşaya 2:2, 4, ÎM).

  •    Seva ku hê zêde pêbihesî, bixûne rêza gotara ji “Birca Qerewiliyê” bi navê, “Nihêrandina Xwedê ser Şera Çi Cûreyî ye?

 Zûtirekê Yehowa, a “Xwedêyê edilayiyê” wê bi saya serwêrtiya xweye ezmanî, meriv “ji bindestî û zordariyê aza ke” (Fîlîpî 4:9; Zebûr 72:14, ÎM).

a Yehowa navê Xwedê ye (Zebûr 83:18).