Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

KILAMA 69

Pêşda Herin, Derheqa Padşatiya Ezmana Bêjin!

Pêşda Herin, Derheqa Padşatiya Ezmana Bêjin!

(2 Tîmotêyo 4:5)

  1. 1. Derheqa Padşatya Xwedê xwe

    Emê her dera bêjin.

    Wekî her merivên dilsax jî,

    Xwedayê xwe nas bikin.

    Seva me xizmet kin şabûn e!

    Mizgînê em bela dikin.

    Qewatê timê emê xerc kin,

    Bira navê Xwedê nas kin.

    (LÊWEGERANDIN)

    De pêşda herin derheqa

    Padşatya ezman bêjin.

    Timê pêşda herin

    wekî pişta Xwedê bigirin.

  2. 2. Ber bi jîyîna rast em herin,

    Cahil tevî mezina.

    Emê xizmetya xwe qîmet kin,

    Gilî kin bona rastya.

    Wa ye edlayî pir nêzîk e,

    Temamara em elam kin.

    Bavê ezman tim tevî meye,

    Meriva hûn qet netirsin!

    (LÊWEGERANDIN)

    De pêşda herin derheqa

    Padşatya ezman bêjin.

    Timê pêşda herin

    wekî pişta Xwedê bigirin.

(Usa jî binihêre Zeb. 23:4; Kar. Şand. 4:29, 31; 1 Pet. 2:21).