Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

PIRSA 4

Çawa Ez Dikarim Şaşiyên Xwe Rast Kim?

Çawa Ez Dikarim Şaşiyên Xwe Rast Kim?

ÇIRA EW YEK FERZ E

Hîn be şaşiyên xwe bînî rûyê xwe, usa tuyê bibî merivekî cabdar û meriv wê bikaribin îtbariya xwe te bînin.

TUYÊ ÇI BIKÎ?

Vê derecê bide ber çevê xwe: Tom tevî hevalên xwe dilîze û nişkêva topa wî avta cînar dikeve û şûşe dişkê.

Hergê tu dewsa Tom bûyayî, teyê çi bikira?

BISEKINE Û BIFIKIRE!

SÊ MECALÊN TE HENE:

  1. Birevî.

  2. Yekî din neheq kî.

  3. Cînarê xwera gilî kî û pera jî bona çêkirinê bidî wî.

Diqewime teyê bixwesta usa bikira, çawa Mecala A-da tê gotinê. Firqî tune tu ça û çi bikî, lê wê baş be şaşiyên xwe bidî rûyê xwe. Bona wê yekê hene hine menî.

SÊ MENÎ JI BO ÇI GEREKÊ ŞAŞIYÊN XWE BÎNIN RÛYÊ XWE

  1. Ew yek rast e.

    Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Em . . . dixwazin ku her tiştî rast bikin” (Îbranî 13:18).

  2. Meriv diha hêsa dibaxşînine wan, kê gunê xwe dide rûyê xwe.

    Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Ewê ku neheqîya xwe vedişêre xêrê nabîne, lê yê ku xwe mukur tê û dihêle, wê remê bibîne” (Metelok 28:13).

  3. Ya lape ferz ew e, wekî tu dilê Xwedê şa dikî.

    Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Merivê qelp, li ber çevê Xudan zivêr e, lê belê ew hevalê sitqê dilê rast e” (Metelok 3:32).

Karîna, ya ku 20 salî ye, safî kir bavê xwera nebêje, wekî ewê avto usa qayîm ajot, ku cirm dane ser wê. Lê ewê nikaribû gelek wext ew yek veşarta. Karîna tîne bîra xwe: “Weke salek şûnda, bavê min dît cirma, ku ser navê min bû. Û ji bo wê yekê problêm pêşda hat!”

Çi ders em dikarin xwera hildin? Karîna dibêje: “Diha xirab e çaxê şaşiyên xwe vedişêrî. Zû yan dereng, tê bona şaşiyên xwe caba xwe bidî!”

ÇA DIKARIN JI ŞAŞIYÊN XWE DERSÊ HÎN BIN

Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Em hemû jî gelekî şaşiya dikin” (Aqûb 3:2). Û çawa me dît, diha ferz e pêra-pêra şaşiyên xwe bidine rûyê xwe, çimkî ew yek dide kifşê milûktiya me û ruhaniya me.

Gaveke din ew e, ku ji şaşiyên xwe dersê hildin. Keçikeke bi navê Vêra dibêje: “Ez dixebitim ser wê yekê, ku ser şaşiyên xwe ça ser dersa hînbûnê binihêrim. Ew yek wê alî min bike bibime meriveke diha baş û axiriyê jî derecên wî cûreyîda, xwe rast bidime kifşê”. Werên em pêbihesin, çawa tu dikarî xwe bidî kifşê.

Te bal bavê xwe bîsîklêt hilda û xirab kir. Dêmek tuyê niha çi bikî?

  • Tuyê ewê yekê ji bavê xwe veşêrî û bifikirî, wekî ewê ne jî bivîne.

  • Tuyê helal her tiştî bavê xwera gilî kî.

  • Dibeke tuyê bavê xwera usa gilî kî, wekî yekî din neheq kî.

Mektebêda te êkzam nikaribû bida, çimkî te xwe rind hazir nekiribû. Tuyê çi bikî?

  • Tuyê bêjî, wekî dersên te gelek çetin bûn.

  • Şaşiya xwe bidî rûyê xwe.

  • Yan bêjî, wekî dersdarê te kînê tera dikişîne.

Çaxê tu timê şaşiyên xweye berê dikî bîra xwe, ew mîna wê yekê ye, ku tu wedê ajotina erebê tenê neynkekîda dinihêrî

Niha em dîsa xeber din ser dereca jorê û xwe daynin dewsa 1) bav û 2) dersdar. Bavê te û dersdarê te wê derheqa te çi bifikirin, hergê tu şaşiyên xwe didî rûyê xwe? Lê ewana wê çi bifikirin, hergê tu şaşiyên xwe vedişêrî?

Lê niha werê em bînin bîra xwe ew şaşiya te, ya ku te vê salêda kiriye û caba xwe ser wan pirsa bide.

Şaşî çi bû? Û tuyê çi bikî?

  • Veşêrî.

  • Şaşiya xwe bavêjî ser kesekî din.

  • Pêra-pêra şaşiya xwe bînî rûyê xwe.

Hergê te şaşiya xwe pêra-pêra neda rûyê xwe, axiriyê tuyê çi ser xwe texmîn kî?

  • De baş e; ez hêsa lê xilaz bûm!

  • Ber xwe kevî; min gerekê rastiyê bigota.

Lê te çawa dikaribû diha baş ew derece safî kira?

Te ji şaşiya çi ders xwera hilda?

ÇI TU DIFIKIRÎ?

Çira hine meriv naxwazin gunê xwe bînin rûyê xwe?

Meriv çi dikare derheqa te bifikire, hergê tu her gav şaşiyên xwe vedişêrî? Lê çi dikarin derheqa te bifikirin, hergê tu şaşiyên xwe tînî rûyê xwe? (Lûqa 16:10).