Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 10

Zewac Pêşkêşa Ji Xwedê ye

Zewac Pêşkêşa Ji Xwedê ye

“Sê qet ben . . . zû naqete” (WAÎZ 4:12).

1, 2. a) Ewên ku teze zewicî ne, ça dinihêrin ser axiriya xwe? b) Kîjan pirsa emê vî serîda şêwir kin?

 BIDE ber çevê xwe roja dewatê bûk û zeva bê hesab şa ne û derheqa axiriya xweye bextewar difikirin. Ewana bawer in, wekî zewaca wan wê dirêj û bextewar be.

2 Rast e, hine zewac baş destpêdibin, lê heta xilaziyê usa naçe. Seva ku zewac dirêj û bextewar be, jin-mêrra rêberiya Xwedê lazim e. Lema werên, em şêwir kin çend pirsên ser hîmê Kitêba Pîroz: Zewac çi karê tîne? Hergê te safî kiriye bizewicî yan mêr kî, ça tu gerekê jin yan mêr xwera bijbêrî? Çawa tu dikarî bibî jin yan mêrekî baş? Û çi wê alî te bike, wekî zewaca te heta-hetayê be? (Bixûne Metelok 3:5, 6.)

GELO LAZIM E BIKEVIME ZEWACÊ?

3. Ça tu difikirî, gelo seva ku bextewar bî eseyî ye bizewicî? Şiroveke.

3 Hine meriv difikirin, wekî meriv nikare bextewar be heta ku nezewice. Lê ew yek rast nîne. Îsa got, wekî azayî dikare pêşkêş be (Metta 19:11, 12). Usa jî Pawlosê şandî got, wekî mecala merivên aza heye, ku gelek tişt bikin (1 Korintî 7:32-38). Safîkirina meva girêdayî ye, bizewicin yan na. Tu gerekê îzinê nedî, wekî eyd-qeyd, heval, yan neferên te ser te hukum kin, ku destê zorê bikevî zewacê.

4. Çi tiştên baş zewacêda hene?

4 Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî zewac pêşkêşa Xwedê ye û gelek tiştên baş zewacêda hene. Yehowa derheqa mêrê pêşin, dêmek Adem got: “Ne baş e ku mêr tenê bimîne, komekdarek ku layîqî wî be çêkim” (Destpêbûn 2:18). Yehowa Hêwa efirand, seva ku ew bibe jina Adem. Ewana malbeta pêşin bûn ser erdê. Çaxê malbetêda zar têne bûyînê, dê-bav gerekê hemû tiştî bikin, seva ku zar derecên baş û hizkirinêda mezin bin. Lê nêta zewacê tenê ew nîne, ku zarên wan hebin (Zebûr 127:3; Efesî 6:1-4).

5, 6. Zewac ça dikare mîna benê sêqetî be?

5 Silêman Padşa nivîsî: “Du kes ji kesekî qenctir e, ji ber ku bona keda wan heqdestên wan qenc dibe. Ji ber ku, ger bikevin, dê yek hevalê xwe rake; lê belê wey li serê yê ku tenê be û bikeve! Tu kesê ku wî rake nîne. . . . sê qet ben jî zû naqete” (Waîz 4:9-12).

6 Zewaca bextewarda, jin-mêr hevalên nêzîk in, ewana alîkariya hev dikin, dilbîniyê didine hev, û bona hev xem dikin. Hizkirin zewacê qewî dike, lê hergê mêr û jin Yehowa dihebînin, ew yek wê zewaca wan diha qewî ke. Hingê wê zewaca wan, mîna benê sêqetî be, dêmek mîna toga ku ji sê bena hevva qayîm badayî ye. Toga usa ji toga duqetî qewîtir e. Zewac wê wî çaxî qewî be, hergê pareke wê zewacê Yehowa be.

7, 8. Pawlos kîjan şîreta derheqa zewacê da?

7 Paşî zewacê jin-mêr dikarin şabûnê bistînin ji heleqetiya xweye sêksûalî (Metelok 5:18). Lê hergê meriv dikeve zewacê tenê seva wê yekê, ku xwestinên xweye sêksûalî bîne sêrî, wî çaxî ew dikare bêaqilayî jin yan mêr xwera bijbêre. Lema Kitêba Pîroz dibêje, wekî meriv gerekê hingê bikevine zewacê, çaxê geşbûna wîye cahiltiyê derbaz be, dêmek ew wede derbaz be, çaxê xwestinên wîye sêksûalî gelek qewî ne (1 Korintî 7:36). Hê baş e bikevine zewacê paşî wê yekê, ku ew xwestinên qewî bitemirin. Wî çaxî meriv dikare diha zelal bifikire û bijartina diha baş bike (1 Korintî 7:9; Aqûb 1:15).

8 Hergê em derheqa zewacê difikirin, em gerekê fem kin, wekî zewacêda çetinayî jî wê hebin. Pawlos got, wekî yên ku dizewicin “wê rastî oxirmêd giran bên” (1 Korintî 7:28). Zewaca lape başda jî, çetinayî pêşda tên. Lema hergê te safî kiriye bikevî zewacê, gerekê fesal xwera jin yan mêr bijbêrî.

TEVÎ KÊ EZ DIKARIM BIKEVIME ZEWACÊ?

9, 10. Çi dikare biqewime, hergê em bikevine zewacê tevî wî merivî, yê ku Yehowara xizmet nake?

9 Kitêba Pîrozda prînsîpeke ferz tê dayînê derheqa wê yekê, ça xwera rast hevalzewac bijbêrin: “Tevî nebawera nekevine binê nîrekî” (2 Korintî 6:14). Ew mesele hatiye hildanê ji jîyîna gundîtiyê. Hergê du heywan ne çapa hev bûna û qewata wan jî ne mîna hev bûya, meriva ew herdu heywan nedikirine binê nîrekî seva erdê bêcer kin. Ji wê yekê, herdu heywan jî wê biçerçiriyana. Hema bi wî cûreyî, hergê xizmetkarê Yehowa bikeve zewacê tevî wî merivî kê Yehowa nahebîne, ewana herd jî wê biçerçirin û gelek çetinayî wê pêşda bên. Lema Kitêba Pîroz şîreta bîlan dide, wekî em “tenê bawermendê Xudan” bistînin (1 Korintî 7:39).

10 Carna diqewime, wekî Mesîhî difikirin ku diha baş e bikevine zewacê tevî nebawera, ne ku tenê bimînin. Lê hergê em guh nedine şîretên ji Kitêba Pîroz, emê şabûnê nestînin. Bona Şedên Yehowa, jîyîna wanda ya lape ferz xizmetkirina Yehowara ye. Gelo tuyê çi texmîn kî, hergê ew çi ku bona te ferz e, bona hevalzewacê te tiştekî vala û bêqîmet be? Gelek meriya safî kirine tenê bimînin, ne ku bikevine zewacê tevî wî merivî, yê ku Yehowa hiz nake û wîra xizmet nake. (Bixûne Zebûr 32:8.)

11. Ça tu dikarî jin yan mêrê baş xwera bijbêrî?

11 Ew nayê hesabê, wekî her xizmetkarekî Yehowa dikare tera bibe jin yan mêrê baş. Hergê tu difikirî bikevî zewacê, wî merivî bijbêre kê bi rastî te xweş tê, û tevî kê tu dikarî ziman bivînî. Hîviya merivekî usa be, nêtên kîjanî mîna nêtên te ne û kê xizmetiya Xwedêra, datîne ciyê pêşin. Wede bivîne, wekî edebyetên meda şîretên ferz derheqa zewacê, yê ku xulamê amin dide, bixûnî û lêkolîn bikî. (Bixûne Zebûr 119:105.)

12. Ji wê serhatiyê ku Birahîm ça kurê xwera jin bijart, em çi dikarin hîn bin?

12 Hine ciya qeyde ye, wekî dê-bav bona zarên xwe, jin yan mêr bijbêrin. Dê-bav hesab dikin, wekî ewana ji zara rindtir zanin, ku bona wan wê kê hê baş be. Wedê berê ew edet gelek belabûyî bû. Hergê malbeta te jî pê wî edetî dijî, Kitêba Pîroz dikare alî dê-bava bike, wekî ewana bizanibin kîjan xeyset-hunur gerekê hebin wî merivîda, tevî kê tu gerekê bikevî zewacê. Mesele, çaxê Birahîm bona Îshaq jin digeriya, ewî guh nedida wê yekê, ku ew dewletî yan kesîb e; Birahîm dixwest, wekî ew keçik Yehowa hiz bike (Destpêbûn 24:3, 67; binihêre Elametiya Zêde 25).

ÇA EZ DIKARIM XWE HAZIR KIM BONA ZEWACÊ?

13-15. a) Çawa mêr dikare xwe hazir ke, seva ku bibe malxê baş? b) Çawa jin dikare xwe hazir ke, seva ku bibe kulfeta baş?

13 Hergê tu dixwazî mêr kî yan bizewicî, îzbat be wekî tu hazir î. Diqewime tu difikirî, wekî tu hazir î, lê were em şêwir kin bi rastî çi tê hesabê hazirbûna seva zewacê. Caba vê pirsê dikare te ecêbmayî ke.

Wede veqetîne, seva ji Kitêba Pîroz şîretên bona zewacê bixûnî û ser bifikirî

14 Kitêba Pîroz dide kifşê, wekî malbetêda rola jin û mêr şexsî heye. Dêmek ew tê hesabê, wekî malbetêda cabdariyên jin û mêr ji hev cude dibin, û her kes gerekê rola xwe fem bike û bîne sêrî. Hergê xort dixwaze bizewice, ew gerekê ji xwe bipirse hela ew hazir e, wekî bibe malxê malê. Yehowa ji mêr dewa dike, wekî ew aliyê matêriyalî û êmosiyalîda miqatî malbeta xwe be. Lê ya lape ferz ew e, wekî mêr seva ruhaniya malbeta xwe xem bike. Kitêba Pîroz derheqa merivê, ku bona malbeta xwe xem nake dibêje, wekî ew “ji nebawera jî xirabtir e” (1 Tîmotêyo 5:8). Lema hergê tu dixwazî bikevî zewacê, bifikire çawa tu dikarî evê şîreta ji Kitêba Pîroz emirê xweda bidî xebatê: “Tivdarekê şixulê der bike û erdê xwe li ser hevda bîne, paşê mala xwe çê ke”. Dêmek ew tê hesabê, wekî pêşiya ku bizewicî, îzbat be wekî tu dikarî bibî malxê wî cûreyî, ça ku Yehowa ji te dewa dike (Metelok 24:27).

15 Qîza ku dixwaze mêr ke, gerekê pirsê bide xwe, hela ew hazir e cabdariya usa hilde ser xwe, ku bibe kevanî û dê. Kitêba Pîroz gilî dike derheqa hine dereca, ku ça jina baş miqatî mêr û zarên xwe dibe (Metelok 31:10-31). Roja îroyîn, heçî zef jin û mêr tenê derheqa kara xwe difikirin, ya ku ji zewacê dikarin bistînin. Lê Yehowa dixwaze, wekî em bifikirin derheqa wê yekê, ku em bona hevalzewacê xwe çi dikarin bikin.

16, 17. Hergê tu dixwazî mêr kî yan bizewicî, tu gerekê derheqa çi bifikirî?

16 Pêşiya ku bizewicî yan mêr kî, bifikire wekî Yehowa çi dibêje derheqa jina û mêra. Bibî malxê malê, nayê hesabê, wekî tu gerekê fîzîkî yan êmosîalîda usa sert bî, ku neferên te ji te bitirsin. Malxê baş çev dide Îsa, yê ku her gav qenc û bi hizkirin bû hindava wanda, seva kîjana ewî xem dikir (Efesî 5:23). Kulfet jî gerekê bifikire, ku çi tê hesabê piştgiriya safîkirinên mêrê xwe bike û şixulkariyê tevî wî bike (Romayî 7:2). Ew gerekê ji xwe bipirse, gelo ewê bikaribe malxê neqedandî qebûl ke û bextewar be. Hergê na, hingê ew dikare safî ke, wekî hê baş e mêr neke.

17 Jin û mêr gerekê diha xem bikin seva bextewariya hevalzewacê xwe, ne ku seva bextewariya xweye şexsî. (Bixûne Fîlîpî 2:4.) Pawlos nivîsî: “Ji we her kes jî bira jina xwe hiz bike çawa xwe û jin jî qedirê mêrê xwe bigire” (Efesî 5:21-33). Jin û mêr gerekê qedir û hizkirinê hindava hev texmîn kin. Bona mêr diha ferz e texmîn ke, wekî jina wî qedirê wî digire, lê bona jinê ferz e texmîn ke, ku mêrê wê lê hiz dike.

18. Çima ewên, ku dixwazin bikevine zewacê, gerekê wedê hevnaskirinê fesal bin?

18 Wedê hevnaskirinê gerekê wedê şabûnê be seva wan, yên ku dixwazin bikevine zewacê. Ewana usa jî gerekê rêalî ser hemû tiştî binihêrin û hindava hevda helal bin, seva bikaribin safî kin hela ewana bi rastî dixwazin temamiya emirê xwe tevay derbaz kin, yan na. Wedê hevnaskirinê herdu jî gerekê qewatê bidine xebatê, seva hev rind nas kin û fem kin bi rastî çi ye dilê wan her kesîda. Kengê heleqetiya wan diha qewî dibe, tebiyetî ye, ku xwestina wane ku fîzîkî nêzîkî hev bin, qewî dibe. Lê ewana gerekê fesal bin û heta ku bizewicin rabûn-rûniştandina xwe kontrol kin, seva ku bênamûsiyê nekin. Hizkirina helal wê alî wan bike, xwe kontrol kin û xwe xwey kin ji wan tişta, çi ku dikare ziyanê bide heleqetiya orta wan û usa jî tevî Yehowa (1 Têsalonîkî 4:6).

Wedê hevnaskirinê qîz û xort hîn dibin dilê xwe hevdura vekin

ÇA EZ DIKARIM ZEWACA XWE QEWÎ KIM?

19, 20. Nihêrandina Mesîhiya hindava zewacê, çi cûreyî ye?

19 Gelek kitêb û sînemada serhatî bi dewata mezin û bextewar xilaz dibin. Lê emirê rêalîda roja dewatê, teze destpêbûn e. Yehowa malbet usa saz kiriye, wekî ew heta-hetayê bikişîne (Destpêbûn 2:24).

20 Rojên meda, gelek meriv ser zewacê usa dinihêrin ça ser tiştekî wedelû. Seva merivên usa hêsa ye bizewicin û hêsa ye jî ji hev biqetin. Hine meriv difikirin, wekî çaxê çetinayî pêşda tên, îda wede ye ji hev biqetin. Lê bîr neke mesela ji Kitêba Pîroz derheqa benê sêqet badayî, ya ku dibe toga qewî. Toga wî cûreyî wê tu car neqete. Zewaca me wî çaxî dikare qewî be û heta-hetayê bikişîne, hergê em ji Yehowa alîkariyê bixwazin. Îsa got: “Ewêd ku Xwedê kirine yek, bira meriv ji hevdu neqetîne” (Metta 19:6).

21. Çi dikare alî jin yan mêr bike, wekî hevdu hiz bikin?

21 Nav her kesîda heye çawa kêmasî, usa jî xeyset-hunurên qewî. Gelek hêsa ye dîna xwe bidin ser kêmasiyên meriva, hela hê kêmasiyên hevalzewacê xwe jî. Hergê em usa bikin, emê bextewar nîbin. Hergê em dîna xwe bidin ser xeyset-hunurên baş yên hevalzewacê xwe, wî çaxî zewaca me wê bextewar be. Lê gelo em dikarin nihêrandina usa xwey kin hindava hevalzewacê xweyî neqedandî? Erê! Em neqedandî ne, lê dîsa jî Yehowa dîna xwe dide ser hunurên meyî baş. Lê bide hişê xwe, hergê Xwedê usa nekira! Zebûrbêj giliyên usa got: “Xudan, heger dîna Xwe bidî guneyêd me, kî wê bikaribe ber Te bisene, Xweyo?” (Zebûr 130:3). Jin û mêr dikarin wê yekêda çev bidine Yehowa, wekî tiştên baş bivînin nav jin yan mêrê xweda û zû şaşiyên hev bibaxşînin. (Bixûne Kolosî 3:13.)

22, 23. Çida Birahîm û Sera meseleke baş in bona jin-mêra?

22 Sal pey sala zewac dikare diha qewî be. Zewaca Birahîm û Serayê dirêj û bextewar bû. Gava Yehowa gote Birahîm, wekî mala xwe û şeherê Ûr bihêle û here, diqewime wî çaxî Sera weke 60 salî bû. Hela bidine ber çevê xwe, wanara çiqas çetin bû, mala xweye baş bihêlin û çadirada bijîn. Lê Sera hevaleke baş bû bona mêrê xwe, û ewê bi rastî qedirê wî digirt. Ewê piştgiriya safîkirinên Birahîm dikir û alî wî dikir, wekî ew bikaribe safîkirinên xwe bîne sêrî (Destpêbûn 18:12; 1 Petrûs 3:6).

23 Bi rastî jî zewaca baş nayê hesabê, wekî jin û mêr her tiştîda tevî hev qayîl bin. Carekê, çaxê Birahîm tevî Serayê razî nîbû, Yehowa gote wî: “Guhdarîya gotina wê bike”. Birahîm hema usa jî kir, û berê baş çinî (Destpêbûn 21:9-13). Carna dikare usa biqewime, wekî tu û hevalzewacê te tiştekîda hevra qayîl nîbin. Hingê xemgîn nebe, serî ew e, wekî orta weda hizkirin û qedir bê xweykirinê.

Ji destpêka zewacê, bira Xebera Xwedê bibe pareke zewaca we

24. Zewaca me ça dikare rûmetê bide Yehowa?

24 Civatên Mesîhiyada bi seda hezara malbetên bextewar hene. Hergê tu dixwazî bizewicî, bîr neke wekî bijartina hevalzewac, yek ji safîkirina lape ferz e emirê teda. Ew yek wê hukum be ser temamiya emirê te, lema jî rêberiya Yehowa bigere. Hingê, tuyê bikaribî bi bîlanî hevalzewac xwera bijbêrî û seva zewacê xwe rind hazir kî. Usa jî tuyê bikaribî qewatê bidî xebatê seva zewacêda heleqetiya qewî û bi hizkirin, saz kî. Bi wê yekê tuyê rûmetê bidî navê Yehowa.