Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 3

Du Şîret bona Bextewariya Malbetê

Du Şîret bona Bextewariya Malbetê

1, 2. a) Zewac gerekê çiqas wede bikişîne? b) Çawa mêr û jin dikarin bextewar bin?

 ÇAXÊ Xwedê zewac saz kir, ewî negot ku zewac wê wedelû be. Adem û Hewa gerekê temamiya emirê xwe tevayî bijîtana (Destpêbûn 2:24). Bi normên Xwedê zewaca layîq ew e, çaxê mêr tenê jinekê distîne, jin jî tenê mêrekî distîne. Kitêba Pîrozda tenê menîk tê gotinê bona hevqetandinê, ew heye bênamûsiya jin yan mêr. Tenê ji bo wê meniyê mêr û jin dikarin ji hev biqetin û kesekî din bistînin (Metta 5:32).

2 Gelo usa dibe, ku du meriv gelek sala tevî hev bijîn û xwe bextewar texmîn kin? Erê, dibe. Kitêba Pîrozda tê gotinê derheqa du şîreta, kîjan ku derê bextewariyê vedikin. Şîreta ewlin hizkirin e, ya duda qedir e. Hergê mêr û jin bidine xebatê wan du şîreta, ewana wê bikaribin bextewar bin.

HIZKIRIN

3, 4. Mêr û jin gerekê nav xweda kîjan çar cûrê hizkirinê bidine kifşê?

3 Şîreta ewlin, ew heye hizkirin. Kitêba Pîrozda tê gotinê derheqa çend cûrê hizkirinê. Yek ji wan, ew heye hizkirina orta hevalên nêzîk (Yûhenna 11:3). Ya duda, ew heye hizkirina orta merivatiya nêzîk (Romayî 12:10). Hizkirina sisiya, ew heye hizkirina romantîk orta jin û mêr (Metelok 5:15-20). Mêr û jin gerekê her sê cûrê hizkirinê hindava hevdu bidine kifşê. Lê heye hizkirineke din jî, ya ku gelek ferz e.

4 Ew hizkirina çara ser zimanê Yûnanî hatiye navkirinê agapê. Derheqa hizkirina vî cûreyî 1 Yûhenna 4:8-da tê gotinê: “Xwedê hizkirin e”. Bi rastiyê em gerekê hiz kin, “çimkî [Xwedê] pêşda em hizkirin” (1 Yûhenna 4:19). Mesîhî hizkirina vî cûreyî, berê ewlin hindava Yahowa Xwedê didine kifşê, paşê hindava merivên din (Marqos 12:29-31). Xebera agapê usa jî, Efesî 5:2-da nivîsar e: “Xwe li hizkirinê bigirin, çawa Mesîh jî em hiz kirin û jiyîna xwe bona me da”. Bi hizkirina vî cûreyî şagirtên Îsa gerekê bihatana naskirinê, çimkî Îsa got: “Bi vê yekê hemûyê zanibin hûn şagirtêd min in, heger hûn hevdu hiz bikin [agapê]” (Yûhenna 13:35). Xebera agapê 1 Korintî 13:13-da jî nivîsar e: “Her sê dimînin: Bawerî, hêvî û hizkirin. Û ji van ya herî mezin hizkirin e [agapê], ÎM”.

5, 6. a) Çira hizkirin ji baweriyê û hêvîdariyê ferztir e? b) Kîjan in ew hine tişt, yên ku dikarin zewacê bextewar kin?

5 Çira hizkirina agapê ji baweriyê û hêvîdariyê ferztir e? Çimkî ew hizkirin tê rêberîkirinê pê prînsîpên rast, yên ku Kitêba Pîrozda hene (Zebûr 119:105). Hizkirina agapê ew e, wekî bona meriva xem kin û vê yekêda kara xwe negerin. Ew tê hesabê hindava meriva usa bin, çawa ku rast û qenc e ber çevê Xwedê, hela hê wî çaxî jî hergê meriv hêja nîne. Hizkirina wî cûreyî alî mêr û jin dike hildine hesab şîretên ji Kitêba Pîroz, kîderê tê gotinê: “Li hev sebir kin û li hev bibaxşînin, heger gazinê yekî li hindava yekîda hebe. Çawa Xudan baxşande we, hûn jî usa bibaxşînine hev” (Kolosî 3:13). Mêr û jinê ku hev hiz dikin, gerekê bi dil û can hizkirina agapê hindava hevdu bidine kifşê, “çimkî hizkirin gelek guna dinixême” (1 Petrûs 4:8). Rast e hizkirin nikare guna lap hilde, çimkî meriv gunekar in û şaşiya berdidin, lê çiqas baş e wekî hizkirin guna dibaxşîne (Zebûr 130:3, 4; Aqûb 3:2).

6 Hergê mêr û jin hizkirina wî cûreyî didine kifşê hindava Xwedê û hindava hevdu, wî çaxî zewaca wan wê qewî û bextewar be. Çimkî hizkirina rast, “tu car kuta nabe” (1 Korintî 13:8). Hizkirin “bi yektiya tam hevva girêdide” (Kolosî 3:14). Lê ça mêr û jin dikarin hizkirina wî cûreyî orta hevdu bidine kifşê? Ewana gerekê Kitêba Pîroz tevayî bixûnin û şêwir kin. Tevayî xeber din derheqa wê yekê, ku ça Îsa hizkirinê dida kifşê û çev bidine wî, dêmek mîna wî bifikirin. Xêncî wê yekê, tevayî herine civata, kîderê ku hûn dikarin Xebera Xwedê hîn bin. Bi dua alîkariyê ji Xwedê bixwazin, wekî bikaribin hizkirina wî cûreyî nav xweda pêşda bînin, kîjan ku hunurek ji berê pîroz e (Metelok 3:5, 6; Yûhenna 17:3; Galatî 5:22; Îbranî 10:24, 25).

QEDIR

7. Çi tê hesabê qedirê meriva bigirin, û zewacêda kê gerekê qedir bide kifşê?

7 Hergê mêr û jin bi rastiyê hev hiz dikin, wî çaxî ewana wê qedirê hevdu bigirin. Bona bextewariya malbetê qedir gelek lazim e. Qedir tê hesabê “fikirê meriva hildin hesab û merîfetiyê bidine kifşê hindava wan”. Kitêba Pîroz hemû Mesîhiya usa jî jin û mêra hêlan dike: “Qedirkirinêda ji hevdu derbaztir bin” (Romayî 12:10). Petrûsê şandî nivîsî: “Mêrno, bi femdariyê emirê xwe tevî jinêd xwe derbaz kin, çawa qisimê sist qedirê wan bigirin” (1 Petrûs 3:7). Lê jinêra şîret hate dayînê, ku “qedirê mêrê xwe bigire” (Efesî 5:33, DT). Çaxê qedirê merivekî digirî, wî çaxî hindava wî merivî qedir û merîfetiyê didî kifşê. Usa jî, hazir î gotina wî merivî hildî hesab û bi şabûnê xwestinên wîyî rast bînî sêrî.

8-10. Hergê mêr û jin qedirê hevdu digirin, ew yek ça dikare zewaca wan bextewar ke?

8 Seva ku mêr û jin zewacêda bextewar bin, lazim e ewana qedirê hevdu bigirin. Gelo çawa? “Tenê li kara xwe negerin, lê bira her kes li kara hevalê xwe [jin yan mêrê xwe] bigere” (Fîlîpî 2:4). Hergê tenê seva xwe dişirmîş bin, ew tê hesabê xwehizî. Dewsa wê yekê gerekê dişirmîş bin, hela wê çi jin yan mêrê wan xweş bê û ewê yekê bikin.

9 Mêr û jin gerekê hertim qedirê hevdu bigirin, wî çaxî jî kengê fikirê wan ser tiştekî mîna hev nîne. Wê neaqilayî be, hergê dişirmîş bin ku du meriv dikarin mîna hev bifikirin. Çimkî çi ku bona mêr ferz e, diqewime bona jinê ferz nîne, lê çi ku jinê xweş tê, diqewime mêr xweş neyê. Lê mêr û jin gerekê qedirê hevdu bigirin, wekî xwestin û nihêrandinên hev hildin hesab, hergê ew xwestin miqabilî qanûnên Yehowa nînin. (1 Petrûs 2:16; Beramber kin Filîmon 14.) Xêncî wê yekê, mêr û jin gerekê dilê hevdu neêşînin, hevdu bêhurmet nekin û qerfa hev nekin, ne ber kesekî din, ne jî wî çaxî çaxê tenê ne.

10 Dêmek, du şîretên bextewariya malbetê, ew heye hizkirin hindava Xwedê û hindava hevdu, û qedir hindava hevdu. Lê gelo ça mêr û jin dikarin ewan du şîreta bidine xebatê zewacêda?

MALXÊ MALÊ ÇIDA ÇEV DIDINE ÎSA

11. Çawa Kitêba Pîroz dibêje kê ye serê malbetê?

11 Kitêba Pîrozda tê gotinê ku Xwedê mêr bi hunurên usa efirandiye, seva ku bibe malxê baş. Ber Xwedê cabdariya mêr ew e, ku xem bike bona ruhaniya jin-zarên xwe û tiştên matêriyalî. Ew gerekê safîkirinên usa bike, yên ku miqabilî qanûnên Xwedê nînin. Û ev gerekê seva neferên xwe meseleke baş be. “Kulfetno, usa xwe li ber mêrê xwe bişkênin, çawa li ber Xudan, çimkî mêr serê jinê ye, çawa Mesîh jî serê civînê ye” (Efesî 5:22, 23). Lê Kitêba Pîrozda usa jî tê gotinê, wekî serê mêr jî heye, guhdariya kê jî ew gerekê bike. Pawlosê şandî nivîsî: “Ez dixwazim ku hûn zanibin wekî serê her mêrî Mesîh e, serê jinê mêr e û serê Mesîh Xwedê ye” (1 Korintî 11:3). Seva ku mêr malxê baş be, ew bi bîlanî gerekê çev bide Îsa Mesîh.

12. Ça mesela Îsa me hîn dike, ku çawa guhdar bin û çawa serwêrtiyê bikin?

12 Serwêrê Îsa jî heye, ew Yehowa ye, û Îsa gura Wîda ne. Îsa got: “Ez ne ku li xwestina xwe digerim, lê xwestina yê ku ez şandime” (Yûhenna 5:30). Rastî jî Îsa meseleke baş e seva me! Pêşiya her tiştî, Îsa hate efirandinê (Kolosî 1:15). Ew bû Mesîh. Ew gerekê bibûya serwêrê civata Mesîhiyên bijartî, Padşê Padşatiya Xwedê, û ji horiya ciyê ewlin bigirta (Fîlîpî 2:9-11; Îbranî 1:4). Ew her tişt dide kifşê, ku Îsa ciyê mezin digire ber çevê Xwedê. Lê dîsa jî Îsa îzin nedida xwe yekî sert be, hêrs be, yan qe neyê xeberdanê. Îsa yekî sert û bêrem nîbû, ew hertim nedikire bîra şagirtên xwe, wekî ewana gerekê gura wîda bin. Ewî hizkirin dida kifşê û dilê wî dişewitî îlahî seva merivên hêsîr. Îsa got: “Werine cem min hemûyêd westiyayî û bargiran û ezê rihetiyê bidime we. Nîrê min hildine ser xwe û ji min hîn bin, çimkî ez şkestî me û dilmilahîm im û hûnê xwera rihetiyê bibînin. Çimkî nîrê min rihet e û barê min sivik e” (Metta 11:28-30). Xeberdana tevî Îsa, şabûn merivara dianî.

13, 14. Seva ku mêr malxê baş be, çida ew gerekê çev bide Îsa?

13 Hergê mêr dixwaze malbeta wî bextewar be, dêmek ew gerekê mîna Îsa be. Mêrê baş yekî sert û hukumhiz nîne. Ew serwêrtiya xwe usa nade xebatê ku jina wî ji wî bitirse. Lê dewsê ew hizkirinê û qedir dide kifşê hindava wê. Hergê Îsa “şkestî . . . û dilmilahîm” bû, dêmek mêrara diha lazim e şkestî bin, çimkî ewana gunekar in. Çaxê mêr şaşiya berdide ew hîviyê ye ku jina wî, bibaxşîne wî. Lema jî çaxê mêr şkestî ye, ew hêsa dikare şaşiyên xwe bide rûyê xwe, hela hê wî çaxî jî kengê wîra çetin e bêje “bibaxşîne, tu rast î”. Usa jî çaxê mêr şkestî ye, ne ku sert û bêrem e, wî çaxî jinêra hêsa ye qedirê serwêrtiya wî bigire. Lê jina guhdar jî, gerekê hazir be baxşandinê bixwaze ji mêrê xwe, seva şaşiyên xwe.

14 Xwedê jin pê hunurên gelek baş efirandiye, û mêrê serwaxt razî ye ku ew usa ye. Jin pê wan hunura dikare aliyê xweda malbeta xwe bextewar ke, û mêrê serwaxt wê yekêda riya jina xwe nagire. Bal gelek jina hunurên usa hene ça dilşewatî û dilovanî. Ew hunur gelek ferz in bona bextewariya malbetê û seva edilayê xwey kin tevî meriva. Jin usa jî xem dike bona wê yekê ku mala wê bona neferên malê rastî jî cî-sitara baş be, û her tişt malda cîwar û hewas be. Metelok serê 31-da tê gotinê derheqa jina ku gelek hunur û xeysetên wê ye baş hene. Ew gelek karê dide malbeta xwe û ewana gelek bextewar in. Zanî çira? Çimkî mêr wê yekêda îzinê dide wê û îtbariya xwe wê tîne (Metelok 31:10, 11).

15. Çawa mêr dikare çev bide Îsa, seva ku qedir û hizkirinê bide kifşê hindava jina xwe?

15 Hine kûltûrada meriv malxê malê hesab dikin ça axayê malê, û tu kes newêre tiştekî wîra bêje, hela hê pirsa jî nadine wî. Malbetên usada diqewime jin ça xulam têne hesabê. Serwêrtiya usa nebaş, heleqetiya mêr tevî jina wî xirab dike, û tevî Xwedê. (Beramber kin 1 Yûhenna 4:20, 21.) Lê hine malbetada malxê malê serwêrtiyê hilnade destê xwe û îzinê dide jina xwe, wekî ew serwêrtiyê bike. Mêrê ku gura Mesîhda ne, jina xwe hesab nake ça xulam, û qedirê wê nayîxe. Lê dewsê, mêr gerekê mîna Îsa hizkirinê bide kifşê û guh bide şîretên Pawlosê şandî, yê ku got: “Mêrno, jinêd xwe hiz bikin, çawa ku Mesîh civîn hiz kir û jiyîna xwe ber wêva da” (Efesî 5:25). Îsa Mesîh şagirtên xwe hiz dikir û emirê xwe seva wan da. Mêrê serwaxt wê çev bide Îsa hizkirinêda û gelek tişt dewa neke ji jina xwe, lê xem bike seva halxweşiya wê. Çaxê mêr çev dide Îsa û qedir û hizkirinê jina xwera dide kifşê, wî çaxî jinêra hêsa ye gura mêrê xweda be (Efesî 5:28, 29, 33).

GUHDARIYA JINÊ

16. Jin gerekê kîjan hunur bide kifşê hindava mêrê xwe?

16 Hine wext şûnda paşî efirandina Adem, Yehowa Xwedê got: “Nebaş e ku mêr tenê bimîne, komekdarek ku layîqî wî be çêkim” (Destpêbûn 2:18). Xwedê Hewa efirand seva ku ew bibe komekdara Adem, ne ku dijminê wî. Zewac gerekê mîna wê gemiyê nîbûya, ser kîjanî du gemîvan hene, yên ku hevra dikevine lecê. Mêr gerekê pê hizkirinê serwêrtî bikira, lê jinê gerekê hizkirin û qedir bida kifşê mêrê xwera û bi hazirbûnê gura wî bikira.

17, 18. Çawa jin dikare bide kifşê, wekî komekdareke baş e seva mêrê xwe?

17 Jina baş wê ne ku tenê guhdareke baş be, lê usa jî wê bibe komekdara baş, kîjan ku piştgiriya safîkirinên mêrê xwe dike. Rast e, jinêra wê wî çaxî hêsa be piştgiriya safîkirinên mêrê xwe bike, çaxê ew tevî wî qayîl e. Lê hergê jin qayîl nîne, lê yeke piştgiriya mêrê xwe dike, wî çaxî bi saya alîkariya wê, şixulê mêrê wê, wê hê pêşda here.

18 Avaya malê li ser jinê ye, lema jî seva ku mêr malxê baş be, jin wê yekêda dikare alîkariyê bide wî. Dewsa ku qerfa mêrê xwe bikî û bidî kifşê, wekî ser her tiştî neqayîl î, wê baş be razîbûna xwe wîra bidî kifşê, seva wan tişta çi ku ew bona malbetê dike. Jin dikare bawer be ku “ruhekî milûk û giran” ne ku tenê ber çevê mêrê wê qîmet e, lê usa jî “ber Xwedê pir bi qîmet e” (1 Petrûs 3:3, 4; Kolosî 3:12). Lê hergê mêr ne Şedê Yehowa ye, wî çaxî wê ça be? Herdu derecada Kitêba Pîroz jina hêlan dike “mêr û zarêd xwe hiz bikin, aqilda giran bin, nav-namûs, malkir, heyf, gura mêrê xweda bin, wekî xebera Xwedê neyê bêhurmetkirinê” (Tîto 2:4, 5). Lê wê ça be hergê mêr dixwaze wekî jina wî wê yekê bike, çi ku îsafa wê nahêle ew bike? Heger jin pê “ruhekî milûk û giran” şirovedike mêrê xwera, çira îsafa wê nahêle ewê yekê bike, diqewime mêr nihêrandina wê hilde hesab. Gelek mêr ku ne Şedên Yehowa ne, wê “bi pergaliya jinêd xwe, bê gotin jî bêne ser baweriyê gava pergaliya [wane] xofe û nave-namûs bibînin” (1 Petrûs 3:1, 2, 15; 1 Korintî 7:13-16).

19. Jin çi gerekê bike çaxê mêr zorê lê dike miqabilî qanûnên Xwedê here?

19 Lê jin gerekê çi bike, hergê mêrê wê dixwaze, wekî jina wî ewê yekê bike, çi ku miqabilî qanûnên Xwedê ye? Wî çaxî, jin gerekê bîr neke, wekî Hukumdarê wêyî pêşiyê Xwedê ye. Jin gerekê usa bike çawa ku şandî dikirin, çaxê zorê wan dikirin miqabilî qanûnên Xwedê herin. Karên Şandiya 5:29-da tê gotinê: “Petrûs û şandiyêd mayînva cab dan û gotin: ‘Em gerekê gura Xwedê bikin, ne ku ya meriva’”.

WEDE BIVÎNIN BONA XEBERDANÊ

20. Mêr û jin dîsa kîjan derecada gerekê hizkirinê û qedir hevdura bidine kifşê?

20 Çaxê mêr û jin tevî hevdu xeber didin, wî çaxî jî ewana gerekê hizkirin û qedir bidin kifşê. Mêrê ku jina xwe hiz dike, wê lê pirs ke hela şixulê wê ça ne, xemên wê hene yan na, usa jî wê pêbihese hela ew çi dişirmîş dibe ser cûre-cûre pirsên din. Bona jinê ew yek lazim e. Çimkî, çaxê mêr wede divîne wekî tevî jina xwe xeber de û wedê xeberdanê guh dide wê, bi wê yekê ew hizkirin û qedir dide kifşê (Aqûb 1:19). Yazix, lê hine jin gazina dikin, çimkî mêrê wan wede navînin, seva tevî wan xeber din. Roja îroyîn gelek çetin e ebûra malbetê bikin, lema jî mêr gelek wede xerc dike ser xebatê. Seva kêmasiya matêrîalî, hela hê jin jî hewce dibe xebatê xwera bivîne. Lê gelek ferz û lazim e, wekî mêr û jin wede bona hevdu bivînin. Hergê ewana usa nekin, dilê wan dikare hindava hevdu sar be. Hergê jin yan mêr destpêkin bal kesekî din dilşewatiyê bigerin, wî çaxî çetinayên giran dikarin malbetêda pêşda bên.

21. Xeberdana mêr û jin hindava hevdu gerekê çi cûreyî be?

21 Ferz ew e ku mêr û jin çi cûreyî tevî hev xeber didin. “Xweşxeberdan mîna hingivê . . . ye, li ruh xweş e û li hestûya derman e” (Metelok 16:24). Firqî tune mêr yan jina te Şedê Yehowa ye yan na, şîretên ji Kitêba Pîroz bona her kesa yek e. “Bira xeberdana we merîfetî û xwêkirî be”, dêmek xweş be (Kolosî 4:6). Hergê mêr yan jin westiyayî vedigere mal, wî çaxî çend xeberên şîrin ji aliyê mêr yan jinê, dikare rihetiyê bike dil. “Gotineke cîda mîna sêva zêrîn e li ser zîv qaşkirî” (Metelok 25:11). Gelek ferz e xeberên rast bijbêrin û pê dengê bilind nebêjin. Mesele, dibeke tu sert bêjî: “Derî dade!” Lê çiqas baş e hergê xeberên te merîfetî û “xwêkirî” bin, û bi dengê nerm bêjî: “Ji kerema xwe derî dade”.

22. Çi dîsa lazim e bikin seva heleqetiya mêr û jin baş be?

22 Çaxê mêr û jin gotinên şîrin hevra dibêjin, bi hizkirinê ser hev dinihêrin, şixulên qenc bona hev dikin, nerm, rem û femkar in, wî çaxî heleqetiya wan baş dibe. Usa jî çaxê mêr û jin qewatê bidin xebatê, seva ku heleqetiya baş xwey kin, ew yek wê alî wan bike dilê xwe hevdura vekin. Heleqetiya baş wedê xemgîniyê û strêsê jî, wê alî wan bike hewcên hevdu hildine hesab. Kitêba Pîroz me hêlan dike “dil bidine ber tirsoneka [dilşkestiya]” (1 Têsalonîkî 5:14). Lê carna usa diqewime, wekî yan mêr yan jin xwe dilteng texmîn dikin. Wî çaxî mêr û jin gerekê “dil bidine” ber hev (Romayî 15:2).

23, 24. Çawa hizkirin û qedir dikare alî mêr û jin bike, wedê çetinaya? Meselê gilî kin.

23 Çaxê mêr û jin hevdu hiz dikin û qedirê hevdu digirin, ewana wê rast hevdu fem bikin. Û hergê ji wan yek tiştekîda nerazî be tevî yên din, ewê din wê nefikire, ku ew rikanava nerazî ye. Mêr û jin gerekê hindava hevdu sert nîbin (Kolosî 3:19). Ewana gerekê bîra xweda xwey kin, wekî “caba nerm hêrsê datîne” (Metelok 15:1). Ça mêr, usa jî jin gerekê fesal bin, wekî mêr yan jina xwe bêhurmet û nimiz nekin, çaxê ewana derdê dilê xwe gilî dikin. Çaxê mêr yan jina te dilê xwe tera vedike, ew yek mecalê dide te pêbihesî derheqa nihêrandina wî (wê). Usa bikin, wekî wedê şêwirkirinê hûn bêne ser nêtekê.

24 Werên mesela Serayê bikine bîra xwe. Serayê şîret da mêrê xwe Birahîm, ku ça ewana dikarin problêmê safî kin, şîreta wê Birahîm xweş nehat. Xwedê gote Birahîm: “Guhdarîya gotina wê bike” (Destpêbûn 21:9-12). Birahîm guh da şîreta Serayê û seva wê yekê hate keremkirinê. Bi wî cûreyî, hergê safîkirina mêr û jin ji hevdu cude dibe, yeke mêr gerekê hazir be heta xilaziyê guh bide jina xwe. Lê ew nayê hesabê wekî jin gerekê her tiştî hilde ser xwe, jin gerekê guh bide wê yekê çi ku mêrê wê dibêje (Metelok 25:24). Hergê mêr yan jin her gav ser ya xwe disekine wekî tenê bi xwestina wî yan wê be, usa ewana didine kifşê ku hizkirin û qedir nav wanda tune.

25. Xeberdana layîq çira lazim e seva heleqetiya sêksûal?

25 Heger mêr û jin xeberdanêda dilê xwe hevra vekin, wî çaxî heleqetiya wane sêksûal jî wê baş be. Çimkî xwehizî û kêmasiya xwegirtinê, ser heleqetiya sêksûal gelek xirab dikare hukum ke. Gelek ferz e dilvekirî bin hindava hevdu û sebir bin. Hergê mêr û jin bi dil bona hevdu xem dikin, wî çaxî heleqetiya sêksûalda problêmên wan wê tune bin. Her ji wan derecada û derecên dinda “nebe ku yek kara xwe bigere, lê ya hevalê xwe” (1 Korintî 7:3-5; 10:24).

26. Seva ku zewac bextewar be, çira mêr û jin gerekê guh bidin şîretên ji Kitêba Pîroz?

26 Şîretên ji Kitêba Pîroz bi rastiyê jî qîmet in! Rast e, malbet ça rastî tiştên baş tê usa jî rastî tiştên xirab tê. Lê hergê mêr û jin guh didin şîretên Yehowa, kîjan ku Kitêba Pîrozda nivîsar in û heleqetiya xwe ava dikin ser hîmê prînsîpên hizkirinê û qedir, wî çaxî ewana dikarin dudilî nîbin, wekî zewaca wan wê dirêj û bextewar be. Ew yek wê alî wan bike ne ku tenê qedirê hevdu bigirin, lê usa jî qedirê Sazkarê malbetê, dêmek Yehowa Xwedê.