Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Di Xizmetêda Hê Cêribandî be; Alî Şagirta Dikin seva ku Xwe Tesmîl kin û Bêne Nixumandinê

Di Xizmetêda Hê Cêribandî be; Alî Şagirta Dikin seva ku Xwe Tesmîl kin û Bêne Nixumandinê

ÇIMA EW YEK FERZ E: Seva ku qebûlkirina Yehowa bistînin, şagirt gerekê jîyîna xwe tesmîlî Wî bikin û bêne nixumandinê (1 Pt. 3:21). Ewên ku li gora tesmîlkirina xwe dijîn, ruhanîda xweykirî ne (Zb. 91:1, 2). Mesîhî xwe tesmîlî Yehowa dikin, ne ku tesmîlî merivekî, xebatekî yan teşkîletekî. Lema jî, şagirt gerekê hizkirin û şikirdariya xwe hindava Yehowa mezin kin (Rm. 14:7, 8).

ÇA EVÊ YEKÊ BIKIN:

  • Wedê hînkirinê şêwir ke wekî elametiya dayî, mera çi eyan dike derheqa Yehowa. Şagirt hêlan ke her roj Kitêba Pîroz bixûne û “her gav” Yehowara dua bike (1 Ts. 5:17; Aqb. 4:8).

  • Şagirtê xwe hêlan ke, ku nêtên ruhaniye usa dayne pêşiya xwe, ça xwetesmîlkirin û nixumandin. Usa jî alî wî bike nêtên biçûk dayne pêşiya xwe, mesele caba xwe bide ser civata, yan şedetiyê bide merivên xwera û heval-xebatkara. Bîr neke ku Yehowa zorê nake ser meriya, seva ku ewana wîra xizmet kin. Xwetesmîlkirin, safîkirina şexsî ye (Qn.Dc. 30:19, 20).

  • Şagirtê xwe hêlan ke, jîyîna xweda guhastinên lazim bike seva ku Yehowa xweş bê û layîqî nixumandinê be (Mtl. 27:11). Dibeke şagirtra timê alîkarî lazim be, seva ku bikaribe xeyset-nihêrandina xweye berê biguhêze û bibe merivê nû (Ef. 4:22-24). Dîna wî bide li ser rêza gotarên “Birca Qerewilîyê” bi navê “Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze”.

  • Şagirtra gilî ke derheqa şabûnê, ku te ji xizmetkirina Yehowara stand. (Îş. 48:17, 18).