Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN | ŞABÛNA XWE XIZMETIYÊDA ZÊDE KE

Hacetên Lêkolînê Bide Xebatê

Hacetên Lêkolînê Bide Xebatê

Yehowa mera haceta dide, wekî em bi hostetî meriva hîn kin. Mesele, ev hene vîdêo, belavok, broşûr, kitêb û haceta meye sereke Kitêba Pîroz (2 Tîm. 3:16). Ew usa jî hacetên lêkolînê dide me, seva ku em bikaribin rêzên ji Kitêba Pîroz şirovekin. Besa xeberê, “Kitêbxana Birca Qerewiliyê”, “JW Library”®, “KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê”, û “Rêberiya Lêkolînkirinê bona Şedên Yehowa”.

Tuyê şabûneke mezin bistînî, hergê wan hemû haceta bidî xebatê, seva ku Kitêba Pîroz kûr lêkolîn bikî. Xêncî vê yekê, xwendekarên xwe jî hîn ke, wekî ewana van haceta bidine xebatê. Ewana jî wê şabûneke mezin bivînin, gava xwexa cabên ser pirsên xweye Kitêba Pîrozva girêdayî, bistînin.

BINIHÊRIN VÎDÊO “ŞABÛNÊ BISTÎNE JI HAZIRKIRINA ŞAGIRTA; ALÎKARIYA YEHOWA QEBÛL KE; HACETÊN TEZE”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Jîyanayê derheqa efirandinê kîjan pirs pêşda anî?

  • Nîtayê derheqa vê pirsê kîderê înformasiya dît?

  • Gava em xiznên ruhanî digerin û merivara gilî dikin, ew yek mera şabûnê tîne

    Ewê çawa têmeke usa bijart, ya ku Jîyanayêra wê diha kêrhatî bûya?

  • Xebitandina hacetên bona lêkolînê, çawa ser Nîtayê hukum kir?