MÎNA ÎSA BIJÎN
Tu Dikarî Wedê Xwe û Qewata Xwe Qurban Bikî?
Îro em divînin, wekî teşkîleta Yehowaye ser erdê li gora pêxembertiya Îşaya diha mezin dibe û pêşda diçe (Îş. 54:2). Ji bo wê yekê lazim e diha zêde Odên Civata, Odên Civatên Mezin û avayên Beytelê ava kin. Paşî avakirinê jî lazim e, wekî ev avayî rind bêne xweykirinê û tezekirinê. Ew şixulên avakirinê çi mecala mera vedikin, wekî wede û qewata xwe bona Yehowa qurban kin?
-
Çaxê koma me Oda Civatê temiz dike, em dikarin alîkariyê bidin
-
Em dikarin hîvî kin, wekî me hîn kin ku çawa miqatî Oda Civatê bin
-
Em dikarin blanka bona Îdara Şixulê Avakirinê (DC-50) tije kin, wekî car-cara mihala xweda şixulê avakirinêda û xweyîkirinêda alîkariyê bidin
-
Em dikarin blankê tije kin, ku wedelû Beytelêda xizmet kin (A-19), dêmek heftêkî yan hê zêde alîkariyê bidine Beytelê
BINIHÊRIN VÎDÊO “PROÊKTA AVAKIRINA TEZE, HATE HAZIRKIRINÊ; PAREK”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
-
Ji sala 2014 ça hewcetiya vîdêoya zêde bû?
-
Seva ku hê zêde vîdêoya hazir kin, kîjan proêkt gerekê bê sazkirinê, û çi çax dixwazin evê proêktê destpêkin û xilaz kin?
-
Çawa xûşk-bira dikarin bi rezedilî vê proêktêda alîkariyê bidin?
-
Hergê em dixwazin Ramapoyêda ser avakirinê kar bikin, çima gerekê blanka (DC-50) tije kin û mihala xweda alîkariyê bidin Îdara Şixulê Avakirinêda?
-
Ji ku tê kifşê, wekî Yehowa rêberiya vê proêktê dike?
-
Em çi cûreyî dikarin piştgiriya vê proêktê bikin, hergê vê avakirinêda nikarin alîkariyê bidin ji bo derecên xweye şexsî, yan jî ku em li ser têrîtoriya Beytela Welatên Yekbûyî najîn?