Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | GELO HEYE KARA DUA?

Dua​—Ew Çi Karê Dikare Bide Te

Dua​—Ew Çi Karê Dikare Bide Te

Çaxê tu dixwazî destpêkî tiştekî bikî, tebiyetî ye ku dibeke tu difikirî: “Ev wê karê bide min?” Lê hergê em pirsê bidine xwe ku gelo kara dua heye, ev tê hesabê ku em xwehiz in? Na. Em dixwazin bizanibin, ku çi ku em dixwazin bikin, vê yekêda tiştekî baş heye yan na.

Di têmên derbazbûyîda me şêwir kir, ku dua ne ku tenê edetê rêlîgiyayê ye yan dilrihetkirin e, lê ew hê zêde ye. Xwedayê rast bi rastiyê dua dibihê. Hergê em rast dua dikin û bona tiştên rast ji wî hîvî dikin, ew wê guh bide duayên me. Rastî jî, ew gelek dixwaze ku em nêzîkî wî bin (Aqûb 4:8). Lê hergê em timê dua dikin, em çi karê dikarin bistînin? Were xeberdin derheqa çend kara.

Edilayî.

Çaxê problêm û çetinayî rastî te tên, tu zef xemgîn dibî? Kitêba Pîroz me hêlan dike ku wedê wan çetinaya “her gav dua bikin”, û ku xwestina me “bira bi dua-dirozga, . . . Xwedêva eyan be” (1 Têsalonîkî 5:17; Fîlîpî 4:6). Kitêba Pîroz mera dibêje ku hergê em Xwedêra dua bikin, “edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirêd [me] yektiya Mesîh Îsada xwey ke” (Fîlîpî 4:7). Emê dilrihet bin, çaxê dilê xwe Bavê xweyî ezmanara vekin. Çimkî ew xwexa me hêlan dike ku usa bikin. Di Zebûrda tê gotinê: “Tu barê xwe ji Xudanra bihêle, ewê te li ser lingan bihêle” (Zebûr 55:22, ÎM).

“Tu barê xwe ji Xudanra bihêle, ewê te li ser lingan bihêle” (Zebûr 55:22, ÎM).

Gelek meriva nav temamiya dinyayê ev edilayî texmîn kirine. Hê Ran ji Korêya Başûrê, dibêje: “Hela hê çaxê problêmên mine mezin jî hene, ez çawa ku dua dikim, ez texmîn dikim ku barekî giran ser min hate hildan û divînim ku qewata min heye teyax kim ber wan problêma”. Sêsîlîa, di Fîlîpînêda, gilî dike: “Çimkî ez dê me, ez gelek xemgîn dibim seva qîzên xwe, û usa jî seva diya xwe, ku niha ji bo nexweşiyê nikare min nas ke. Lê bi saya duakirinê, ez jîyîna xweye her rojîda kêm xemgîn dibim. Çimkî ez zanim ku Yahowa wê alî min bike ku ez miqatî wan bim”.

Berdilî û qewat wedê çetinaya.

Dibeke hûn rastî strêsê tên, yan jî derecên gelek giran, kîjan ku dikarin ziyanê bidin emirê we. Xwedêyê “hemû berdiliyê” dikare gelek we dilrihet ke, hergê hûn wîra dua bikin. Kitêba Pîroz dibêje, ku ew “hemû telî-tengiyada dil dide ber me” (2 Korintî 1:3, 4). Mesele, carekê çaxê Îsa gelek strêsêda bû, ew kete ser çoka û dua kir. Û çi bû paşî vê yekê? “Ji ezmên milyaketek wîva xuya bû û ew qewat kir” (Lûqa 22:41, 43). Carekê jî tirs kete dilê mêrekî amin Nehemya, bo merivên zulm yên ku dixwastin ew şixulê Xwedê bidana sekinandin, kîjan ku ewî gerekê bikira. Ewî dua kir: “Ya Xwedê, niha qewatê bide destê min”. Paşê usa bû, ku bi rastiyê Xwedê alî wî kir seva ku ew netirse û şixulê xwe rind bike (Nehemiya 6:9-16). Rêcênald ji Ganayê, gilî kir ku çaxê ew dua dike çi texmîn dike: “Çaxê ez îlahî wedê problêmên giran dua dikim, hingê ez texmîn dikim ku ez problêma xwe gilî dikim wî kesîra, qewata kê jî heye alî min bike û kîjan ku min dide bawerkirinê, wekî meniya xemgîniyê tune ye”. Belê, Xwedê dikare me dilgerm ke çaxê em wîra dua dikin.

Bîlanî ji Xwedê.

Hine safîkirinên ku em dikin dikarin ser me û merivên meyî nêzîk hukum bin. Lê em ça dikarin safîkirina bi bîlanî bikin? Kitêba Pîroz dibêje: “Heger serwaxtiya yekî ji we têra wî nake, [îlahî wedê çetinaya] bira hîvî ji Xwedê bike û wê ji wîra bê dayînê. Ew bi merdanî dide hemûya û tu kesî bêqedir nake” (Aqûb 1:5). Hergê em dua dikin bona bîlaniyê, Xwedê dikare ruhê xweyî pîroz bide xebatê, seva ku em safîkirina bi bîlanî bikin. Û em dikarin raste-rast ji Xwedê bixwazin ruhê pîroz, çimkî Îsa got ku “Bavê ezmana wê çiqas zêde Ruhê Pîroz bide ewêd ku ji wî dixwazin” (Lûqa 11:13).

“Min timê Yahowara dua dikir, bona rêberiyê bide min ku safîkirinê rast bikim” (Kwabêna, Gana).

Hela hê Îsa jî çaxê safîkirinên ferz dikir, ji Bavê xwe hîvî dikir bona alîkariyê. Kitêba Pîroz mera dibêje ku çaxê Îsa dixwest 12 şagirta bijbêre, yên ku gerekê bibûna şandiyên wî, ewî “temamiya şevê ber Xwedê bi dua derbaz kir” (Lûqa 6:12).

Îro jî geleka mîna Îsa dîtine, ku Xwedê caba duayên wan daye, û alî wan kiriye ku safîkirina bi bîlanî bikin. Rêgîna, ji Fîlîpînê, gilî dike derheqa cûre-cûre problêma, kîjan ku rastî wê hatine. Paşî mirina malxê xwe, ewê gerekê xwe û malbeta xwe xwey kira, hin jî ewê xebata xwe unda kir û mezinkirina zarada çetinayî didît. Lê çi alî wê kir ku safîkirina rast bike? Ew dibêje: “Bi saya duakirinê min alîkarî ji Yahowa distand”. Kwabêna ji Ganayê, gilî dike ku ewî çira alîkarî ji Xwedê xwest. Ew dibêje: “Min xebata xweye ser avakirinê unda kir, kîjan ku heq gelek bû”. Çaxê Kwabêna difikirî ku kîjan cûre xebatê bijbêre, ewî got: “Min timê Yahowara dua dikir, bona rêberiyê bide min, ku safîkirinê rast bikim”. Ew zêde dike: “Ez zef texmîn dikim, ku Yahowa alî min kir wekî ez xebata usa bijbêrim, ku bikaribim bona hewcên xweye ruhanî û fîzîkî xem bikim”. Hûn jî dikarin bivînin rêberiya Xwedê, çaxê dua bikin bona wan tişta, kîjan ku dikarin hukum bin ser heleqetiya we tevî Xwedê.

Me xeberda derheqa tenê hine kara, kîjan ku hûn dikarin ji dua bistînin. (Bona hê zêde mesela, binihêrin çargoşe “ Kara Dua”.) Lê seva ku hûn ewan kara bistînin, ya ewlin hûn gerekê Xwedê û qirara wî nas kin. Hergê hûn dixwazin ewê yekê bikin, em we hêlan dikin ku ji Şedên Yahowa alîkariyê bixwazin bona hînbûna Kitêba Pîroz. a Ev wê gava weye pêşin be ku nêzîk bin tevî wî, “Yê ku duayan dibihîze” (Zebûr 65:2, ÎM).

a Bona hê zêde înformasiya, têklî bin tevî Şedên Yahowa ku nêzîkî we dimînin yan jî bikevine ser malpera me www.jw.org.