Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Rûspî Çawa Dikarin Birêd Din Hîn kin?

Rûspî Çawa Dikarin Birêd Din Hîn kin?

“Dema her tiştî heye” (WAÎZ 3:1).

1, 2. Di gelek civatada berpirsiyarêd mihalê çi texmîn kirin?

 BERPIRSIYARÊ mihalê îda xilaz dikir civata tevî rûspiya. Ewî wan bira dinihêrî û bal wî hizkirina qayîm pêşda dihat bona şixulkariya wane giran, û hinek bona wî ça bav bûn. Lê dilê wîda pirseke ferz hebû, derheqa çi jî ew difikirî. Ewî pirsî: “Birano, we çi kir bona hînkirina birêd din, wekî ewana hê zêde cabdariyê hildin di civatêda?” Wan rûspiya zanibûn ku wedê serlêdana pêşiya wê carê, berpirsiyarê mihalê ewana hêlan kiribûn, wekî hê zêde wede xerc kin seva ku birêd din hîn kin. Xilaziyê, rûspîkî caba xwe da û got: “Me gelek hindik kir”. Û hemû rûspî jî tevî wî qayîl bûn.

2 Hergê tu rûspî yî, dibek te jî caba xwe usa bida. Berpirsiyarêd mihalê texmîn kirin, wekî gelek rûspiyara lazim e êpêce wede xerc kin, seva ku birêd cahil û emirda mezin hîn kin, wekî ewana alî civatê bikin. Lê ew yek dikare gelek çetin be. Çira?

3. a) Kitêba Pîroz ça nîşan dike wekî gelek ferz e yêd din hîn kin, û çira her kes ji me gerekê mijûl be wê hînkirinêva? (Binihêre spartin.) b) Çira hine rûspiyara dikare çetin be wekî yêd din hîn kin?

3 Çawa rûspî, tu zanî wekî ferz e wede xerc kî seva ku bira hîn kî. a (Binihêre spartin.) Tu zanî wekî gelek bira lazim in wekî alî civata bikin ku qewî bimînin û usa jî paşê alî civatêd teze bikin. (Bixûne Îşaya 60:22.) Kitêba Pîroz dibêje ku tu gerekê yêd “din hîn” kî. (Bixûne 2 Tîmotêyo 2:2.) Lê dikare çetin be wekî wede bivînî ku ewê yekê bikî. Çimkî tu gerekê bixebitî û hewcêd malbeta xwe razî kî. Tu usa jî xem dikî derheqa hewcêd civatê û derheqa tiştêd ferze din. Rast e gelek tişt heye wekî bikin, lê werên şêwir kin ku çira gelek ferz e wekî wede bivînin, seva ku yêd din hîn kin.

HÎNKIRIN GELEK FERZ E

4. Cara rûspî çira paş dixin ku birêd din hîn kin?

4 Çira dikare çetin be wede xerc kin wekî di civatêda birêd din hîn kin? Hinek usa dikarin dişirmîş bin: “Di civatêda hene tiştêd diha ferz, û gerekê lez bêne kirinê. Hergê ez niha birêd din hîn ne kim, ew wê ser civatê hukum nebe”. Gelo ew yek rast e? Bona tiştêd din jî lazim e lez dîna xwe bidêyî. Lê hergê tu hînkirina bira paşxî, tu dikarî bi rastiyê ziyanê bidî civatê.

5, 6. Em çi dikarin hîn bin ji mesela derheqa ajovan, û ça ew miqatiyê erebe xwe dike? Em ça dikarin ewê meselê beramber kin tevî hînkirinê di civatêda?

5 Dişirmîş be ser wê meselê. Ajovan zane ku seva erebe bê xweykirinê, lazim e timê rûnê wê biguhêze. Lê ew dikare dişirmîş be benzînê (petrol) berî erebê de, ew yek diha ferz e, seva ku erebe nesekine. Ew usa jî dikare dişirmîş be ku hergê ew betal nîne dikare rûn dereng biguhêze. Rast e erebe hine wede wê bixebite. Lê ew yek dikare gelek xof be. Hergê ajovan wededa rûn neguhêze, wî çaxî zû yan dereng erebe wê xirab be. Axiriyêda, wîra wê lazim be gelek wede û pere xerc ke, wekî erebê çêke. Ji vê meselê em çi dikarin hîn bin?

6 Rûspî gerekê derheqa tiştêd ferz zû xem bikin. Hergê ewana usa nekin, civatê ziyanê bistîne. Çawa ajovan gerekê timê benzînê berî erebê de, usa jî rûspî gerekê “kîjan here qenc e” bijbêre (Fîlîpî 1:10). Lê hine rûspî dikarin usa tiştêd ferzva girêdayî bin, ku wedê wan tune wekî yêd din hîn kin. Ew dibe mîna wê yekê, ku rûnberdana erebê pişguhê xweva bavêjî. Hergê rûspî egle dibe ku bira hîn ke, zû yan dereng civatêda wê tune bin birêd hînbûyî, seva xem bikin derheqa hemû tiştêd ku gerekê bêne kirinê.

7. Em ça gerekê binihêrin ser wan rûspiya, yêd ku wede divînin yêd din hîn kin?

7 Dêmek tu car dişirmîş nebe wekî yêd din hîn kî ferz nîne. Rûspiyêd ku xem dikin derheqa axiriya civatê û wede divînin seva ku yêd din hîn kin, ewana bîlan in û gelek qîmet in bona xûşk birêd xwe. (Bixûne 1 Petrûs 4:10.) Lê çawa civat karê distîne?

WEDE RAST BIDE XEBATÊ

8. a) Çi rûspiya hêlan dike wekî yêd din hîn kin? b) Rûspiyêd ku qulix dikin wêderê kîderê hewcetî zef e, çi cabdariya wane ferz heye? (Binihêre çargoşe “ Şixula Ferz”.)

8 Hela hê rûspiyêd cêribandî jî gerekê milûk bin û fem bikin ku çaxê ewana kal bin, wê nikaribin haqasî bikin çiqasî niha dikin (Mîxa 6:8). Usa jî rûspî gerekê bizanibe ku “wext û dem” dikarin nişkêva çetinayê usa wanra bînin, wekî çetin be cabdariya xwe biqedînin (Waîz 9:11, 12; Aqûb 4:13, 14). Ji bo vê yekê ku rûspî cimeta Yahowa hiz dikin û bona wan xem dikin, ewana gelek dixebitin wekî birêd cahil hîn kin, çi ku ewana gelek sala hîn bûne. (Bixûne Zebûr 71:17, 18.)

9. Ji bo kîjan qewimandina axiriyê, hînkirin hê ferz e?

9 Rûspiyêd ku yêd din hîn dikin gelek qîmet in, seva vê yekê jî, ku bi saya cefê wan civat qewî dibe. Ew hînkirin gelek alî bira dikin wekî hazir bin alî civatê bikin seva ku civat yektiyêda bimîne û amin be Xwedêra. Ew yek niha wedê rojêd axiriyê lazim e, û wê gelek ferz be wedê hatina tengasiya mezin (Hezeqêl 38:10-12; Mîxa 5:5, 6). Gelî rûspiyêd delal, roja îroda destpêkirî timê wede bivînin, wekî yêd din hîn kin.

10. Rûspî çi gerekê bike wekî bona hînkirinê wede bivîne?

10 Em fem dikin wekî grafîka te îda tije ye, çimkî tu xem dikî derheqa tiştêd civatêye ferz. Lema tera lazim e, wekî hine wedê bona şixulê civatê kêm kî û xerc kî seva hînkirina bira (Waîz 3:1). Hergê tu usa bikî, tê wede rast xerc kî û axiriyêda tuyê karê bînî civatêra.

DILÊ ŞAGIRT HAZIR KE

11. a) Ji şîretêd ku rûspiyêd di cûre-cûre welatada dan, çi tê kifşê? b) Li gora Metelok 15:22, çira ferz e wekî em şêwir kin derheqa şîretêd rûspiyêd din?

11 Wan paşwextiya, ji hine rûspiyêd cêribandî, yêd ku bira hîn dikin ku civatêda hê zêde bikin, pirsîn ku ça ewana bira hîn dikin. b (Binihêre spartin.) Rast e ewana cûre-cûre welata û civatada bûn, lê şîreta hemûya mîna hev bû. Ew yek çi kifş dike? Ew nîşan dike ku hînkirina ser hîmê Kitêba Pîroz kêrhatî ye “li her dera hemû civîna” (1 Korintî 4:17). Di vê têmayêda û di têma dinda emê şêwir kin derheqa hine şîretêd wan rûspiya (Metelok 15:22). Rûspiyêd ku hîn dikin em nav kin ça hînkar, lê ewêd ku hîn dibin ça şagirt.

12. Çi gerekê hînkar bike heta ku destpêke hîn ke û çira?

12 Ya pêşiyê, hînkar gerekê dilê şagirt hazir ke. Lê çira ew yek ferz e? Çawa ku yê diçîne, pêşiyê erd hazir dike paşê toxim direşîne, hînkar jî gerekê pêşiyê dilê şagirt hazir ke, paşê tiştêd teze wî hîn ke. Lê çawa hînkar dikare dilê şagirt hazir ke? Ew dikare çev bide hînkarê cêribandîyî berê, pêxember Samûyêl.

13-15. a) Yahowa çi gote Samûyêl ku ew bike? b) Samûyêl ça Şawûl hazir kir bona kifşkirina wîye teze? (Binihêre şikilê ewlin.) c) Çira mesela Samûyêl dikare roja îroyîn bona rûspiya kêrhatî be?

13 Carekê, 3 000 sal zêdetir paşda, Yahowa Samûyêlra ku emirda mezin bû got: “Sibê, di van wextanda ji welatê Benyamîn wê zilamekî ji tera bişînim û tuyê wî li ser netewa [cimeta] min Îsraêl, bona ku bibe serok mesh [rûn] bike” (1 Samûyêl 9:15, 16). Samûyêl fem kir ku ew îda wê rêberiyê cimeta Îsraêl neke, çimkî Yahowa dixwaze wekî ew kesekî din kifş ke. Û Samûyêl seva ku merivê teze hazir ke, fikirî û plan çêkir.

14 Roja duda, Samûyêl rastî Şawûl hat, û Yahowa gote wî: “A vay zilamê ku ji tera gotime!” Derbêra, Samûyêl usa kir çawa ku safî kiribû. Ewî mecaleke rind çêkir, wekî bikaribe tevî Şawûl xeberde. Samûyêl Şawûl û qulixkarêd wî teglîf kir ser nanxwarinê, û ciyê lapî baş û xwarina lape baş da wan. Samûyêl got: “A vay, yê ku dest lê hatiye danîn bigire ber xwe û bixwe”. Paşî nanxwarinê Samûyêl Şawûl teglîfî mala xwe kir. Rêva wana bi hewas hevra xeberdidan. Çaxê ewana gihîştine mala Samûyêl, hilkişiyane ser xanî, û Samûyêl “li ser xanî bi Şawûlra axifî [xeberda]” heta biçûna razana. Roja din, Samûyêl Şawûl rûn kir, ew paç kir, û gelek şîret da wî. Paşî vê yekê, Şawûl çû, çimkî ew hazir bû bona derecêd ku wê biqewimin (1 Samûyêl 9:17-27; 10:1).

15 Samûyêl Şawûl rûn kir wekî ew bibe serwêrê cimetê. Rast e ew cuda dibe ji wê yekê çaxê bira hîn dikin ku civatêda bibine rûspî yan berdestiyêd civatê. Lê yeke rûspî dikarin gelek dersêd ferz hîn bin, ji wê yekê ku çawa Samûyêl dilê Şawûl hazir kir. Werên xeberdin derheqa du dersa.

HÎNKARÊD TIMÊ HAZIR Û HEVALÊD BAŞ

16. a) Ça ser Samûyêl hukum bû, çaxê îsraêliya padşa xwestin? b) Samûyêl çi kir çaxê Yahowa gote wî ku Şawûl rûn ke?

16 Timê hazir be, egle nebe. Çaxê Samûyêl cara pêşin bihîst ku îsraêlî dixwazin wekî merivek bibe padşa, ew berxweket û razî nebû (1 Samûyêl 8:4-8). Samûyêl nedixwast padşa bide wan, û lema Yahowa sê cara gote Samûyêl ku gura cimetê bike (1 Samûyêl 8:7, 9, 22). Rast e Samûyêl razî nîbû, lê yeke ewî dexesî nekir û hêrs neket ser wî merivî, kê ku wê dewsa wî bibûya serkar. Çaxê Yahowa gote Samûyêl wekî Şawûl rûn ke, ewî xwe egle nekir. Ew hazir bû gura Xwedê bikira ne ku seva borcdar bû, lê ewî Yahowa hiz dikir.

Hînkarno, ji grafîka xweye tije wede hildin û ser şagirt xerc kin

17. Rûspiyêd îro ça çev didine Samûyêl, û ewana bona çi şa dibin?

17 Îro gelek rûspiyêd cêribandî hene, ku çev didine Samûyêl û bi hizkirin yêd din hîn dikin (1 Petrûs 5:2). Ew rûspiyêd qenc, bi hazirbûnê yêd din hîn dikin û natirsin cabdariya xwe nîvî kin tevî şagirtêd xwe. Dewsê, ewana wana hesab dikin ça hevalqulixkarêd qîmet, yêd ku wê komekê bidin seva hewcêd civatê (2 Korintî 1:24; Îbranî 13:16). Ew rûspiyêd helal, şa dibin çaxê ew şagirt feresetêd xwe didine xebatê, wekî alî cimeta Yahowa bikin (Karêd Şandiya 20:35).

18, 19. Rûspî çawa dikare dilê şagirt hazir ke, û çira ew yek ferz e?

18 Bibe heval, ne ku tenê hînkar. Samûyêl çaxê rastî Şawûl hat, ewî dikaribû derbêra rûn berî ser serê wîda û usa ew rûnkira ça padşa. Padşê teze wê rûnkirî bûya, lê wê hazir nîbûya rêberiyê cimeta Xwedê bike. Dewsê, Samûyêl wede xerc kir seva ku dilê Şawûl hazir ke bona cabdariya wîye teze. Pêşiya ku ewî Şawûl rûnkira, wana tevayî nan xwar, geriyan, gelek wede tevî hev xeberdan, û hela hê hêsa jî bûn. Samûyêl dixwast wedê rastda padşê teze rûn ke.

Destpêkirina hînkirinê gerekê destpêbe bi hevaltiyê (Binihêre abzasa 18, 19)

19 Îro jî usa ne. Pêşiya ku rûspî destpêke bira hîn ke, ew gerekê qewatê xerc ke wekî wîra bibe heval. Ew yek ku rûspî çi bike wekî şagirtara hewas be, girêdayîye tevî derece û kûltûrayê. Firqî tune tu ku dijîyî, hergê tu wede hildidî ji grafîka xweye tije û xerc dikî bona şagirt, ew wê bizanibe ku ew bona te ferz e. (Bixûne Romayî 12:10.) Şagirt wê ese ji te gelek razî be, wekî tu bona wî xem dikî û wedê xwe bona wî xerc dikî.

20, 21. a) Bi texmîna te hînkarê cêribandî gerekê çi cûreyî be? b) Di têma dinda emê çi pêbihesin?

20 Rast e hînkarê cêribandî hiz dike ku yêd din hîn ke. Lê ew usa jî gerekê wî merivî hiz ke kîjanî hîn dike. (Beramber kin Yûhenna 5:20.) Çira ew yek ferz e? Çaxê şagirt texmîn dike ku tu wî hiz dikî, ew wê bixwaze û hazir be wekî ji te hîn be. Dêmek rûspî gerekê ne ku tenê qewatê xerc ke seva hîn ke, lê usa jî gerekê bibe hevalê baş (Metelok 17:17; Yûhenna 15:15).

21 Paşî hazirkirina dilê şagirt, rûspî dikare destpêke hîn ke. Lê rûspî dikarin kîjan mêtoda bidine xebatê? Di têma dinda em dikarin pêbihesin.

a Ew têma bona rûspiya ye. Lê her yek gerekê ewê înformasiyêva mijûl be. Çira? Ew yek wê alî hemû bira bike ku fem bikin wekî wanra lazim e hîn bin, seva ku civatêda hê zêde bikin. Çaxê gelek birêd cêribandî hene ku alî civatê bikin, civatêda her kes wê karê bistîne.

b Ew rûspî dimînin li Avstralyayê, Bangladêşê, Bêljîkê, Brazîlyayê, Fransayê, Guyana Fransiyê, Japonyayê, Korêyayê,Meksîkayê, Namîbyayê, Nîjeryayê, Rêûnyonê, Rûsyayê, Afrîkaya Başûrê, û Dewletêd Yekbûyî.