Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Xwendevanên Me Dipirsin . . .

Kulfetên ku Şedên Yehowa ne, Mizgîniyê Bela Dikin?

Kulfetên ku Şedên Yehowa ne, Mizgîniyê Bela Dikin?

Belê, ser temamiya dinyayê nav Şedên Yehowada bi mîlyona kulfetên xizmetkar hene. Ewana mizgînvanên Padşatiya Xwedê ne. Zebûr 68:11-da derheqa vê yekê hatiye pêxembertîkirinê: “Xudan dike fermanî, kulfet dibine mizgîndarên piranî”.

Lê xizmeta kulfetên Şedên Yehowa cude dibe ji xizmeta kulfetên rêlîgiyên din. Firqîke mezin orta wanda heye. Gelo firqiya wan çida ne?

Firqîk ew e ku ewana kê hîn dikin. Rola kulfetên xizmetkar ji rêlîgiyên din, îlahî yên dêra Mesîhiya, ew e ku ewana nava civatêda hîn dikin, û guhdarvanên wan endemên dêra wan in. Lê rola kulfetên xizmetkar, yên ku Şedên Yehowa ne, ew e ku ji civatê der hîn kin, dêmek merivên ku wedê xizmetiya wane mal bi mal yan jî ciyên din rastî wan tên.

Firqiya duda ew e, wekî kulfetên xizmetkar, yên ku Şedên Yehowa ne, çi şixulî dikin. Rêlîgiyên dinda kulfetên xizmetkar endemên dêra xwe hîn dikin û rêberiya wan dikin. Lê civata Şedên Yehowada kulfet hîn nakin çaxê mêrên nixumandî hene. Tenê mêrên kifşkirî dikarin civatêda hîn kin (1 Tîmotêyo 3:2; Aqûb 3:1).

Li gora Kitêba Pîroz cabdarî tenê mêrara hatiye dayînê, wekî rêberiya civatê bikin. Dîna xwe bidinê, Pawlos Tîtora, yê ku berpirsiyar bû, çi nivîsiye: “Bona wê yekê min tu li Kirêtayê hiştî, wekî . . . her bajarekîda berpirsiyara kifş kî”. Paşê Pawlos usa jî got, wekî her mêrekî cabdar gerekê “bêleke be, mêrê jinekê be” (Tîto 1:5, 6). Pawlos fikira wî cûreyî Tîmotêyora jî nivîsî nema xweda: “Heger temê yekî li serwêrtiyê heye, ew şixulekî qenc dixwaze. Awa serwêr gerekê bêqusûr be, mêrê jinekê be . . . hînkirinêda serxwe be” (1 Tîmotêyo 3:1, 2).

Gelo çira cabdariyên civatêda tenê mêr gerekê bînin sêrî? Pawlos dibêje: “Ez îzinê nadime kulfet, ku hîn bike, ne jî hukumî ser mêr bike, lê bira deng neke. Çimkî pêşiyê Adem xuliqî, paşê Hêwa” (1 Tîmotêyo 2:12, 13). Ew yek ku Xwedê mêr pêşiyê efirandiye, dide kifşê wekî li gora qirara Xwedê kê gerekê hîn ke û rêberiyê bike.

Hemû xizmetkarên Yehowa çev didine Rêberê xwe Îsa Mesîh. Lûqa, şagirtê Îsa derheqa wî nivîsî: “Gund û bajara digeriya, dannasîn dikir, Mizgîniya Padşatiya Xwedê dida”. Paşê, Îsa temî da şagirtên xwe wekî ewana jî usa xizmet bikin. “Şagirt rabûn, gund-gund geriyan û her dera Mizgînî dan” (Lûqa 8:1; 9:2-6).

Îro xizmetkarên Yehowa, ça mêr usa jî jin, bi xîret ewî şixulî dikin, derheqa kîjanî Îsa pêxembertî kir: “Ev Mizgîniya Padşatiyê wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hemû miletara bibe şedetî û hingê xilazî wê bê” (Metta 24:14).