DINYA HALEKÎ GIRANDA NE
1 | Sihet-Qewatê Xwey kin
ÇIMA EV YEK FERZ E
Krîzîs yan jî qezî dikare xirab hukum be ser sihet-qewata meriva.
-
Kul-derd meriva dikine strêsê û ji bo strêsa ku dirêj dikişîne, meriv qidûm dikeve.
-
Krîzîs, teşqelên tebiyetê û çetinayên din dikarin xirab ser mêdîsînayê hukum bin û nexweşxanada dikare bona gelek nexweşa cî û derman tune bin.
-
Ji bo çetinaya merivara dikare zor be pera destxin seva ku tiştên lazim qazanc kin, mesele xwarin û dermana.
Tu Çi Gerekê Bizanibî
-
Nexweşiya giran û strês dikare ser hiş-aqilê te hukum be, ji bo çi jî tera dikare çetin be safîkirinên rast bikî. Axiriyêda diqewime tu hê zêde nexweş kevî.
-
Hergê tu dîna xwe nadî nexweşiyên xwe û xwe qenc nakî, ev yek dikare halê te diha xirab ke û hela hê emirê te jî bike bin qeziyê.
-
Çiqas tu sihet-qewat bî, haqas hê baş tuyê bona çetinaya hazir bî û bikaribî safîkirinên rast bikî.
-
Firqî tune çiqas destê teda heye, yeke tu dikarî tiştekî bikî, wekî miqatî sihet-qewata xwe bî.
Tu Çi Dikarî Nihada Bikî
Merivê serwaxt pêşda xofiyê divîne û tiştekî dike ku xwe xwey ke. Evê yekê em dikarin derheqa sihet-qewatê jî bêjin. Tu dikarî bi saya xweykirina temizayê, xwe ji nexweşiya xwey kî. Diha baş e pêşda pey siheta xwe binihêrî, ne ku serê xwe bêşînî û hewcê dermana bî.
“Çaxê em bedena xwe û mala xwe temiz xwey dikin, îda em haqas perên xwe ser derman û doxdira xerc nakin” (Andrêas). a
a Hine nav vê jûrnalêda hatine guhastinê.