Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

ÇAWA JI STRÊSÊ DERÊN

Çi ye Strês?

Çi ye Strês?

Strês ev heye rêaksiya bedena te, çaxê tu dikevî derecên çetin. Hingê hişê te gelek hormona dişîne her sîstêmên bedena te. Ev yek dilik qayîm dide kutanê, xûn qayîm dilîze, pişik fire yan jî teng dibin û masûlkên bedenê jî têne guhaştinê. Heta tu têderxî ku çi tê serê te, bedena te îda rêaksiya dide. Çaxê strês derbaz dibe, hingê bedena te ser xweda tê.

STRÊSA KÊRHATÎ Û YA XIRAB

Strês ev heye rêaksiya normal ya bedenê, çaxê tu nikarî serê xwe ji çetinaya derxî. Ev rêaksiya hişda destpêdibe. Strêsa kêrhatî alî te dike derbêra tiştekî bikî. Carna strês alî meriya dike bigihîjne nêtên xwe û tiştekî hê baş bikin; mesele êgzamêna baş tesmîl kin, qisekirineke baş bidin yan jî sportêda serkevin.

Lê çi jî hebe strêsa ku dirêj dikişîne dikare ziyanê bide bedena te. Çaxê bedena te timê strêsêda ne, ji bo vê yekê tu dikarî aliyê fîzî- kîda û êmosiyalîda biçerçirî. Hingê xeyse- tê meriv jî tê guhastinê. Carna usa dibe ku meriv destpêdike gelek îçkê vexwe û narko- tîkê bide xebatê, wekî strêsa xwe sivik ke. Strês usa jî dikare meriva bike dêprêsiyê, hal bêxe û meriv bixwazin xwe bikujin.

Rast e strês ser hemûya mîna hev hukum nabe, lê ev dikare gelek nexwaşiya pêşda bîne. Û ev dikare ser temamiya bedenê hukum be.