Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

PROBLÊM

Jîyîna Me bin Xofêda ne

Jîyîna Me bin Xofêda ne

“Eva nisila bi temamî dide xebatê tiştên têknîkî, zandarî û aboriyê . . . Lê yeke ev hemû tişt dîsa jî dinyayê dibe berbi kutakirinê”. Hesabê ji “The Global Risks Report 2018, World Economic Forum.

ÇIMA GELEK ZANDAR BERXWEDIKEVIN BONA AXIRIYA ME Û ERDÊ? WERÊN EM ŞÊWIR KIN HINE ÇETINAYA, KÎJAN KU RASTÎ ME TÊN.

  • QAÇAXIYA BI ÎNTÊRNÊTÊ: Her car em îzbat dibin, wekî întêrnêt bona meriya dibe cîkî xof. Li gora rojnema Avstralyayê, “Întêrnêt dibe cîkî layîq bona wan kê zara xirab dike, bona qaçaxa û hakêra. Him jî îro gelek belabûyî ye, ku înformasiya meriyaye şexsî bi întêrnêtê didizin. . . . Xêncî wê yekê, bi întêrnêtê, meriv diha zêde didine kifşê zulmî û bênamûsiya xwe”.

  • PROBLÊM ABORIYÊDA: Li gora hesabê hemdinyayê ya Oksfamê, heyşt merivên lapî dewletî, xweyê haqas hebûnê ne, çiqas bi temamî cem 3.6 mîlyarda merivên kesîb dinyayêda heye. Li gora vî hesabî usa jî hate kifşê, wekî “aboriya dinyayê, nerast tê paravekirinê, çimkî merivên dewletî kîsî kesîba diha dewletî dibin, lê yên kesîb diha kesîb dibin, nava kîjanada heçî zef jin in”. Hinek ditirsin, wekî ketina aboriyê dikare şer-dewa pêşda bîne.

  • HEVKETIN Û PEYKETIN: Hesabê “United Nations Refugee Agency” ya sala 2018 usa dibêje: “Îro gelek meriv mecbûr in malên xwe bihêlin”. Wan paşwextiya weke 68 mîlyona zêdetir meriv, mecbûr bûn malên xwe bihêlin, ji bo hevketin û peyketina. Li gora hesab, “her du deqe, merivek bi destê zorê cîguhastî dibe”.

  • PROBLÊM EKOLOJIYAYÊDA: Li gora rojnema “The Global Risks Report 2018”: “Gelek cûrên şînkaya û heywana unda dibin. Him jî qirêjbûna hewayê û berê, îro gelek hukum dike li ser sihet-qewata meriya”. Usa jî hejmara hine cûre mêş-moza hine welatada kêm dibe. Zandar gelek bona vê yekê berxwe dikevin, çimkî bi tebiyetî mêş-moz toza kulîrka bela dikin, û ji bo kêmasiya wan, ekolojiya me dikare kuta be. Girên mircana jî berbi undakirinê diçin. Zandar dibêjin, ku nava 30 salên paşinda weke nîvê girên mircana dinyayê, îda kuta bûne.

Gelo emê bikaribin hine guhastina bikin, seva bikaribin bêtirs û rihet bijîn? Hine meriv difikirin wekî gerekê hînbûna layîq bistînin. Lê gelo kîjan hînbûn dikare bi rastî alî însanetê bike? Gotarên dinda ev pirs wê bêne şirovekirinê.