Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Gelo Îsa Mesîh bi van gotina çi dixwest bigota: “Nefikirin ku ez hatime dinê edilayiyê bînim”?

Mizgîniya ku Îsa bela dikir, xebera edilayê bû. Lê ewî carekê şandiyên xwera usa got: “Nefikirin ku ez hatime dinê edilayiyê bînim. Ez nehatim edilayiyê bînim, lê şûr. Çimkî ez hatim kur ji bavê, qîzê ji dê û bûkê ji xwesiyê biqetînim” (Metta 10:34, 35). Gelo Îsa bi van giliya çi dixwest bigota?

Hemikî Îsa nedixwest neferên malê ji hev biqetîne, lê ewî zanibû ku seva hînkirinên wî, “şûr” wê bikeve nava hine malbeta. Lema jî, gava kesek dixwaze bibe şagirtê Îsa û bê nixumandinê, gerekê ew bizanibe wekî çi dikare biqewime. Seva miqabilîbûna merivên wîyî nebawermend, dibeke wîra çetin be, ku li gora prînsîpên Kitêba Pîroz bijî.

Kitêba Pîroz şagirtên Îsa Mesîhra usa dibêje: “Çiqas ji dest we tê, tevî hemû meriva edilayiyêda bin” (Romayî 12:18). Lê dîsa jî, hînkirinên Îsa dikarin bona hine malbeta ça “şûr” bin. Gava kesek safî dike, ku bibe şagirtê Îsa, merivên wî, yên ku hînkirinên Îsa qebûl nakin, dikarin bibine “dijminê” wî (Metta 10:36).

Carna lazim e wekî şagirtê Îsa safî ke, hela dilê merivên xweyî nebawermend şa ke, yan dilê Yehowa û Îsa. Mesele, dibeke merivên nebawermend zorê li wî bikin, ku ew cejinekê tevî wan derbaz ke. Dereceke usada, gelo ewê çi bike? Îsa usa got: “Ewê ku bavê xwe yan diya xwe ji min zeftir hiz bike, ne hêjayî min e” (Metta 10:37). Îsa hilbet nedixwest bigota wekî seva ku kesek hêjayî wî be, gerekê ew dê û bavê xwe diha kêm hiz bike. Bi rastî, ewî dixwest bigota ku gerekê ew rind bizanibe, wekî çi diha ferz e. Hergê merivên meye nebawermend bixwazin riya me bigirin, wekî em Yehowara xizmet nekin, emê dîsa jî wana hiz bikin, lê emê bîr nekin, ku hizkirina hindava Yehowa herî ferz e.

Peyketina ji aliyê malbetê hilbet dikare bibe derdekî mezin. Dîsa jî, şagirtên Îsa van gotinên wî bîr nakin: “Ewê ku xaçê [stûna, DT] xwe hilnede pey min neyê, ew ne hêjayî min e” (Metta 10:38). Dêmek, şagirtên Îsa hazir in ku himberî peyketina malbetê sebir bikin. Usa jî, ewana hêviya xwe unda nakin ku rojekê, rabûn-rûniştina wane baş, wê alî merivên wan bikin, ku ewana nihêrandina xwe biguhêzin û destpêkin Kitêba Pîroz lêkolîn bikin (1 Petrûs 3:1, 2).