Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Gelo wê ser erdê heqî hebe?

Hûnê çi bêjin?

  • Belê

  • Na

  • Dibeke

Kitêba Pîroz dibêje

“Zanim Xudan berê Xwe dide belengaza, dîwanêda kesîbara heqîyê dike” (Zebûr 140:12). Padşatiya Xwedê wê heqiya rast bîne ser erdê.

Dîsa çi em dikarin pêbihesin ji Kitêba Pîroz?

  • Xwedê divîne neheqiyê ku îro dinyayêda heye, û ew wê evî halî rast bike (Waîz 5:8).

  • Heqiya ji Xwedê wê edilayê û bêxofiyê bîne ser erdê (Îşaya 32:16-18).

Gelo Xwedê firqiyê dike nava meriva?

Hinek meriv difikirin ku Xwedê hineka kerem dike û hineka jî nifir dike. Lê hene merivên usa jî, ku difikirin wekî Xwedê hindava hemû merivada yek e. Hûn çi difikirin?

Kitêba Pîroz çi dibêje?

“Xwedê rastî jî firqiyê nake nava mileta. Lê ji nav her miletîda, yê ku ji wî xof dike û rastiyê dike li wî qebûl e” (Karên Şandiya 10:34, 35). Ber çevê Xwedê hemû meriv wek hev in.

Dîsa çi em pêdihesin ji Kitêba Pîroz?

  • Kitêba Pîrozda heye “Mizgînî” seva “hemû mileta, bereka, zimana û cimeta” (Eyantî 14:6).