Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

TÊMA RÛYÊ JÛRNALÊ | MIRINA MERIVÊ NÊZÎK, ÇAWA TEYAX KIN?

Berdilî seva Wan yên ku Şînê Dikin

Berdilî seva Wan yên ku Şînê Dikin

Cem te qe usa qewimiye, wekî kesek şînê dikir û te nikaribûye alîkariyê bidî wî? Carna em nizanin çi bêjin û çi bikin, lema jî em xwe ker dikin. Lê hine tiştên kêrhatî hene, çi ku em dikarin bikin.

Carna lazim e, wekî tu tenê bal wî merivî bî û wîra eyan kî ku çiqas seva vê yekê berxwedikevî. Mesele di gelek kûltûrada usa ne: hergê tu meriv hemêz kî yan jî destê xwe bidî ser milê wî, usa tu xemgîniya xwe didî kifşê. Hergê merivê ku şînê dike, dixwaze tevî te xeber de, guh bide wî. Usa jî wê baş be, hergê tu xwarinê seva wî merivî hazir kî, miqatî zarên wî bî, yan jî alîkariyê bidî şi-xulên dinda, hergê ew dixwaze. Şixulên usa wê daha kêrhatî bin, ne ku pirxeberiya me.

Carna tu dikarî derheqa miriyên wan xeber dî û dîna xwe bidî hine xeysetên wane baş yan qewimandinên hewas. Xeberdana usa dikare şa ke merivê dilteng. Besa xeberê, Pêm yê ku şeş sal pêşda mêrê xwe Îyan unda kir, dibêje: “Carna meriv mira tiştên usa baş derheqa Îyan gilî dikirin, çi ku min nizanibû. Ev yek min dilrihet dikir”.

Gelek cara merivê dilteng, ji hevalên xwe derbêra alîkariyê distîne. Lê yazix, paşê hevalên wî ji bo şixulên xwe, zû bîr dikin hewcên wî. Bixebite ser vê yekê, wekî tevî merivê dilteng têklî bî. * Merivê dilteng gelek evê yekê dişêkirîne, çimkî usa ew dikare êşa dilê xwe hinekî sivik ke.

Werên mesela Kaorî binihêrin, kulfeta ku di Japoniyêda dijî. Ev gelek dilteng bibû çimkî ewê diya xwe unda kiribû û paşî 15 meha xûşka xwe jî unda kir. Hevalên wêye amin, timê ber dilê wêda dihatin. Kulfeteke bi navê Rîtsûko, gote Kaorî, wekî dixwaze bibe hevala wêye nêzîk. Kaorî dibêje: “Bi rastî bêjim, ji bo wê yekê ez şa nebûm. Min nedixwest ku kesek dewsa diya min bûya. Lê Rîtsûko Dê, gelek tevî min nazik bû û ji bo wê yekê ez nêzîkî wê bûm. Her heftî em tevay derdiketine xizmetê û tevay jî diçûne civatê. Ewê ez teglîf dikirim ser çay, xwarin minra dianî û gelek cara neme minra lêdikir. Nihêrandina rast ya Rîtsûko Dê, baş li ser min hukum kir”.

Ji mirina diya Kaorî, îda donzdeh sal derbaz bû. Îro Kaorî tevî mêrê xwe wek pêşengê hertim xizmet dike. Kaorî dibêje: “Rîtsûko Dê, dîsa jî derheqa min xem dike. Çaxê ez wedigerim şeherê xwe, ez timê diçime cem wê û lezeteke mezin distînim ji hevaltiya wê”.

Dîsa meselek heye derheqa Polî, ya ku Şedê Yehowa ye û xwexa ji Kîprûsê ye. Ewê jî alîkariya mezin standibû ji hevala. Mêrê Polî, bi navê Sozos merivekî baş bû. Ew ça şivanê Mesîhî, meseleke baş hîşt wê yekêda ku gelek cara jinebî û zarên êtîm, li ser xwarinê teglîfî mala xwe dikir, seva ku wede derbaz kin (Aqûb 1:27). Yazix, lê çaxê ew 53 salî bû, ewî mir ji bo girê ku serê wîda derketibû. Polî dibêje: “Min mêrê xweyî amin unda kir, tevî kîjanî ku ez weke 33 sala zewacêda bûm”.

Mecalê bivîne, seva ku alîkariya kêrhatî bidî merivên dilteng

Paşî çelkirinê, Polî tevî kurê xweyî 15 salî, bi navê Daniyêl, derbazî Kanadê bû. Li wir wana destpêkir tevî civateke Şedên Yehowa şixulkariyê bikin. Polî tîne bîra xwe: “Hevalên ji civata meye teze, tu tişt nizanibûn derheqa derecên çetin ku jîyîna meda hebûn. Lê yeke ewana timê nêzîkî me dibûn û em hemêz dikirin. Ewana giliyên hêlankirinê mera digotin û alîkariya kêrhatî jî didan. Bi rastî jî alîkariya wan, wî çaxî wededa bû, çimkî hingê kurê min gelek hewcê bav bû! Birên cabdar hindava Daniyêl gelek dilovan bûn. Mesele çaxê ewana top dibûn, gazî Daniyêl jî dikirin ku tevî wan wede derbaz ke, yan fûtbolê bilîze”. Îro dê û kur, xwe baş texmîn dikin.

Bi helalî bêjin, gelek mecal hene ku çawa em dikarin alîkariya kêrhatî bidine merivên dilteng û ber dilê wanda bên. Kitêba Pîroz jî dilbînîke mezin dide me û sozê baş derheqa axiriyê.

^ abz. 6 Hineka di salnemêda xwera kifş kirine roja mirina merivê hevalê xwe, seva ku nêzîkî wan roja, tevî wî têklî bin û dilrihet kin.