Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Cimeta Xwedê Terbet e, Çimkî Guh Dide Xebera Xwedê

Cimeta Xwedê Terbet e, Çimkî Guh Dide Xebera Xwedê

“Xudan, bingeha dinê bi zaniyarêva avêt û ezmana bi aqilîva cîh kir” (METLK. 3:19).

KILAMÊN: 6, 24

1, 2. a) Îro hine meriv çi dibêjin derheqa vê yekê ku teşkîleta Xwedê heye? b) Vê têmayêda emê derheqa çi şêwir kin?

GELO teşkîleta Yehowa heye? Hinek dibêjin: “Teşkîlet wera nelazim e bona rêberiyê bide we. Tenê lazim e wekî heleqetiya we hebe tevî Xwedê”. Gelo ew yek rast e? Lê îzbatkirin çi dibêjin?

2 Vê têmayêda emê şêwir kin derheqa wan îzbatkirina, kîjan ku eyan dikin wekî Yehowa Xwedêyê pergaliyê ye û ku çawa ew rêberiya cimeta xwe dike (1 Korn. 14:33, 40). Qirna yekêda D.M., Nivîsarên Pîroz alî cimeta Xwedê dikir, û lema wana gelek ciyada mizgîniyê bela dikirin. Îro jî, em çawa cimeta Xwedê bin rêberiya Kitêba Pîrozda nin û nav temamiya dinyayêda mizgîniyê bela dikin. Usa jî em pey rêberiya teşkîleta Xwedê diçin, çaxê civatêda temizaya ruhanî, edilayê, û yektiyê xwey dikin.

YEHOWA XWEDÊYÊ TERBETIYÊ YE

3. Çira hûn bawer in ku Yehowa Xwedêyê terbetiyê û pergaliyê ye?

3 Efrîn îzbat dikin wekî Xwedê terbet û pergal e. Kitêba Pîroz dibêje: “Xudan, bingeha dinê bi zaniyarêva avêt û ezmana bi aqilîva cîh kir” (Metlk. 3:19). Em tenê derheqa “qeraxên rêyên [Xwedê]” zanin û “tenê piste-pist tê bihîstin derheqa wî” (Îb. 26:14, DT). Rast e em hinekî zanin derheqa planêta, steyrka, galaktîka, lê hela hê ew hine tişt jî rind didine kifşê, wekî gerdûnêda her tişt ça terbetî û cî-war e (Zeb. 8:3, 4). Nava galaktîkada bi mîlyona steyrk hene, û ewana gişk jî bi terbetî cîguhastî dibin. Planêtên ku nava sîstêma tevêda hene, ew jî bi terbetî dora tevê dizvirin. Belê, em eyan divînin wekî Yehowa ça bi hostetî û bîlanî erd û ezman çêkir, û ew hêja ye ku em pesina bidine wî, wîra amin bin û wî bihebînin (Zeb. 136:1, 5-9).

4. Çira zandar nikarin cabên gelek pirsên ferz bidin?

4 Zandar bi saya têxnolojiya gelek tişt pêhesiyan derheqa gerdûnê û erdê, û aliyê gelek tiştada emirê me baş kirin. Lê yeke zandar nikarin cabên gelek pirsa bidin. Mesele, steyrnas nikarin sed selefî şirovekin wekî ça gerdûn pêşda hat yan jî çira em dijîn xût ser planêta Erd, kîjan ku bi emir tije ye. Usa jî, meriv nikarin şirovekin wekî çira meriv dixwaze heta-hetayê bijî (Waîz 3:11). Gelo çira ser gelek pirsên ferz cab tunene? Menîk ew e, ku gelek zandar û merivên din dibêjin wekî Xwedê tune û baweriya xwe têoriya êvolûsiya tînin. Lê Yehowa kitêba xweda, dêmek Kitêba Pîrozda, caba wan pirsa dide.

5. Çi cûreyî em bin qanûnên tebiyetêda nin?

5 Yehowa qanûnên tebiyetê çêkiriye, û em bin wan qanûnada dijîn. Înjîner, elektrîk, hosteyên lûlên avê, teyarvan, û doxtirên ku opêrasiyonê dikin, ew hemûşk jî pê qanûnên tebiyetê şixulê xwe dikin. Mesele, doxtirê ku opêrasiyonê dike anatomya bedena meriva rind zane, mesele ew ciyê dilik zane, çimkî dil timê ciyê xweda ye. Usa jî hemû meriv bin qanûna gravîtasyayêda nin, mesele hergê kesek ji ciyê bilind bikeve, ewê erdê keve û dikare bimire, çimkî erd giraniyê dikişîne berbi xwe.

XWEDÊ ÇI SAZ KIR

6. Çira em dikarin bêjin wekî Xwedê dixwaze ku xizmetkarên wî terbet bin?

6 Gelek ecêbmayî ye ku Yehowa gerdûn çawa terbet û cî-war çêkiriye. Ji vê yekê em têderdixin wekî Yehowa dixwaze ku xizmetkarên wî jî terbet û pergal bin. Bona vê yekê Xwedê Kitêba Pîroz daye me, seva me hîn ke û rêberiyê me bike. Û hergê em pey rêberiyên wî diçin û prînsîpên wî tînin sêrî, tenê wî çaxî em dikarin bextewar bin.

7. Em çi dikarin hîn bin ji vê yekê ku Kitêba Pîroz ça hate nivîsarê?

7 Hine meriv dibêjin wekî Kitêba Pîroz, ew heye kitêbên Cihûya û kitêbên Mesîhiya tevhevkirî. Bi rastiyê Kitêba Pîroz kitêba mexsûs e, çimkî pê rêberiya Xwedê hatiye nivîsarê. Û Kitêba Pîrozda hemû kitêb hevva girêdayî ne. Ji kitêba Destpêbûn girtî heta Eyantî, hemû kitêb hevva girêdayî ne bi têmeke sereke. Ew têma derheqa îzina serwêrtiya Xwedê ye û qirara wîye seva erdê. Xwedê ew qirara xwe wê bîne sêrî bi saya Padşatiya xwe, bin serwêrtiya Îsa Mesîh, dêmek “zureta” sozdayî. (Bixûne Destpêbûn 3:15; Metta 6:10; Eyantî 11:15.)

8. Çira em dikarin bêjin wekî Îsraêlî terbet bûn?

8 Em dikarin bêjin wekî cimeta Îsraêlî ya berê çawa teşkîlet bû. Xwedê wanra Qanûn dabû, û ewana bin wan qanûnada bûn, lema terbetî nava wanda hebû. Mesele, nava cimetêda jin kifşkirî bûn, seva ku ber derê konê civînê xizmet kin (Derk. 38:8). Him jî koçkirina Îsraêliya û cîguhastina kon bi terbetî dihate kirinê. Wede şûnda, Dawid padşa organîze kir wekî kahîn û keşîş bi kom-kom başqe bin, seva paristgehêda şixul bikin (1 Dîr. 23:1-6; 24:1-3). Çaxê Îsraêliya gura Yehowa dikirin, nava wanda terbetî, edilayî û yektî hebû (Qan. Dcr. 11:26, 27; 28:1-14).

9. Çi dide kifşê, wekî civata Mesîhiya qirna yekêda terbet bû?

9 Civat qirna yekêda jî organîze bûn, çimkî ewana rêberî distandin ji koma rêberiyê kîjan ku rêberî didane civata. Pêşiyê ew kom ji şandiya bû, lê paşê birên din jî zêde bûn nava koma rêberiyêda (Kar. Şand. 6:1-6; 15:6). Endemên koma rêberiyê û birên din, yên ku tevî wana şixulkarî dikirin, bi saya nema rêberî û temî didane civata. Yehowa pê ruhê xweyî pîroz ewana hêlan dikirin ku nema binivîsin (1 Tîmt. 3:1-13; Tîto 1:5-9). Lê gelo civatê çi kar distand çaxê guh didane koma rêberiyê?

10. Civata çi kar distandin çaxê temiyên koma rêberiyê dianîn sêrî? (Binihêre şiklê ewlin.)

10 Bixûne Karên Şandiya 16:4, 5. Bira pê navê koma rêberiyê teseliya civata dikirin, seva ku “temiyêd ku şandiya û berpirsiyarêd Orşelîmê qirar kiribûn”, xûşk-birên civatê pêbihesin. Çaxê civatê ew temî dianîne sêrî, ewana “baweriyêda dişidiyan û roj bi roj hesabê wan zêde dibû”. Îro em çi dersê dikarin xwera hildin?

HÛN PEY RÊBERIYÊ DIÇIN?

11. Birên cabdar ça gerekê xwe kifş kin, çaxê ji teşkîleta Xwedê rêberiyê distînin?

11 Çaxê Endemên Komîtêyên Fîlîala, Komîtêyên Welat, berpirsiyarên mihalê, û rûspiyên civatê ji teşkîleta Xwedê rêberiyê distînin, ewana gerekê guh bidine wan rêberiya, çimkî Xebera Xwedê xwexa dibêje, wekî em gerekê guhdariya rêbera bikin û gura wanda bin (Qan. Dcr. 30:16; Îbrn. 13:7, 17). Teşkîleta Xwedêda kute-kut û raberîbûn gerekê tune be, çimkî hergê em usa bikin emê ziyanê bidine civatê, dêmek hizkirinê, edilayê û yektiyê xirab kin. Belê, tu kes ji me naxwaze çev bide Diyotrefîs, yê ku bêqedir bû hindava bira û neamin bû. (Bixûne 3 Yûhenna 9, 10.) Lema were em timê pirsê bidine xwe: “Gelo ez xûşk-bira hêlan dikim ku ewana amin bin Yehowara? Çaxê ez ji birên cabdar rêberiyê distînim, gelo ez derbêra qebûl dikim û piştgiriya vê rêberiyê dikim?”

12. Çi guhastin hate kirinê ku rûspî û berdestiyên civatê ça têne kifşkirinê?

12 Were şêwir kin derheqa guhastinekê, ku Koma Rêberiyê wan paşwextiyada safî kir. Jûrnala “Birca Qerewiliyê” ya 15 Mijdarê, sala 2014, “Pirsên Xwendevanada” hate gotinê derheqa vê guhastinê, wekî çawa rûspî û berdestiyên civatê gerekê bêne kifşkirinê. Wêderê dihate gotinê, wekî koma rêberiyê ya qirna yekê, cabdarî da destê berpirsiyarên rêvî wekî ewan kifşkirina bikin. Û li gora vê yekê, ji 1 Îlonê sala 2014-da, berpirsiyarên mihalê kifş dikin rûspiya û berdestiyê civata. Berpirsiyarê mihalê nasiya xwe dide wî birayî, kîjanî ku dixwazin kifş kin ça rûspî, yan jî berdestiyê civatê, wekî wî hê rind nas bike. Ew tevî wî derdikeve xizmetiyê hergê dikare. Berpirsiyarê mihalê usa jî dîna xwe dide malbeta wî birayî (1 Tîmt. 3:4, 5). Koma rûspiya û berpirsiyarê mihalê gelek kûr şêwir dikin wan dewakirinên ji Kitêba Pîroz, yên ku seva berdestiyê civatê û rûspiya ne. Dêmek, ewana li gora Kitêba Pîroz têderdixin hela ew bira layîqî wan dewakirina ye yan na (1 Tîmt. 3:1-10, 12, 13; 1 Pet. 5:1-3).

13. Em ça dikarin piştgiriya rûspiya bikin, çaxê ewana rêberiyê didine me?

13 Rûspî miqatî civatê dibin û rêberiya ji Kitêba Pîroz, dêmek ji Xebera Xwedê didine me. Ewana çawa şivanên amin seva me xem dikin, û çaxê em gura wan dikin em karê distînin (1 Tîmt. 6:3). Were derecekê şêwir kin, çaxê Pawlos civatêra şîret da. Pawlos got, wekî civatêda hinek “ne şixulkarê xwe ne, lê tevî şixulê xelqê dibin”. Rûspiya ewana şîret dikirin, lê wana şîretên wan qebûl nedikirin. Lê gelo civat çawa bû hindava merivên wî cûreyî? Pawlos gote civatê: “Wî raçev kin û hevaltiyê wîra nekin”. Lê ew şîret ne dihate hesabê, wekî wî merivî hesab kin ça dijmin (2 Têsln. 3:11-15). Îro jî rûspî wana şîret dikin, yên ku prînsîpên Xwedê pişt guhê xweva davêjin. Çaxê rûspî divînin wekî ew meriv xwe naguhêze, ewana dikarin safî kin, wekî civatêda gotarê bixûnin, ku çawa kirên wan meriva navê civatê xirab dike. Mesele ewana dikarin xeberdin derheqa wan, yên ku tevî nebawera rastî hev tên, seva hev bistînin (1 Korn. 7:39). Lê gelo hûn ça xwe didine kifşê çaxê dibihên wê gotarê, kîjan ku rûspiya hesab kirine, wekî ew yek gelek ferz e? Hergê hûn haş pê hene ku rûspî derheqa kê dibêje, hûnê dîsa tevî wî merivî hevaltiyê bikin? Hergê hûn hevaltiyê nekin, bi vê yekê hûnê hizkirinê bidine kifşê û alî wî bikin ku kirên nerast bihêle. [1]

TEMIZAYA RUHANÎ, EDILAYÊ Û YEKTIYÊ XWEY KIN

14. Em ça dikarin civatêda temizayê xwey kin?

14 Hergê em pey rêberiya Xebera Xwedê herin, civatêda emê temizaya ruhanî xwey kin. Were şêwir kin dereca civata Korintîda. Wî şeherîda Pawlos gelek xizmet dikir û xûşk-birên wêderê gelek hiz dikir (1 Korn. 1:1, 2). Lê bidine ber çevê xwe, wekî ew ça dilteng bû, çaxê bihîst wekî civatêda kesek bênamûsiyê dike, lê yek e wana civatêda dihêlin. Pawlos gote rûspiya, wekî “wî merivî bidine destê Mîrêcin”, yanê bi giliyên din bêjin, ji civatê derxin. Ew yek lazim bû seva civat xwe ji “hevîrtirşk” xwey ke (1 Korn. 5:1, 5-7, 12). Îro jî rûspî dikarin safî kin, wekî ji civatê derxin wî merivî, kîjan gunê xwe nayne rûyê xwe. Û hergê em tevî wî merivî usa bin çawa Kitêba Pîroz dibêje, wî çaxî emê temizaya civatê xwey kin. Hin jî wî cûreyî ew meriv dikare poşman be û baxşandinê bixwaze ji Yehowa.

15. Em ça dikarin civatêda edilayê xwey kin?

15 Çetinayîke din jî hebû civata Korintîda. Hine bira hevdu didane dîwanê. Lema Pawlos ji wan pirsî: “Gelo hê qenc nîne, ku hûn bêne neheqkirinê?” (1 Korn. 6:1-8). Îro jî civatada tiştên usa diqewimin. Mesele, hine bira bîznêsêda tevayî peymanê girêdidin, lê paşê çaxê yek perê xwe unda dike, yan jî difikire wekî yê din wî xapandiye, heleqetiya orta wan xirab dibe, û hinek hela hê jî birên xwe didine dîwanê. Lê kitêba Xwedê, dêmek Kitêba Pîroz mera dide kifşê wekî hê baş e em zirarê kevin, ne ku navê Xwedê bêhurmet kin û civatêda edilayê xirab kin. [2] Seva çetinayê û dewa orta hevdu safî kin, em gerekê pey şîreta Îsa herin. (Bixûne Metta 5:23, 24; 18:15-17.) Hergê em usa bikin, emê civatêda yektiyê û tifaqiyê xwey kin.

16. Çira cimeta Xwedê gerekê yektiyêda be?

16 Xebera Xwedê mera zelal dide kifşê, wekî çira cimeta Xwedê gerekê yektiyêda be. Zebûrbêj distira: “Çiqas qenc e, çiqas xweş e, di yektiyêda jîyana biratî!” (Zeb. 133:1). Çaxê cimeta Îsraêlê gura Yehowa dikir, nava wanda timê terbetî û yektî hebû. Yehowa derheqa cimeta xwe pêxembertî kir: “Mîna keriyekî di nava çêregeha xweda ne, bînim cem hev” (Mîx. 2:12). Hin jî Yehowa bi Sêfanya pêxember jî pêşda got: “Ji ber ku wekî bi dilekî ji Xudanra qûltiyê bikin, bona hemû bangî navê Xudan bikin, ezê wî çaxî lêvên paqij bidim neteweyan” (Sêfn. 3:9). Çiqas qedirekî mezin e bona me, wekî em dikarin yektiyêda Yehowa bihebînin!

Rûspî hemû tiştî dikin, wekî ruhanîda alî wî kesî bikin, kê ku gaveke nerast avîtiye (Binihêre abzasa 17)

17. Seva ku civatêda yektî û temizayî xwey be, rûspî gerekê çi bikin hindava wan yên ku gune dikin?

17 Hergê civatêda kesek gunê giran dike, rûspî gerekê bi hizkirin wî şîret kin. Usa wê civatêda yektî û temizaya ruhanî xwey be. Pawlos zanibû wekî rast e Xwedê hizkirin e, lê yeke Ew ser xirabiyê çevê xwe danade (Metlk. 15:3). Lema Pawlos nivîsî nema Korintiya pêşin, seva wana şîret ke. Lê hine meh şûnda Pawlos dîsa neme wanra nivîsîn, û pê giliyên wî tê kifşê wekî civat pêşda çû, çimkî rûspiyên civatê şîreta wî qebûl kirin. Hergê civatêda kesek bêy nêta xirab gavekî nerast bavêje, rûspî gerekê wî bi ruhê milûktiyê şîret kin (Galt. 6:1).

18. a) Şîretên ji Xebera Xwedê ça alî Mesîhiyên qirna yekêda kirin? b) Têma dinda emê derheqa çi şêwir kin?

18 Belê, rind eyan e, wekî Xebera Xwedê alî Mesîhiyên qirna yekê kir, ku civatêda temizayî, edilayî, û yektî xwey kirin (1 Korn. 1:10; Efes. 4:11-13; 1 Pet. 3:8). Bi saya vê yekê, xûşk-birên ku wî wedeyî dijîtin, gelek tişt di xizmetiyêda kirin. Lema Pawlos aza giliyê usa got wekî “hemûyara yên ku bin perê ezmênda dimînin hate dannasînkirinê” (Kols. 1:23). Îro, bi saya wan meriva yên ku teşkîleta Xwedêda yektiyêda nin, mizgîniya Xwedê ser temamiya erdê tê belakirinê. Têma dinda emê şêwir kin derheqa wan îzbatkirina, ku ew meriv bi rastiyê Kitêba Pîroz qîmet dikin û hurmetê didine Yehowa, dêmek Xwedayê meyî Herî Jorin (Zeb. 71:15, 16).

^ [1] (abzasa 13) Binihêrin kitêba “Sazkirî ne seva Qirara Xwedê Bînin Sêrî”, rûp. 134-136.

^ [2] (abzasa 15) Hê zêde elametî derheqa wan dereca ku çaxê Mesîhîk safî dike ku Mesîhiyê din bide dîwanê, binihêrin kitêba “Xwe Nava Hizkirina Xwedêda Xwey ke”, rûp. 223, spartin.