Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Rûva Meriva Nenihêrin

Rûva Meriva Nenihêrin

DON ji Kanadayê, yê ku Şedê Yehowa ye nêt xwera danî, wekî xeber de tevî merivên ku kûçê dimînin. Û carekê ew nêzîkî mêrekî bû ku derva dijît. Don gilî dike: “Navê wî mêrikî Pîtêr bû. Ew bêmal-hal bû, û min qe emirê xweda merivê usa qirêj kûçêda nedîtiye. Ewî tevî meriva hêrs xeber dida û usa dikir, wekî meriv xwe dûrî wî bigirin. Gelek car ewî nedihîşt meriv jêra qenciyê bikin”. Lê Don 14 sala zêdetir, hindava wî mêrikî sebir û heyf bû.

Carekê Pîtêr gote Don: “Tu çira usa heyra minda nî? Gişk ji min direvin, lê tu çira terka min nakî?” Don bi nermî sê rêzên ji Kitêba Pîroz da xebatê, seva bigihîje dilê Pîtêr. Pêşiyê, Don ji Pîtêr pirsî hela ew zane navê Xwedê heye, û jêra got wekî ewî navî xwexa Kitêba Pîrozda bixûne, di Zebûr 83:18-da. Paşê, seva ku Pîtêrra şiroveke ku çira terka wî nade, ewî jêra Romayî 10:13, 14 xwend, kîderê tê gotinê ku “kî gazî navê Xudan ke, wê xilaz be”. Xilaziyêda, Don jêra Metta 9:36 xwend û paşê got, wekî Pîtêr xwexa evê rêzê bixûne. Vê rêzêda tê gotinê: “Gava [Îsa] elalet dît, gunê wî li wan hat, çimkî ewana mîna pezê bê şivan, beredayî û belabûyî bûn”. Çevê Pîtêr tije hêsir bûn, û ewî pirsî: “Ez jî yek ji wan peza me?”

Pîtêr destpêkir xwe biguhêze. Ewî serê xwe şûşt, ser rûyê xwe kur kir, û kincê baş xwe kir, kîjan ku Don jêra pêşkêş da. Paşî vê yekê, Pîtêr timê temiz xwe dikir.

Cem Pîtêr defterek hebû. Destpêka vê defterêda, Pîtêr derheqa rojên xweye nebaş gilî dike, lê xilaziya defterêda îda tiştên baş gilî dike. Pareke vê defterêda usa nivîsar e: “Îro ez navê Xwedê pêhesiyam. Niha gava ez dua dikim, ez tenê Yehowara dua dikim. Çiqas baş e ku ez navê wî zanim. Don dibêje ku Yehowa dikare bibe Dostê min, kîjan ku her gav dikare min bibihê”.

Giliyên paşin ji vê defterê Pîtêr xûşka xwe û birê xwera nivîsî. Ewî nivîsî:

“Îro ez gelek bêkêf im. Ez difikirim ku kalbûnê ez zeft kirime. Lê hergê jî ev roja mine paşin e, ez zanim wekî ezê hevalê xwe [Don] dîsa Cinetêda bivînim. Hergê hûn niha ewê yekê dixûnin, ez îda sax nînim. Û hergê roja çelkirina min hûn merivekî nenas bivînin, nêzîkî wî bin û tevî wî xeber din, û ji kerema xwe ew kitêba şîn bixûnin [ew kitêb bû bi navê “Rastiya ku Dibe berbi Jîyîna Heta-Hetayê”, kîjan ku ewî bi sala pêşda standibû]. * Vê kitêbêda tê gotinê ku Cinetêda ezê dîsa hevalê xwe bivînim. Ez bi temamiya dilê xwe evê yekê bawer dikim. Birê we Pîtêr, ku we hiz dike”.

Paşî çelkirinê, Ûmî xûşka Pîtêr gilî kir: “Weke 2 sal pêşda, Pîtêr minra xeber da. Nava haqas salada, ew teze bextewar bibû. Hela hê beşera wî jî xweş bû”. Ewê gotibû Don: “Ezê evê kitêbê bixûnim, çimkî çi ku dilê birê min girtiye, ew wê tiştekî mexsûs be”. Ûmî usa jî qayîl bû wekî tevî Şedê Yehowa hîn be pê kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”, kîjan ku wan paşwextiyada hate derxistinê.

Em jî dikarin rûva meriva nenihêrin, û bi hizkirin û sebir bin hindava hemû meriva (1 Tîmt. 2:3, 4). Usa emê bikaribin hêlan kin wan meriva, yên ku dibeke ber çevê meriva nimiz in, lê mîna Pîtêr diltemiz in. Em gerekê dudilî nebin ku Xwedê, yê ku “dil dinêre”, wê dilê wan merivên dilsaxda rastiyê mezin ke (1 Sam. 16:7; Yûhn. 6:44).

^ abz. 7 Ew kitêb Şedên Yehowa derxistine, lê niha ev kitêb nayê neşirkirinê.