Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

“Rastiyê Bikire, û tu car Wê Nefiroşe”

“Rastiyê Bikire, û tu car Wê Nefiroşe”

“Rastiyê bikire, û tu car wê nefiroşe, usa jî serwaxtiyê, şîreta û femkariyê” (METLK. 23:23, DT).

KILAMÊN: 94, 96

1, 2. a) Çi ye bona me tiştê lapî qîmet? b) Em kîjan rastiya qîmet dikin, û çira? (Binihêre şiklên ewlin.)

EMIRÊ weda tiştê lapî qîmet çi ye? Hûnê wî tiştî tevî tiştekî ne usa qîmet, biguhêzin? Xizmetkarên Yehowa caba vê pirsê dikarin hêsa bidin. Tiştê meyî lapî qîmet, ew heye heleqetiya me tevî Yehowa, kîjan ku em tevî tu tiştî naguhêzin. Em usa jî gelek qîmet dikin rastiya ji Kitêba Pîroz, çimkî em bi saya vê nêzîkî Bavê xweyî ezmana dibin (Kols. 1:9, 10).

2 Bifikirin ku Yehowa Mamostayê Mezin çi me hîn dike bi saya Xebera xwe, dêmek Kitêba Pîroz! Ew mera navê xwe eyan dike, kîjan ku gelek ferz e, û usa jî derheqa hunurên xweyî baş. Ew usa jî mera dibêje ku çiqas me hiz dike, çimkî Kurê xweyî tayê tenê Îsa, bona me berva da. Yehowa usa jî me hîn dike derheqa Padşatiya Mesîhîtî. Xêncî vê yekê, ew soz dide Mesîhiyên bijartî, ku wê jîyîna ser ezmana bide wan, lê “pezêd . . . din” jîyîna Cinetêda ser erdê (Yûhn. 10:16). Ew me şîret dike ku em ça gerekê bijîn. Em wan rastiya gelek qîmet dikin, çimkî ewana me hê nêzîkî Efirandarê me dikin û emirê me bextewar dikin.

3. Gelo seva rastiyê qazanc kin, pere lazim e?

3 Yehowa Xwedêyê destvekirî ye. Ew qenciyê dike bona wan, yên ku rastiyê digerin. Yehowa hela hê jî Kurê xweyî delal bêheq, ça pêşkêş bona me berva da. Xwedê ji me pera naxwaze, wekî em rastiyê qazanc kin. Bînin bîra xwe, çaxê merivekî bi navê Şimhûn, dixwest pere bida Petrûsê şandî, wekî hukum bide wî, seva ew bikaribe ruhê pîroz bide meriva. Petrûs jêra şirovekir, wekî ew yek nerast e û gotê: “Zîvê te bira tevî te biteribe! Te tirê pêşkêşa Xwedê peretî tê standinê!” (Kar. Şand. 8:18-20). Wekî usa ne, çi tê hesabê “rastiyê bikirin”?

ÇI TÊ HESABÊ RASTIYÊ “BIKIRIN”?

4. Vê gotarêda, emê derheqa rastiyê çi pêbihesin?

4 Bixûne Metelok 23:23. Seva em Xebera Xwedêda rastiyê bigerin, lazim e hinekî cefê bikişînin. Em usa jî gerekê hazir bin tişta qurban kin, wekî rastiyê qazanc kin. Çawa Metelokda tê gotinê, çaxê em rastiyê “dikirin”, dêmek qazanc dikin, em gerekê fesal bin, wekî “nefiroşin”, dêmek unda nekin. Were em niha şêwir kin, çi tê hesabê rastiyê “bikirin” û pêbihesin bahê wê çiqas e. Ew şêwirkirin wê alî me bike, wekî hê zêde rastiyê bişêkirînin û her tiştî bikin seva ku vê “nefiroşin”. Wî cûreyî emê fem bikin, wekî ew rastiya ku em ji Xwedê dikirin, ji hemû qurbankirina qîmettir û çêtir e.

5, 6. a) Ça em dikarin bê pere rastiyê bikirin? b) Rastî çi karê mera tîne?

5 Tiştê ku bê pere ye jî, yeke dikare bahê wê hebe. Xebera Îbranî ku Metelok 23:23-da hatiye welgerandinê “bikire”, dikare usa jî bê hesabê “qazanc ke”. Ew herdu xeber jî didine kifşê, wekî lazim e tiştekî bikin, yan jî tiştekî ji xwe kêm kin, seva ku vê qazanc kin. Evê yekê em pê mesela banana dikarin hê rind fem kin. Besa xeberê, dikanêda elam dikin, wekî banana dikarin bê pere hildin. Femdarî ye, banan wê xwexa bi xwe neyêne ser sifira me. Em gerekê hinekî cefê bikişînin, û herin dikanê wan banana hildin. Usa jî seva em rastiyê bikirin, rast e mera pere nelazim e, lê em gerekê aliyê xweda tiştekî bikin.

6 Bixûne Îşaya 55:1-3. Giliyên Yehowa ji wan rêza eyan dikin, ku çi tê hesabê rastiyê bikirin. Van rêzada, Yehowa xebera xwe beramberî avê, şîr û şeravê dike. Rastiya xebera Xwedê, mîna ava sar û temiz, me geş dike. Usa jî çawa şîr qewatê dide me û alî zara dike, wekî mezin bin, giliyên Yehowa jî me qewî dikin û alî me dikin ruhanîda mezin bin. Xeberên Yehowa usa jî mîna şeravê ne. Lê çi cûreyî? Kitêba Pîrozda derheqa şeravê tê gotinê, wekî ew dilê meriv şa dike (Zeb. 104:15). Lema jî çaxê Yehowa dibêje, wekî “şeravê bikirin”, bi vê yekê ew me dide bawerkirinê, wekî hergê em anegorî giliyên wî bijîn, emê şabûnê bistînin (Zeb. 19:8). Rastî jî çiqas bi hewas tê şirovekirinê, ku em çi karê distînin, çaxê giliyên Xwedê pêdihesin û emirê xweda didine xebatê! Lê niha were em pênc tişta şêwir kin, kîjana dibeke em gerekê ça heq bidin, seva rastiyê bikirin.

WE ÇI QURBAN KIRIYE SEVA RASTIYÊ BIKIRIN?

7, 8. a) Çira lazim e em wede xerc kin, seva rastiyê bikirin? b) Qîzikeke cahil hazir bû çi heq bide, seva rastiyê bikire, û ewê seva vê yekê çi kar stand?

7 Wede. Her kes wede ça heq dide, seva rastiyê bikire. Belê, wede lazim e seva mizgîniya Padşatiyê bibihên, Kitêba Pîroz û edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz bixûnin, hînbûna şexsî derbaz kin, hazir bin bona civatê û bên ser civatê. Em gerekê “dest bidine ber wext”, dêmek wedê xwe kêm xerc kin ser tiştên neferz. (Bixûne Efesî 5:15, 16.) Lê gelo çiqas wede mera lazim e, seva em zanebûna rast ya hînkirinên Kitêba Pîroze sereke qazanc kin? Ew yek derecên meva girêdayî ye. Sînor tune ku em çiqas dikarin derheqa bîlanî, prînsîp û şixulên Yehowa pêbihesin (Rom. 11:33). Derxistina “Birca Qerewiliyê” ya pêşinda, rastî beramberî “kulîrka biçûk” dibû. Wêderê dihate gotinê: “Tenê bi vê kulîrkeke rastiyê, têr nebin. Hergê tenê kulîrkek bes bûya, Xwedê hê zêde rastî wê neda me. Kulîrkên din bigerin, nesekinin hê zêde top kin”. Wê baş be em pirsê bidine xwe: “Gelo kulîrkên mine rastiyê gelek in?”. Hela hê jî gava em heta-hetayê bijîn, emê timê hê zêde derheqa Yehowa pêbihesin. Lê îro gelek ferz e, wekî wedê xwe bi bîlanî xerc kin, seva ku çiqas dikarin hê zêde rastiyê bikirin. Were em meselên çend meriva şêwir kin, yên ku ew yek kirine.

8 Marîko, * qîzikeke cahil ku ji Japonyayê ye, hate Niyû Yorkê, seva mekteba kosmêtolojîda hîn be. Hingê ew nava vê rêlîgiyêda bû, kîjan Japonyayêda sala 1959-da pêşda hat. Carekê xûşkeke pêşeng, çaxê mal bi mal xizmet dikir, rastî Marîko hat. Gava Marîko derheqa rastiya Kitêba Pîroz pêhesiya, ew usa şa bû, wekî xwest ku ew xûşk heftiyê du cara tevî wê hînbûna Kitêba Pîroz derbaz ke. Rast e Marîko hin mektebêda hîn dibû, hin jî dixebitî, lê yeke ewê derbêra destpêkir bê ser civata. Ewê usa jî wedê xwe bona hêsabûnê kêm xerc dikir, seva ku hê zêde wedê wê bimîne, wekî derheqa Yehowa diha zef pêbihese. Marîko tiştên wî cûreyî ji xwe kêm dikir, û ewê yekê alî wê kir ruhanîda pêşda here. Salek şûnda ew hate nixumandinê. Paşî şeş meha, sala 2006-da, ew bû pêşeng, û heta îro ew ça pêşeng xizmet dike.

9, 10. a) Çaxê em rastî dikirin, ça ew yek ser nihêrandina me hindava hebûkê hukum dike? b) Qîzikeke cahil çi terikand, û ew derheqa vê yekê çi dibêje?

9 Hebûk. Seva em rastiyê bikirin, dibeke em xebata baş yan jî karîêrayê ji destê xwe berdin. Mesele, çaxê Îsa gazî Petrûs û Endrawisê mesîgir kir, wekî bibine “nêçîrvanêd meriva”, wana “torêd xwe hiştin” (Met. 4:18-20). Femdarî ye, wekî gelekên ku rastiyê pêdihesin, nikarin xebata xwe bihêlin, çimkî li gora Kitêba Pîroz borcdariya wan heye (1 Tîmt. 5:8). Lê ewana gerekê nihêrandina xwe hindava pera û hebûkê biguhêzin, û tiştê lapî ferz daynin ser ciyê pêşin. Îsa ew yek zelal da kifşê, gava got: “Li ser dinê xiznê xwera necivînin. . . . Lê xiznê xwera li ezmên bicivînin” (Met. 6:19, 20). Dîna xwe bidine mesela qîzikeke cahil.

10 Marîayê ji biçûktayê hiz dikir golf bilîze. Ew çaxê îda mektebêda hîn dibû vê yekêda hê cêribandî bû û axiriyêda ewê bona vê pêşdaçûyîna xwe, îzin stand ku bê pere ûnîvêrsîtêtêda hîn be. Golf bibû nêta emirê wê. Ewê dixwest bibe profêsîonala navdar û pê vê yekê dewletî be. Paşê Marîayê destpêkir hînbûna Kitêba Pîroz, û ewê ew rastiyên ku pêhesiya, bi dil hiz kir. Ew şa bû wekî rastiyê alî wê kir, û ewê jîyîna xweda guhastin kir. Ewê gilî kiriye: “Çiqas zef min nihêrandin û rabûn-rûniştina xwe anegorî prînsîpên Kitêba Pîroz diguhast, haqas ez hê zêde bextewar dibûm”. Marîayê fem kir, wekî ewê nikaribû hiş-aqilê xwe bide hin ser tiştên ruhanî, hin jî ser hebûkê (Met. 6:24). Ewê rastî kirî bi wî heqî, ku nexwast bibe profêsîonal, dewletî be û navdar be. Niha ew ça pêşeng xizmet dike û emirê xwera şa dibe, çimkî gelek bextewar bûye û nêta wêye jîyînê jî heye.

11. Çaxê em rastiyê dikirin, tevî kê dibeke heleqetiya me bê guhastinê?

11 Heleqetî tevî meriva. Çaxê em destpêdikin anegorî rastiya Kitêba Pîroz bijîn, heleqetiya me tevî heval û merivên meyî nêzîk dikare bê guhastinê. Lê çira? Îsa derheqa vê yekê got, çaxê bona şagirtên xwe dua kir: “Wan bi rastiya xwe buhurtî-jibare ke. Xebera te rastî ye” (Yûhn. 17:17). Ev gilî “buhurtî-jibare ke”, dikare usa jî bê hesabê “wana başqe ke”. Belê, çaxê em rastiyê qebûl dikin, em ji vê dinyayê başqe dibin, çimkî îda nakevine ber bayê wê. Meriv ser me cûrekî mayîn dinihêrin, çimkî em îda pê prînsîpên Kitêba Pîroz dijîn. Hine heval û neferên me jî dibeke xwe ji me dûr bigirin, yan hela hê jî miqabilî baweriya meye teze bin. Lê em ecêbmayî namînin çaxê ew yek diqewime. Îsa got: “Dijminêd mêriv wê ji mala wî bin” (Met. 10:36). Lê Îsa usa jî soz da ku çi jî em bona rastiyê unda kin, emê hê zêde tişt dewsê qazanc kin. (Bixûne Marqos 10:28-30.)

12. Merivekî Cihû çi heq da seva rastiyê bikire?

12 Bîznêsmênekî Cihû bi navê Aaron, ji biçûktayê dihate hînkirinê, wekî îzin tune navê Xwedê hildin. Lê Aaron rastî digeriya. Carekê Şedekî Yehowa jêra nîşan kir, wekî hergê ser çar herfên navê Xwedêda, kîjan ku nedenganî ne, zêde kin herfên denganî, navê wî wê bê gotinê “Yehowa”. Ew metal ma, û ji şabûnê çû kinîştê, seva evê elametiya baş, rabînara, dêmek dersdarên Cihûra gilî ke. Lê wana wî usa qebûl nekir, ça ew hîviyê bû. Dewsa ku tevî wî şa bin, çimkî ew derheqa navê Xwedê rastiyê pêhesiya, wana tûyî wî kir û berî wî dan. Hin jî heleqetiya wî tevî neferên wî jî sar bû. Lê Aaron yeke berdewam dikir rastiyê bikire û heta mirinê bi mêrxasî Yehowara xizmet kir. Mîna Aaron, em jî hazir in heq bidin seva rastiyê bikirin, hergê jî bona vê yekê heleqetiya me tevî meriva bê guhastinê.

13, 14. Nihêrandinêda û rabûn-rûniştinêda çi guhastin lazim e bikin, seva rastiyê bikirin? Meselê bînin.

13 Nihêrandin û rabûn-rûniştina ku Xwedê xweş nayê. Seva rastiyê qebûl kin û bijîn li gora prînsîpên Kitêba Pîroz, em gerekê hazir bin fikir û rabûn-rûniştina xwe biguhêzin. Dîna xwe bidinê Petrûs derheqa van guhastina çi got: “Mîna zarêd guhdar bin, nebine mîna wî wextê dilxwestinêd xweye nezaniya xweda. Lê . . . pîroz bin nava hemû rabûn-rûniştina xweda” (1 Pet. 1:14, 15). Merivên ku Korintîda dijîtin, gerekê emirê xweda guhastinên mezin bikirana seva rastî bikiriyana, çimkî ew şeher bi bênamûsiyê tijî bû (1 Korn. 6:9-11). Îro jî geleka bona rastiyê pişta xwe dane kirên ku Xwedê xweş nayên. Petrûs gote Mesîhiyên ku wedê wîda dijîtin: “Besî we ye, ku we wextê jiyîna xweye bihurîda li gora xwestina pûtparista derbaz kiriye, hûn pey heramiyê, temxwestinêd xirab, pey-vexwarinê, kûçiksantiyê, serxweşiyê û pûtparistiya kirêt ketibûn” (1 Pet. 4:3).

14 Gelek sala Dêvîn û Jasmîn ku tevayî dijîtin, îçike vedixwarin. Rast e profêsiya Dêvîn gelek baş bû, lê çimkî îçike vedixwar, ewî gelek car xebata xwe unda dikir. Lê Jasmîn bi xeyseteke giran eyan bû, ew yeke hêrs bû. Rojekê çaxê Jasmîn vexwarî kûçê digeriya, rastî du Şedên Yehowa hat, yên ku mîsyonêr bûn. Mîsyonêra gotin, wekî ewana dikarin heftiya din bên mala wê, seva hînbûna Kitêba Pîroz destpêkin. Lê gava mîsyonêr hatin mala wan, Dêvîn û Jasmîn herdu jî vexwarî bûn. Ewana ne jî difikirîn, wekî ew mîsyonêr wê bona wan xem bikin û bêne mala wan. Lê careke din çaxê ewana hatin, îda dereceke din bû. Ji destpêka hînbûna Kitêba Pîroz, Dêvîn û Jasmîn bi dil û can Kitêba Pîroz hîn dibûn, û destpêkirin bidine xebatê wan tişta çi ku pêdihesiyan. Nava sê mehada, wana terika îçikê dan, û axiriyê zewaca xwe qanûnî kirin. Belê, ewana gelek hatine guhastinê. Gundiyên wan ew yek dîtin, gelek ecêbmayî man û hêlan bûn Kitêba Pîroz hîn bin.

15. Kîjan tişt dibeke hinekara gelek çetin e biterikînin, seva rastiyê bikirin?

15 Edet û şixul ku Xwedê xweş nayên. Seva rastiyê bikirin dibeke tiştên lape çetin ku em gerekê biterikînin, ew hene edet û şixulên ku Xwedê xweş nayên. Hinekara gelek çetin e vê yekê bikin, çimkî berxwe dikevin ku nefer, hevalxebatçî û hevalên wanî nêzîk wê çi bêjin. Îlahî çetin e biterikînin wan edeta, kîjan ku bona miriya dikin (Qan. Dcr. 14:1). Meselên wan meriva ku bi mêrxasî ew guhastin kirine, dikarin alî me jî bikin. Dîna xwe bidinê ku qirna yekêda hine bineliyên Efesê, ça bi mêrxasî ew tişt kirin.

16. Hine Efesiya çi kirin, seva rastiyê bikirin?

16 Şeherê Efes bi sêrbaziyê û koçektiyê navdar bû. Gelo ewên ku koçektî dikirin û paşê bûne Mesîhî, çi kirin seva rastiyê bikirin? Kitêba Pîroz dibêje: “Yêd sêrbaziyêva jî ku mijûl dibûn, geleka kitêbêd xwe top dikirine cîkî û li ber hemûya dişewitandin. Qîmetê wan hesab kirin, pêncî hezar zîv derket. Bi vî awayî xebera Xudan pêşda diçû û qewat dibû” (Kar. Şand. 19:19, 20). Ew Mesîhiyên amin qurbanên mezin kirin û keremên pir qîmet qazanc kirin.

17. a) Kîjan tişta em dikarin biterikînin seva rastiyê bikirin? b) Gotara dinda emê kîjan pirsa şêwir kin?

17 Lê te çi heq daye, seva rastiyê bikirî? Em gişk wedê xwe xerc dikin, seva kulîrkên rastiyê top kin. Hineka ji me, bona rastiyê nexwestin dewletî bin. Heleqetiya hineka jî, tevî merivên meyî nêzîk sar bû. Geleka jî nihêrandin û rabûn-rûniştina xwe guhastin, usa jî edet û şixulên ku Xwedê xweş nayên, terikandin. Lê çiqas biha jî ser me rûnişt, em dudilî nînin wekî rastiya Kitêba Pîroz ji wan hemû tişta qîmettir û çêtir e, çi ku me qurban kiriye. Ew tiştekî bêhesab qîmet dide me, ew heye heleqetiya nêzîk tevî Yehowa. Çaxê em derheqa wan hemû kerema difikirin, kîjan em ji rastiyê distînin, qe hişê mera jî derbaz nabe, wekî kesek bixwaze rastiyê bifiroşe. Lê gelo ça ew yek dikare biqewime? Û ça evê şaşiya mezin nekin? Ewan pirsa emê gotara dinda şêwir kin.

^ abz. 8 Vê gotarêda hine nav hatine guhastinê.