Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Gelo Xwedê Duayên Te Dibihê?

Gelo Xwedê Duayên Te Dibihê?

Çaxê tu dua dikî, tu bawer dikî ku Xwedê te dibihê?

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE?

  • Xwedê dibihê. Kitêba Pîroz me dide bawerkirinê, wekî “Xudan nêzîkî wan hemûya ye, . . . ku dilê rast gazî dikin. Ew . . . zarînîya wan dibihê û wan xilaz dike” (Zebûr 145:18, 19).

  • Xwedê dixwaze, wekî tu wîra dua bikî. Kitêba Pîroz dibêje: “Lê xwestina we bira bi dua-dirozga, razîbûnêva tevayî, Xwedêva eyan be” (Fîlîpî 4:6).

  • Xwedê bi rastî bona te xem dike. Xwedê haş ji derd û xemên me heye, û ew dixwaze alî me bike. Kitêba Pîroz dibêje: “Hemû xemêd xwe bavêjine ser wî, çimkî ew bona we xem dike” (1 Petrûs 5:7).