Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Hezeqêl bi hazirbûnê bi sîmbolîk dora şeherê Orşelîmê girt

Çev Bidine Pêxembera

Çev Bidine Pêxembera

TU ÇA dikarî çev bidî pêxembera? Derxistina “Welgerandina Dinya Teze” ya sala 2013 tezekirîda, para “Ferhenga Têrmînên Kitêba Pîroz”, xebera pêxember usa hate şirovekirinê: “Pêxember ew e, bi kîjanî eyan dibin nêt-meremên Xwedê. Pêxember ça bêjî xebervanên Xwedê bûn, lê wana ne ku tenê pêxembertî dikirin, lê usa jî hînkirinên Xwedê, temiyên wî û cezakirina wî eyan dikirin”. Rast e hûn pêxembertiyê nakin, lê yeke hûn dewsa Xwedê xeberdidin, çaxê merivara gilî dikin çi ku di Xebera wîda heye (Met. 24:14).

Bona me qedirekî çiqas mezin e merivara gilî kin derheqa Xwedêyê xwe Yahowa, û meriva hîn kin derheqa qirara wî hindava meriva! Em wî şixulîda hevkariyê dikin tevî “milyaketekî . . . ku ezmênda” difire (Eyan. 14:6, ÎM). Rojên îroyîn em dikarin rastî problêma bên, ji bo çi jî em dikarin dîna xwe nedine ser tiştên ferz. Kîjan in hine ji wan problêma? Mesele, em dikarin biwestin, dilteng bin û xwe bêkêr texmîn kin. Pêxemberên amine berê jî rastî problêma dihatin, lê yeke tu car sist nedibûn. Û Yahowa alî wan dikir seva ku kifşkirinên xwe bînin sêrî. Hine mesela şiroveke û dişirmîş be çawa tu dikarî çev bidî pêxembera.

WANA HEMÛ QEWATA XWE XERC DIKIR

Em roj bi roj, ji bo şixulê xweyî her rojî diwestin. Lema em dikarin texmîn kin ku nikarin herine xizmetiyê. Belê, mera lazim e ku em hêsa bin, çimkî Îsa û şagirtên wî jî hêsa dibûn (Marq. 6:31). Lê bifikire derheqa Hezeqêl û cabdariya wî Babîlonêda, yê ku ewî dianî sêrî nava cimeta Îsraêlêda, kîjan ku dîltiyêda bûn. Carekê Xwedê Hezeqêlra got ku ew agûr hilde û şeherê Orşelîmê li ser binexişîne. Û Hezeqêl gerekê bi sîmbolîk dora şeherê biçûk bigirta bi wî cûreyî, ku 390 roja ser kêleka xweye çepê weleziya û paşê 40 roja ser kêleka xweye rastê weleziya. Ewê yekê gerekê dîna Îsraêlên dîl bikişanda. Yahowa gote Hezeqêlra: “A vay, ezê bendan [toga] li te bixim û heta ku tu rojên dorgirtina xwe biqedînî tuyê ji alîkî xwe nezivirî aliyê xweyî din” (Hezql. 4:1-8). Hezeqêl gerekê salekê zêdetir ew şixulê fîzîkîye çetin bikira. Lê Hezeqêl ça dikaribû ewê yekê bîne sêrî?

Hezeqêl fem kir ku çira ew çawa pêxember hate şandinê. Xwedê çaxê Hezeqêl şand, gote wî: “Dixwaze bila guhdarî bikin, [Îsraêl] dixwaze bila birevin  . . . , dîsa wê bizanibin ku di nav wanda pêxemberek heye” (Hezql. 2:5). Ewî nêta cabdariya xwe bîra xweda xweyî dikir. Lema jî ewî bi hazirbûn, bi sîmbolîk dora şeherê Orşelîmê girt. Ewî îzbat kir ku ew pêxemberê rast e. Hezeqêl û hevalkarên vî bihîstin ku: “Bajar hate lêxistin”! Belê, cimeta Îsraêl fem kir, ku pêxember nav wanda ye (Hezql. 33:21, 33).

Roja îroyîn, em merivara elam dikin ku xilaziya dinya Şeytan nêzîk dibe. Rast e dibeke em bi fîzîkî diwestin, lê yeke em qewatê xerc dikin Xebera Xwedê gilî dikin, serlêdanên dubare dikin û hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz dikin. Pêxembertî derheqa xilaziya wê dinyayê tê sêrî, û em şa ne ku bi saya me “eyan dibin nêt-meremên Xwedê”.

ÇAXÊ DILTENG DIBÛN JÎ TEYAX DIKIRIN

Bi ruhê Xwedêyî pîroz em qewat dibin, lê yeke car-cara em dikarin dilteng bin ji bo wê yekê ku meriv ça qebûl dikin mizgîna, ku em bela dikin. Em dikarin bikin bîra xwe mesela pêxember Yêremiya. Ew bêhurmet kirin û pê keniyan, çimkî ewî derheqa elametiya Xwedê Îsraêliyara gilî dikir. Carekê Yêremiya dilteng bû, û hela hê giliyên usa jî got: “Ezê wî di bîra xweda neynim û êdî ezê bi navê wîva nebêjim”. Yêremiya merivekî mîna me bû û hestên wî jî yên usa hebûn çawa yên me. Lê yeke ewî berdewam dikir derheqa Xebera Xwedê xizmet dikir. Gelo çira? Ew pêxember dibêje: “Wê gavê di dilê minda bû mîna agirekî vêketî, di nav hestiyên minda ye û ez ji bi xwe girtinê westiyam, êdî ji destê min ve nayê” (Yêrem. 20:7-9).

Bi wî cûreyî, em jî dikarin dilteng bin ji bo rêaksîa merivaye ser mizgîna me. Lê em dikarin pêşberî wan hesta şer kin, hergê em bifikirin ser vê mizgîna ku em bela dikin. Ew yek dikare wek “agirekî vêketî, di nav hestiyên” meda be. Xwendina Kitêba Pîroze her rojî, dikare alî me bike wekî ew agirê dilê meda netemire.

WANA XWE JI FIKIRÊN NEBAŞ XWEY DIKIRIN

Hine Mesîhî tevîhev dibûn çaxê cabdariyên ku wanra nefemdarî bû distandin. Pêxember Hoseya jî diqewime ew yek ser xwe texmîn dikir. Yahowa temî da wî: “Here, bi pîrekek xirabra bizewice û bila ji wê, zarokên teyî zinê çêbibin” (Hos. 1:2). Bide ber çevê xwe ku Xwedê tera bigota, ku tu gerekê jineke qav bistînî! Hoseya ew temî qebûl kir. Ewî Gomer sitand û ewê wîra kurek anî. Paşê qîzek anî, û paşî qîzê dîsa kurek jî anî. Tê kifşê ku ew herdu zarên paşwextiyê ne ji Hoseya bûn. Yahowa gote Hoseya ku jina wî “wê bi pêy dostikên [yarên, DT] xwe bikeve”. Dîna xwe bidine wê yekê ku xebera “yarên” gelekanîda tê gotinê. Û paşê ew gerekê paşda vegere bal Hoseya. Hergê tu dewsa wî pêxemberî bûyayî, teyê ew jin paşda bianiya? Ew hema ew bû, çi ku Yahowa gote Hoseya ku bike! Hê serda jî, pêxember hela hê heqê mezin jî da, seva ku wê jinê paşda wegerîne (Hos. 2:7; 3:1-5).

Dibeke Hoseya dixwast pêbihesiya, gelo kara wê yekê çi ye, hergê ew usa bike. Yeke, Hoseya Xwedêra amin ma û usa kir ça Xwedê jêra got. Kirê Hoseya alî me dike, ku em fem kin Xwedê çi êş ser xwe texmîn kir çaxê Îsraêlî wîra ne amin man. Lê yeke, hine Îsraêlên diltemiz paşda vegeriyane bal Xwedê.

Îro Xwedê tu kesîra nabêje ku jineke “xirabra” bizewice. Lê em çi dersê dikarin xwera hildin ji kirê Hoseya, kîjan ewî bi hazirbûnê anî sêrî? Dersek ew e, ku bi hazirbûnê mizgîna derheqa Padşatiya Xwedê “aşkere mal bi mal” bela kin, hergê mera çetin be jî (Kar. Şand. 20:20). Dibeke, hine cûrên xizmetiyê bona te nehêsa be. Gelek merivên ku Şedên Yahowa tevî wan hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin, dibêjin ku ew hînbûn wan xweş tê, lê ewana wê tu car mal bi mal xizmet nekin. Ji wana geleka paşê destpêkirine bikin wê yekê, çi ku wana tirê wê nikaribin. Tu ji wê yekê seva xwe dersê divînî?

Ji mesela Hoseya em usa jî dikarin dersê xwera hildin, ku ewî ça qebûl kir ew şixulê giran. Gelek meniyên wî hebûn, seva ku ewî ew şixul neaniya sêrî. Heta ku Hoseya derheqa wê yekê nenivîsiya, meriv wê ça pêbihesiyana? Em jî dikarin bikevine dereceke usa, kîderê ku mecala me hebe gilî kin derheqa Yahowa, lê bona wê mecalê kesek wê nizanibe. Dereceke usa qewimî tevî Annayê, kîjan ku hîn dibe mekteba Dewletên Yekbûyîda dersxana bilindda. Carekê dersdarê şagirtara got, ku ewana gotarê hazir kin, kîderê ku gerekê gilî kin derheqa baweriya xwe, û paşê ewana gerekê şagirtara îzbat kin, ku ew yek rast e. Annayê dikaribû ew mecal berda û şedetî neda. Lê ewê texmîn kiribû, ku ew mecal ji Yahowa ye. Ewê dida ber çevê xwe ku rêaksîa şagirta wê ça be, û seva wê yekê Yahowara dua kir. Û lema xwestina wê hê gelek mezin bû ku ewê mecelê bide xebatê. Navê gotara wê usa bû “Êvolûsîa: Şêwir kin Îzbatkirina”.

Cahilê me çev didine hazirbûna pêxembera, û bi mêrxasî piştgiriya Yahowa dikin ça Efirandarê xwe

Çaxê Annayê gotara xwe got, keçika ku êvolûsîa bawer dikir, gelek pirs da Annayê, seva îzbat ke ku Anna nerast e. Lê Annayê gelek îzbatkirinên baş anî, çi jî kar anî. Dersdara wê zendegirtî ma, û lema ewê lê xelat kir bi wê yekê ku hesab kir wekî gotara wê ya lape baş e. Paşî wê yekê Annayê hê gelek car derheqa efrandinê xeber dida tevî wê keçikê. Ew mecal ji Yahowa bû ku Annayê derseke usa sitand, çimkî ewê karibû derheqa Yahowa dersxanêda hemûyara gilî ke. Annayê xwexa jî zanibû ku ew yek ji Xwedê ye. Anna dibêje: “Ez niha bi mêrxasiyê û bê tirs mizgînê bela dikim”.

Rast e, em pêxember nînin, lê yeke em dikarin çev bidine wan ruhê wanî xwequrbankirinê bidine kifşê, mesele Hezeqêl, Yêremiya û Hoseya, emê jî bikaribin bi hazirbûnê temiyên Xwedê bînin sêrî! Wê baş be ku em wedê hînbûna Kitêba Pîroze tevî malbetê, yan jî hînbûna şexsî, derheqa pêxemberên berê bixûnin, û bifikirin ku em ça dikarin çev bidine wan?