Derbazî serecemê

PIRSÊN CAHILA

Gelo Homosêksûalî Tiştekî Normal e?

Gelo Homosêksûalî Tiştekî Normal e?

 “Çaxê ez mezin dibûm çetinayîke min hebû, min texmîn dikir, wekî gede min xweş tên ne ku qîzik. Minra hêsa nîbû miqabilî wî hestê xwe şer bikim. Min tirê wede şûnda ew yek wê derbaz be, lê heta niha ew hest rihetiyê nade min” (Dêvîd 23 salî).

 Dêvîd, Mesîhî ye, û dixwaze dilê Xwedê şa ke. Lê gelo ew dikare dilê Xwedê şa ke, hergê gede wî xweş tên? Lê nihêrandina Xwedê ça ye ser homosêksûaliyê?

 Kitêba Pîroz derheqa wê yekê çi dibêje?

 Nihêrandina ser homosêksûaliyê, tevî wede û kûltûrayê tê guhastinê. Lê bona Mesîhiya nihêrandina geleka, ferz nîne û ewana nakevine “ber bayê her hînkirinekê” (Efesî 4:14). Nihêrandina wan ser homosêksûaliyê, û ser her rabûn-rûniştandineke din, ser hîmê normên Kitêba Pîroz e.

 Nihêrandina Kitêba Pîroz ser homosêksûaliyê zelal e. Xebera Xwedêda tê gotinê:

  •  “Serê xwe qisimê mêrara daneynî çawa mîna qisimê jinê.” (Qanûna Kahîntiyê 18:22).

  •  “Xwedê ew bi xwestina dilê wan dane destê heramiyê, . . . Bona vê yekê Xwedê ew dane bênamûsiyê, heta jinêd wan jî hewcetiya xweye edetê dinê hewcetiya eksîedetiyêra guhêrîn.” (Romayî 1:24, 26).

  •  “Nexapin! Ne bênamûs, ne pûtparist, ne zinêkar, ne qunde, ne kone, ne diz, ne timakar, ne serxweş, ne buxdanbêj, ne jî talankir Padşatiya Xwedê wê war nebe.” (1 Korintî 6:9, 10).

 Bi rastî normên Xwedê bona hemû meriva ne, firqî tune, kê wan xweş tê. Her merivek gerekê xwegirtinê bide kifşê, çaxê bal wî xwestinên usa pêşda tên, ku wan tişta bike çi ku ber çevê Xwedê reş in (Kolosî 3:5).

 Ew tê hesabê ku  . . . ?

 Gelo ew tê hesabê, wekî Kitêba Pîroz hêlan dike, ku yên homosêksûal nefret kin?

 Na. Kitêba Pîroz hêlan nake, wekî kesekî nefret kin, ne yên homosêksûal ne jî, yên din. Dewsê ew hêlan dike, wekî “tevî hemûya edil bin” firqî tune ewana çi cûreyî dijîn (Îbranî 12:14). Lema jî wê nerast be, ku yên homosêksûal nefret bikin, yan jî ziyana fîzîkî û êmosiyalî bidine wan.

 Gelo ew tê hesabê, wekî Mesîhî gerekê miqabilî, wan qanûna derên, yên ku îzinê didin, mêr-mêr bistîne, jin-jin bistîne?

 Kitêba Pîroz dide kifşê, wekî anegorî normên Xwedêye derheqa zewacê, gerekê her zewacekêda, mêrek û jinek be (Metta 19:4-6). Lê bi rastî ew qanûn, polîtîkêva girêdayî ne, ne normên nav-namûsiyêva. Kitêba Pîroz, Mesîhiya hêlan dike, wekî alî polîtîkêva tevnebûyînê xwey kin. (Yûhenna 18:36). Lema jî ewana qanûna dewletê ya derheqa zewaca homosêksûala, ne diparêzin ne jî miqabil dertên.

 Lê hergê . . . ?

 Lê hergê meriv homosêksûaliyêva mijûl dibe, gelo ew dikare bê guhastinê?

 Erê. Îzbatî ew e, wekî hine merivên qirna yekêda, hatine guhastinê! Çaxê Kitêba Pîroz dibêje, wekî yên homosêksûal wê nekevine Padşatiya Xwedê, paşê usa dibêje: “Ji we hinek usa bûn” (1 Korintî 6:11).

 Gelo ew tê hesabê, wekî ewên ku terka homosêksûalî dane, wê îdî tu xwestin bal wan pêşda neyê, ku dîsa vegerine emirê xweyî berê. Na. Kitêba Pîroz dibêje: “Ewî nû li xwe kiriye. Ew merivê nû roj bi roj anegorî sûretê Efirandarê xwe tê nû kirinê.” (Kolosî 3:10). Seva ku bêne guhastinê, gerekê timê ser xwe bixebitin.

 Lê çi em dikarin bêjin derheqa wî merivî, yê ku dixwaze normên Xwedê bîne sêrî, lê dîsa jî xwestina wîye homosêksûalî, hişyar dibe?

 Meriv xwexa safî dike, xwestinê xwe zeft ke, yan razî ke. Ew çi cûreyî dikare zeft ke? Kitêba Pîroz dibêje: “Bi saya Ruhê Pîroz bimeşin û hûnê xwestinêd binyata însên nekin.” (Galatî 5:16).

 Dîna xwe bidê, wê rêzêda nayê gotinê, wekî bal meriv, wê tu xwestineke bedenî pêşda neyê. Lê merivê bikaribe miqabilî wê xwestinê be, hergê her roj Kitêba Pîroz lêkolîn bike û dua bike.

 Dêvîd, derheqa kîjanî jorê hate gilîkirinê, rastiya wan giliya ser xwe texmîn kir, îlahî hingê çaxê ewî dê-bavê xweye Mesîhîra gilî kir, wekî miqabilî wê xwestinê şer dike. Ew dibêje “Barekî giran ser min hate hildanê, minê zarotiya xweda şabûneke hê mezin bistanda hergê, diha zû derheqa problêma xwe, dê-bavê xwera gilî kira”.

 Rastî jî, çaxê em pê normên Yehowa dijîn, em diha bextewar dibin. Em bawer in, wekî normên wî, “rast in, dilê mêriv şa dikin” û “yê pêk tîne, xelata wî pir mezin e” (Zebûr 19:8, 11).