Derbazî serecemê

Kitêba Pîroz Çi Dibêje Derheqa Jîyîna Tevaye bê Zewac?

Kitêba Pîroz Çi Dibêje Derheqa Jîyîna Tevaye bê Zewac?

Caba Kitêba Pîroz

Kitêba Pîroz dibêje, wekî Xwedê dewa dike ku meriv “ji qaviyê dûr bin” (1 Têsalonîkî 4:3). Xebera “qavî” Kitêba Pîrozda tê xebitandinê neaminiya mêr û jina hindava hevda, homosêksûaltî û heleqetiya sêksûal orta du meriva, kîjan ku tevayî zewacêda nînin.

 Çima bona Xwedê ferz e, wekî mêr û jinên ku tevayî dijîn zewacêda bin?

  • Xwedê sazkarê zewacê ye. Xwedê zewaca pêşin hingê saz kir, gava Hêwa da Adem (Destpêbûn 2:22-24). Xwedê nedixwest ku mêr û jinên nezewacêda tevî hev bijîn.

  • Xwedê zane bona meriya çi hê baş e. Li gora qirara Xwedê zewac ev heye heleqetiya herheyî, ji kîjanê hemû neferên malê karê distînin û xwe xweyîkirî texmîn dikin. Werên meselekê şêwir kin. Mesele ça rêberiya ji necar alî me dike rast dolapê (şkaf) top kin, usa jî rêberiya Xwedê alî me dike malbeta xwe bextewar kin. Çi ku Xwedê dibêje, timê bona kara me ye (Îşaya 48:17, 18).

    Ça rêberiya ji necar alî me dike rast dolapê (şkaf) top kin, usa jî rêberiya Xwedê alî me dike malbeta xwe bextewar kin

  • Heleqetiya sêksûal pêşiya zewaca qanûnî axiriya xirab tîne. Mesele ev heye hemlebûna bê xwestin, nexweşiyên giran û birînên êmosiyalî.

  • Xwedê heleqetiya sêksûal daye benda ku jîyîna teze ji wan pêşda bê. Bona Xwedê jîyîn pîroz e û mecala zaranînê pêşkêş e ji wî. Ew dixwaze wekî em ewê pêşkêşê qîmet kin û qedirê normên wî yên hindava zewacê bigirin (Îbranî 13:4).

 Gelo lazim e ku xort û qîz pêşiya zewacê tevî hev bijîn, wekî têderxin ew layîqî hev in yan na?

Çaxê xort û qîz naxwazin cabdariyê hildin ser xwe û pêşiya zewacê tevî hev dijîn, ew yek wê alî wan neke malbeta bextewar saz kin. Lê bi rastî heleqetiya du meriva hingê qewî dibe, gava herdu jî hindava hevda amin in û tevayî çetinaya safî dikin. a Zewaca bi qanûnî heleqetiya jin-mêr dişidîne (Metta 19:6).

 Çi lazim e, seva ku zewac qewî be?

Zewaca bêqisûr tune. Lê hergê mêr û jin prînsîpên Kitêba Pîroz didine xebatê, zewaca wan wê bi rastî bextewar be. Jêrê çend prînsîp hatine dayînê:

  • Berê pêşin derheqa hewcê hevalzewacê xwe bifikire (1 Korintî 7:3-5; Fîlîpî 2:3, 4).

  • Hindava hevda hizkirinê û qedir bidine kifşê (Efesî 5:25, 33).

  • Giliyê xwe kontrol kin (Metelok 12:18).

  • Hindava hevda bi sebir bin û zû bibaxşîne hev (Kolosî 3:13, 14).

a Binihêrin gotar “Bextewariya Malbetê; Borcdarî