Derbazî serecemê

Tu Ça Dikarî Bibî Dostê Xwedê?

Tu Ça Dikarî Bibî Dostê Xwedê?

Caba Kitêba Pîroz

 Tu dikarî Xwedê nas bikî û bibî dostê wî, hergê derheqa wî pêbihesî û tiştên ku wî xweş tên bikî. Hingê Xwedê jî wê nêzîkî te be (Aqûb 4:8). Kitêba Pîroz mera eşkere dike ku “Xwedê ji me her kesî ne dûr e” (Karên Şandiya 17:27).

 Tu ça dikarî Xwedê nas bikî

 Kitêba Pîroz bixûne

  •  Kitêba Pîroz çi dibêje: “Temamiya nivîsarê ji bîna ber Xwedê ye” (2 Tîmotêyo 3:16).

  •  Ew yek çi tê hesabê: Avtorê Kitêba Pîroz Xwedê ye. Ewî fikirên xwe kire hişê nivîskarên Kitêba Pîroz. Lema jî ev kitêbeke gelek mexsûs e, çimkî vêda Xwedê qirara xwe hindava me eyan dike. Ew usa jî mera eyan dike derheqa xeyset-hunurên xwe, besa xeberê derheqa hizkirinê, heqiyê û remtiyê (Derketin 34:6; Qanûna Ducarî 32:4).

  •  Tu çi dikarî bikî: Her roj Kitêba Pîroz bixûne (Yêşû 1:8). Û çi dixûnî ser vê yekê bifikire û pirsê bide xwe: “Ew yek derheqa Xwedê çi minra eyan dike?” (Zebûr 77:12).

     Mesele, Yêremya 29:11 bixûne, û paşê vê pirsê bide xwe: “Xwedê qencî yan xirabiya min dixwaze? Gelo Xwedê yekî kîn e, yan ew dixwaze ez bextewar bim?”

 Dîna xwe bide efrîna

  •  Kitêba Pîroz çi dibêje: “Ji efirandina dinyayêda hunurêd [Xwedêye] nexuya, awa gotî qudreta wiye heta-hetayê û Xwedêtiya wî bi efirîna xuya dibin, zelal têne dîtinê” (Romayî 1:20).

  •  Ew yek çi tê hesabê: Çawa ku neqişa bedew derheqa neqişkar gelek tişt eyan dike, yan jî mekîneke çetin çêkirî, derheqa destpêşetiya hostekî eyan dike, usa jî efrînên Xwedê derheqa xeyset-hunurên wî eyan dikin. Besa xeberê, mejûyê meyî mexsûs bîlaniya Xwedê eyan dike, lê ênêrjiya tev û steyrka qewata wî eyan dikin (Zebûr 104:24; Îşaya 40:26).

  •  Tu çi dikarî bikî: Xwera wede bivîne, wekî dîna xwe bidî çêkirinên destê Xwedê û pirsê bide xwe: “Efrînên tebiyetêda derheqa Xwedê çi eyan dikin?” a Hilbet dîsa gelek tişt hene ku tebiyet nikare derheqa Efirandar mera eyan ke. Lema jî Xwedê Kitêba Pîroz daye me.

 Navê Xwedê hilde

  •  Kitêba Pîroz çi dibêje: “Ezê piştovanê wî bim, çimkî navê Min nas dike. Ewê gazî Min ke, Ezê caba wî bidim” (Zebûr 91:14, 15).

  •  Ew yek çi tê hesabê: Xwedê, navê kîjanî Yehowa ye, îlahî dîna xwe dide wan meriva, yên ku navê wî zanin û bi qedir navê wî hildidin (Zebûr 83:18; Malaxî 3:16) b. Xwedê derheqa xwe pê vê yekê jî mera eyan kiriye, ku navê xwe mera vekiriye. Ew dibêje: “Ez Yehowa me. Navê min ew e” (Îşaya 42:8, DT).

  •  Tu çi dikarî bikî: Navê Yehowa hilde gava derheqa wî xeber didî.

 Duada tevî Yehowa xeber de

  •  Kitêba Pîroz çi dibêje: “Xudan nêzîkî wan h’emûya ye, k’îjan ku gazî Wî dikin” (Zebûr 145:18).

  •  Ew yek çi tê hesabê: Yehowa nêzîkî wan e yên ku bi baweriyê jêra dua dikin. Dua ew heye para hebandinê ku qedir û hurmetê hindava Xwedê nîşan dike.

  •  Tu çi dikarî bikî: Timê Xwedêra dua bike (1 Têsalonîkî 5:17). Dilê xwe jêra veke û derheqa xemên xwe jêra gilî ke (Zebûr 62:8). c

 Baweriya xwe Xwedê bîne

  •  Kitêba Pîroz çi dibêje: “Bê bawerî tu car nabe ku însan li Xwedê xweş bê” (Îbranî 11:6).

  •  Ew yek çi tê hesabê: Seva ku bibine dostên Xwedê, em gerekê baweriya xwe wî bînin. Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku bawerî tenê ew nîne ku meriv bawer bike ku Xwedê heye. Lê ew usa jî tê hesabê bi temamî îtbariya xwe wî bînin. Îtbarî dostiyêda gelek ferz e.

  •  Tu çi dikarî bikî: Bawerî ser hîmê zanebûnê ye (Romayî 10:17). Lema jî Kitêba Pîroz lêkolîn bike û xwe bicêribîne hela tu îtbariya xwe Xwedê û şîretên wî tînî yan na. Şedên Yehowa wê şa bin ku alî te bikin wekî Kitêba Pîroz lêkolîn bikî. d

 Wan tişta bike yên ku li Xwedê xweş tên

  •  Kitêba Pîroz çi dibêje: “Bi vê yekê em hizkirina xwe hindava Xwedêda didine kifşê, gava em temiyêd wî diqedînin” (1 Yûhenna 5:3).

  •  Ew yek çi tê hesabê: Yehowa dostê wan e, yên ku wî hiz dikin û her tiştî dikin, wekî gura temiyên wî bikin.

  •  Tu çi dikarî bikî: Wedê lêkolîna Kitêba Pîroz, dîna xwe bide ku çi Xwedê xweş tê û çi xweş jî nayê. Pirsê bide xwe: “Ez çi guhastina dikarim bikim, wekî dilê Efirandarê xwe şa bikim?” (1 Têsalonîkî 4:1).

 Şîretên Xwedê qebûl ke û tuyê hizkirina wî texmîn kî

  •  Kitêba Pîroz çi dibêje: “Te’m kin û bizanibin ku Xudan ça qenc e!” (Zebûr 34:8).

  •  Ew yek çi tê hesabê: Xwedê te hêlan dike wekî bicêribînî ku ew çiqas qenc e. Gava tu hizkirin û alîkariya wî bivînî, tuyê bixwazî diha nêzîkî wî bî.

  •  Tu çi dikarî bikî: Gava tu Kitêba Pîroz dixûnî, şîretên wî qebûl bike û tuyê bivînî ku ew çiqas tera karê tînin (Îşaya 48:17, 18). Usa jî dîna xwe bide meselên wan meriva, yên ku pê alîkariya Xwedê nava tengasiyada sebir kirine, emirê xwe û emirê neferên xwe aliyê başda guhastine û bi rastî bextewar bûne. e

 Nihêrandina nerast hindava dostiya tevî Xwedê

 Nihêrandina nerast: Xwedê gelek qewat û himzor e, lema jî nabe ku ew bixwazibe nêzîkî me be.

 Îzbatî: Rast e Xwedê gelek qewat e û Kesê herî bilind e, yeke ew dixwaze em nêzîkî wî bin. Kitêba Pîrozda gelek meselên wan meriva hene, ku bûne dostên Xwedê (Karên Şandiya 13:22; Aqûb 2:23).

 Nihêrandina nerast: Em nikarin Xwedê nas bikin, çimkî em nikarin derheqa wî pêbihesin.

 Îzbatî: Hine tişt derheqa Xwedê çetin e fem kin, mesele ku ew Kesê ruhanî ye û nayê dîtinê. Yeke em dikarin Xwedê nas bikin. Kitêba Pîroz dibêje, ku em gerekê derheqa wî bizanibin, wekî jîyîna heta-hetayê qazanc kin (Yûhenna 17:3). Bi saya Kitêba Pîroz, em dikarin derheqa Efirandarê xwe, xeyset-hunurên wî, qirara wî hindava însanetê û erdê, û usa jî derheqa qanûn û prînsîpên wî pêbihesin (Îşaya 45:18, 19; 1 Tîmotêyo 2:4). Xêncî vê yekê, ça me jorê got, Kitêba Pîroz usa jî navê Xwedê mera eyan dike (Zebûr 83:18). Bi wî cûreyî emê ne tenê Xwedê nas bikin, lê usa jî nêzîkî wî bin (Aqûb 4:8).

a Binihêrin rêza vîdêo bi navê “Gelo Ew Yek Kesekî Efirandiye?” û ji meselên wêderê pêbihesin ça bîlaniya Xwedê tebiyetêda eyan dibe.

b Navê Yehowa tê hesabê “Ew Pêk Tîne”. Xwedê navê xwe mera eyan kiriye û dikarin bêjin bi vê yekê mera dibêje: “Ezê qirara xwe û nêta xwe eseyî pêk bînim. Ez timê xweyê soz û xebera xwe me”.

c Binihêre gotar “Çira Gerekê Dua Bikim? Gelo Xwedê wê Caba Duayên Min Bide?

d Bona hê zêde înformasiya, binihêrin vîdêo “Ça Derbaz Dibe Hînbûna K′itêba Pîroz?

e Rêza gotara bi navê “Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze” binihêre.