Derbazî serecemê

Înformasiya Derheqa Fîlîalê û Êkskûrsiyê

Em bi dil û can we teglîf dikin li fîlîalên me û li neşirxana me. Pêbihesin derheqa wedê û ciyê derbazkirina êkskûrsiyê.

 

Elametî derheqa Koronavîrûsê (COVID-19): Gelek welatada, fîlîalên meda êkskûrsiya wedelû derbaz nabin. Bona hê zêde înformasiya, ji kerema xwe têlêxin vê fîlîalêra ku hûn dixwazin herin ser êkskûrsiyayê.

Îtalya

Xwenivîsandin ser Êkskûrsiyayê

Seva bêne ser êkskûrsiyayê, lazim e hûn xwe pêşda binivîsin? Belê. Seva hejmara wan, yên ku wê bên, gelek nîbe û gişkara komfort be, em hîvî ji we dikin, wekî pêşda xwe binivîsin, firqî tune vê komêda çiqas meriv bin. Wê baş be heftêk pêşda xwe binivîsin, lê hergê hûn dixwazin wedê cejina bên, diha baş e hê pêşda xwe binivîsin.

Hergê pêşda xwe nenivîsin, gelo dikarin bêne ser êkskûrsiyayê? Hergê hûn pêşda xwe nenivîsin, diqewime hûn nikaribin bên, çimkî her roj fîlîal dikare haqas meriva qebûl ke, çiqas cî heye.

Çiqas wede pêşda gerekê bên ser êkskûrsiyayê? Wê baş be weke sihetek pêşda, ne zêde, seva ku kom ser hevda top nebin.

Ça xwe binivîsin bona êkskûrsiyayê? Hergê hûn 20 meriva kêmtir in, hingê bitikînin “Xwenivîsandin: Deh Meriv Kêmtir”. Lê hergê hûn ji 20 meriva zêdetir in, nemê binivîsin ser vê adrêsê InboxBTHLTourContact.IT@jw.org binivîsin êkskûrsiyayê bona 20 meriva yan hê zêde.

Gelo nivîsandina êkskûrsiyayê dikarin biguhêzin yan jî înkar kin? Belê. Bitikînin “Binihêrin yan jî Biguhêzin”.

Çi bikin hergê ew rojên ku hûn dixwazin bêne ser êkskûrsiyayê, vala nînin? Car-cara dîsa malperêda rojên êkskûrsiyayê bicêribînin, çimkî kesek dibeke wan roja biguhêze yan jî nikaribe bê ser êkskûrsiyayê.

Êkskûrsiya

Via della Bufalotta 1281

I-00138 ROME RM

ITALY

+39 06-872941

Derheqa Fîlîalê

Ev fîlîal cabdar e bona 3 000 zêdetir civata û koma ça Îtalyayêda usa jî welatên din da. Edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz têne welgerandinê ser zimanê Îtalî, Zimanê Ker-Lalayî Îtalî û Ladîn (Gardêns).

Çap kin Broşûra Êkskûrsiyayê