Derbazî serecemê

Çira Şedên Yehowa Dîsa jî Diçin Cem Wan Meriva, Kîjanara Hewas nîbû Guh Bidana Wan?

Çira Şedên Yehowa Dîsa jî Diçin Cem Wan Meriva, Kîjanara Hewas nîbû Guh Bidana Wan?

 Hizkirin hindava Xwedê û meriva, Şedên Yehowa hêlan dike bi dil û can mizgîna xêrê bigihînine meriva û hela hê wan meriva jî, kê ku pêşda guh nedidane wan (Metta 22:37-39). Hizkirina hindava Xwedê me hêlan dike gura temiya Kurê wî bikin, dêmek hîmgirtî “şedetiyê bidin” (Karên Şandiya 10:42; 1 Yûhenna 5:3). Lema em jî mîna pêxemberê Xwedê yên berê, ne tenê carekê mizgîna Xwedê digihîne meriva (Yêremya 25:4). Hizkirina hindava meriva me hêlan dike ku “Mizgîniya Padşatiyê” kîjan ku dikare wana xilaz ke, bigihîne wan, û usa jî wan meriva kîjanara berê ev mizgînî hewas nîbû (Metta 24:14).

 Gelek car usa dibe ku gava em dîsa carekê diçin vê malê kîderê ku berê guh nedane me, em rastî merivê usa tên yên ku dixwazin mizgînê bibihên. Gelo çira?

  •   Meriv cîguhestî dibin.

  •   Kesên din ji vê malê mizgînê qebûl dikin.

  •   Meriv têne guhastinê. Qewimandinên dinyayê hineka hêlan dikin, wekî “hewcetiya xweye ruhanî” fem bikin û baweriya xwe Kitêba Pîroz bînin (Metta 5:3). Hela hê nihêrandina merivên usa jî dikare bê guhastinê yên ku miqabilî me dertên. Mesele, usa hate serê Pawlosê şandî (1 Tîmotêyo 1:13).

 Em bi zorê vê mizgînê ser kesekîva nakin (1 Petrûs 3:15). Em hesab dikin wekî her kes xwexa safî dike, ku çi bawer bike (Qanûna Ducarî 30:19, 20).