Derbazî serecemê

Çi ye Hînkirina Kitêba Pîroz?

Çi ye Hînkirina Kitêba Pîroz?

Şedêd Yahowa, meriya li ser bernama hînkirina Kitêba Pîroz teglîf dikin. Bi alîkariya vê hînkirinê meriv dikarin caba gelek pirsa bistînin. Mesele:

  • Kî ye Xwedê?

  • Gelo Xwedê bi rastiyê derheqa min xem dike?

  • Ça ez dikarim zewaca xwe bextewar kim?

  • Ça ez dikarim emirê xwe bextewar kim?

Jêrê hûnê bivînin caba li ser pirsêd ku hertim didin, derheqa bernama meye hînkirina Kitêba Pîroz.

Ça hînkirina Kitêba Pîroz derbaz dibe? Em têmek dijbêrin, mesele “Xwedê” yan jî “zewac”. Paşê jî em cûre-cûre rêz ji Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, kîjan ku vê têmayêva tevgirêdayî ne. Çaxê em evan rêza beramberî hev dikin, em divînin ku çi dibêje Kitêba Pîroz derheqa vê têmayê. Bi vî cûreyî em dihêlin, ku Kitêba Pîroz xwexa şiroveke ewê înformasiyê kîjan ku têda heye.

Wedê hînkirina Kitêba Pîroz, em didine xebatê pirtûka “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?” Di vê pirtûkêda zelal tê gotinê derheqa wê yekê, ku bi rastiyê Kitêba Pîroz çi hîn dike derheqa Xwedê, Îsa Mesîh û axiriyê.

Hînkirina Kitêba Pîroz peretî ye? Hînkirin bê pere ye, û seva edebyetêd bona hînkirinê pere nayê hildanê.

Hînkirin çiqas wede derbaz dibe? Gelek merî seva ku hînkirina Kitêba Pîroz derbaz bin, di heftêkîda weke sihetek kifş dikin. Lê wede bona derbazkirina hînkirina Kitêba Pîroz, dikare cûre-cûre be. Em dikarin tevî we hingê hînkirina Kitêba Pîroz derbaz kin, çaxê wera dest bide.

Gelo wê çi be hergê ez hînkirina Kitêba Pîroz bixwazim? Çaxê hûn bixwazin Kitêba Pîroz hîn bin, hingê yek ji Şedêd Yahowa wê rastî we bê di wî wedeyîda û cîda, kîderê ku wera dest dide. Şedê Yahowa wê nava çend deqeda wera nîşan ke, ku çawa hînkirina Kitêba Pîroz derbaz dibe. Hergê ev yek we xweş bê, dikarin evê hînbûnê berdewan kin.

Gelo hergê ez qayîl bim Kitêba Pîroz hîn bim, ev yek min mecbûr dike bibime Şedê Yahowa? Na. Şedêd Yahowara xweş tê meriya derheqa Kitêba Pîroz hîn kin, lê em tu car zorê nakine ser meriya ku bibine endemê rêlîgiya me. Dewsê em bi qedir nîşan dikin, hela çi dibêje Kitêba Pîroz. Û em usa jî fem dikin, ku cem her kesa azaya bijartinê heye û ewana xwexa safî dikin çi bihebînin. (1 Petrûs 3:15).