Nemêd Pawlos, mesîhiyêd pêşin dişidînin

ŞIXULÊD civata mesîhiyêd teze, gelek lazim bûn bona qedandina nêta Yahowa. Lê mesîhiyêd pêşin derbêra rastî peyketina hatin. Gelo ewana wê bikaribin çetinayêd di civatêda û hin jî çetinayêd ji civatê der, teyax kin û amin bimînin? Di Mizgînîda, dêmek di Nivîsarêd Yûnaniyada 21 neme hene, yêd ku şîretêd kêrhatî didine me, û me dilgerim dikin.

Ji van 21 nema, 14 hev, ji Romayî heta Îbranî, Pawlosê şandî nivîsî. Navê van nema eyan dikin, ku her nemek bona kê hatiye nivîsarê, bona merivekî, yan bona civatekî. Werên em niha hine fikirêd ji van nema pêbihesin.

Namûs û rabûn-rûniştandin. Kî ku bênamûsiyê, qaviyê û gunêd dinêye giran dikin “padşatiya Xwedê war nabin” (Galatî 5:19-21; 1 Korintî 6:9-11). Rast e qulixkarêd Xwedê ji cûre-cûre mileta nin, lê gerekê yektiyê xwey kin (Romayî 2:11; Efesî 4:1-6). Ewana gerekê bi dil û eşq alî wan xûşk-birêd xwe bikin, yêd ku tengasiyêda nin (2 Korintî 9:7). Pawlos şîretê dide: “Her gav dua bikin”. Ev alî mesîhiya dike, wekî ewana hemû nêtêd dilê xwe Yahowara vekin (1 Têsalonîkî 5:17; 2Têsalonîkî 3:1; Fîlîpî 4:6, 7). Seva ku Xwedê duayêd wana bibihê, lazim e pê bawerbûnê dua bikin (Îbranî 11:6).

Malbet ça dikare bextewar be? Mêr gerekê jina xwe hez bike ça bedena xwe, lê jin gerekê kûr qedrê mêrê xwe bizanibe. Zarara lazim e gura dê-bavê xwe bikin, çimkî ev yek Xwedê xweş tê. Dê û bav gerekê bi hezkirin zarêd xwe şîret kin, û şîretêd ji xebera Xwedê bidine xebatê (Efesî 5:22-6:4; Kolosî 3:18-21).

Femkirina nêta Xwedê. Qanûna Mûsa cimeta Îsraêl xwey dikir û heta hatina Îsa rêberiya wan dikir (Galatî 3:24). Lê mesîhiyara, seva ku Xwedêra qulix kin, eseyî nîbû ku xwe van qanûnava bigirin. Di nema Îbranîda, mesîhiyêd cihûra, Pawlos hûr bi hûr şirovedike, ku qanûna Mûsa seva çi hatibû dayînê, û ça nêta Xwedê bi Îsa Mesîh tê sêrî. Pawlos şirovekir,  wekî di van cûre-cûre qanûnada nêta pêxembertiyê hebûn. Mesele, qurbankirina heywana, kifş dikir qurbankirina Îsa, kîjan ku rastî jî gunêd meriya afû dike (Îbranî 10:1-4). Paşî mirina Îsa, Xwedê peymana qanûna Mûsa, da guhastinê, çimkî van qanûna şixulê xwe îda kirin (Kolosî 2:13-17; Îbranî 8:13).

Rêberî bona şixulêd civatê. Mêrêd, ku dixwazin serwêrtiyê bikin di civatêda, gerekê pê normêd namûsiyêye mezin bijîn, û ruhanîda gihîştî bin (1 Tîmotêyo 3:1-10, 12, 13; Tîto 1:5-9). Qulixkarêd Yahowa, gerekê her gav top bin û hevdu dilgerm kin (Îbranî 10:24, 25). Civata mesîhiya gerekê qayîm kin, û wana şîret kin (1 Korintî 14:26, 31).

Pawlos ji her du nemêd xwe Tîmotêyora, yek di Romêda nivîsî. Wî çaxî ew girtî bû, û hîviya sûcê xwe bû. Tenê çend hevalêd wî netirsiyan bêne cem wî. Pawlos fem dikir wekî wedê wî hindik maye, û ewî nivîsî: “Lecêda ez qenc revîm, min riya xwe qedand, bawerî xwey kir” (2 Tîmotêyo 4:7). Ça eyan e, Pawlos paşî vê yekê zûtirekê hate kuştinê. Lê nemêd wî, heta roja îroyîn rêberiyê didine mesîhiyêd rast.

Li ser hîmê kitêbêd Romayî; 1 Korintî; 2 Korintî; Galatî; Efesî; Fîlîpî; Kolosî; 1 Têsalonîkî; 2 Têsalonîkî; 1 Tîmotêyo; 2 Tîmotêyo; Tîto; Filîmon; Îbranî..