SALA 2004, 26 Kanûna Pêşin erdhejeke qewî qewimî li giravê Sîmêûlê, aliyê bakûra-roavayê ber devê bera Sûmatrayê di Endoneziyayêda. Her kesên ku li ber devê berê sekinî bûn ser berê dinihêrîn, û nişkêva ava berê paşda ki­şiya. Vê demê her kes destpêkirin birevine ciyê bilind, û dikirine qare-qar “Smong! Smong!”, çi ku ser zimanê wan tê hesabê tsûnamî. Nava 30 deqeda pêlên avê devê berê girtin û gelek avayî hilşiyan.

Wî girava Sîmêûlêda tsûnamîe usa qewî cara pêşin qewimî. Ji 78 000 merivên ku wêderê dijîn tenê 7 meriv mirin. Lê yên mayîn ça hatine xilaskirinê? * Merivên ku wêderê dijîn timê tiştên usa dibêjin: “Çaxê erdhejê mezin diqewimin, û pêlê avê qewî dibin, birevin ciyê bilind, çimkî av wê devê berê bigire”. Bajarvanê Sîmêûlê ji tsûnamîên berê, hînbûn têderxin nêzîkbûna tsûnamî, bi saya guhastina hewa di berêda. Ew yek ku wana ew her tişt didane hesab, emirê wan xilaz kir.

Sala 2004-da tsûnamî emirê 220 000 meriva bir, ew tsûnamî ya lape qewî bû terîxiyêda.

Kitêba Pîroz dibêje derheqa qeziya ku nêzîk dibe, “tengasîke usa mezin wê bibe, ku ji destpêbûna dinyayê heta niha mîna wê nebûye û ne jî wê bibe” (Metta 24:21). Lê ew ne kutasiya Er­dê ye bi destê meriva yan ji bo teşqela, çimkî me­remê Xwedê ew e wekî erd heta-hetayê hebe (Waîz 1:4). Lê qeziya ku nêzîk dibe wê bi destê Xwedê biqewime, wekî qira wan bîne “yêd ku dinê xirab dikin”. Ew yek wê kutasiya zulmiyê û çerçirandinê bîne (Eyantî 11:18; Metelok 2:22). Dêmek ew yek wê keremeke mezin be!

Wedê teşqela, tsûnamîa, û erdheja, merivên neneheq jî dimirin, lê ew roja axiriya dinyayê, ya ku nêzîk dibe, wê ziyanê nede merivên neneheq. Kitêba Pîroz dibêje: “Xwedê hizkirin e”, û Xwedê navê kîjanî Yahowa ye, soz dide ku “kesên rast wê rûyê erdê, . . . bistînin û her û her li ser bijîn” (1 Yûhenna 4:8; Zebûr 37:29, DO). Lê tu çawa dikarî teyax kî tengasiya mezin û ji keremên sozdayî şabûnê bistînî? Ferz ew e: Guh bidine rêberiyê!

DÎNA XWE BIDE GUHASTINÊN KU DINÊDA DIQEWIMIN

Em nikarin kifş kin xilaziya roja axiriyê û nizanin wê kengê bê, çimkî Îsa got: “Lê bona wê rojê û wê sihetê tu kes nizane, ne milya ketêd ezmana, ne jî Kur, lê tenê Bav”. Lê yeke Îsa me hêlan dike “hişyar bimînin” (Metta 24:36; 25:13). Çira? Çimkî Kitêba Pîrozda tê şirovekirinê ku halê dinyayê wê çawa be, pêşiya wê yekê ku Xwedê xilaziyê bîne. Çawa ku bajarvanên Sîmêûlê ji pêlên avê têderxistin ku tsû­namî nêzîk dibe, hema bi wî cûreyî guhastina ku dinêda diqewimin eyan dikin ku xilazî îda nêzîk e. Derheqa wan guhastina ku Kitêba Pîroz eyan dike dikarin bivînin çargoşêda.

Bi rastiyê hine ji wan qewimandina yê ku çargoşêda têne gotinê, berê jî diqewimîn, lê ne bi hevra. Lê Îsa got ku gava em “wan hemû tişta” bi vînin, emê têderxin ku xilazî îda nêzîk e (Metta 24:33). Hela pirsê bide xwe: “Qe berê ew hemû tişt diqewimîn 1) nav temamiya dinyayêda, 2) bi hevra wedekîda, û 3) usa ku çiqas diçe hê xirab dibe?” Ew hemû tişt rojên meda diqewimin.

EYANKIRINA HIZKIRINA XWEDÊ

Prêzîdêntê berê yê Dewletên Yekbûyî got ku “sîstêma pêşelamkirina xofê . . . emir xilaz dike”. Paşî tsûnamîê ya ku qewimî sala 2004, sîstêma pêşelamkirina xofê hate çêkirinê di vê rêgîonêda, seva ku meriv nemirin ji teşqelê ku axiriyêda dikarin biqewimin. Xwedê jî, heta ku xilaziyê bîne, pêşda elam dike derheqa vê yekê. Kitêba Pîroz pêxembertiyê dike: “Ev Mizgîniya Padşatiyê wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hemû miletara bibe şedetî û hingê xilazî wê bê” (Metta 24:14).

Tenê salên paşwextiyada, Şedên Yahowa 1.9 mîlîard sihet xerc kirine belakirina mizgînêda, 240 welatada ser 700 zimana zêdetir. Ew yek bi rastiyê jî îzbatkirina qewî ye ku xilazî nêzîk e. Şedên Yahowa meriva hiz dikin, ewana bi dil û can qewata xwe xerc dikin seva ku merivara elam kin derheqa roja Xwedêye dîwankirinê. Û ew roj gelek zû nêzîk dibe (Metta 22:39). Ew yek ku we bihîst derheqa wê elametiyê hizkirina Yahowa dide kifşê hindava we. Bîra xweda xwey kin, wekî “[Xwedê] naxwaze tu kes unda be, lê dixwaze wekî hemû ji gunekirinê vegerin” (2 Petrûs 3:9). Lê hûnê qebûl kin hizkirina Xwedê û guh bidine pêşelamkirinê?

 BIREVINE SITARÊ!

Bînin bîra xwe ku bajarvanên Sîmêûlê ça xwe dane kifşê, çaxê dîtin ku av ji devê berê paşda kişiya. Ewana hîviyê nîbûn heta ku ava berê vegere, lê derbêra revîn bilindciya. Bi wê yekê wana emirê xwe xilaz kir. Em jî gerekê birevine bilindciya hela hê dereng nîne, seva ku ji tengasiya mezin xilaz bin. Lê ça em dikarin evê yekê bikin? ­Îşaya pêxember bi rêberiya Xwedê nivîsî derheqa teglîfkirinê, ku wê rojên xilaziyêda bibe. Ewî got: “Werin em hilkişin çiyayê Xudan . . . [Ew] wê rêyên xwe hînî me bike û emê di rêyên wîda bimeşin”. Em hema wî wedeyîda dijîn (Îşaya 2:2, 3).

Çaxê meriv hildikişe ser serê çiyê, ew xwe cîkî bêxof texmîn dike. Usa jî, çaxê meriv ji Kitêba Pîroz pêdihese derheqa rêyên Xwedê, ew yek alî wî dike ku jîyîna xweda guhastina bike, kîjan ku wê karê wîra bîne (2 Tîmotêyo 3:16, 17). Bi wê yekê, ew meriv destpêdike “rêyên [Xwedêda]” diçe, û usa qebûlkirin û xweykirina Xwedê distîne.

Lê hûnê teglîfkirina Xwedê qebûl kin û bikevime bin sitara wî? Em we hêlan dikin ku kûr lêkolîn bikin îzbatkirinên ji Kitêba Pîroz, ku vê çargoşêda nin, kîjan didine kifşê nîşanên “rojên axiriyê” wedê meda. Şedên Yahowa mihala weda wê şa bin, alîkariyê bidine we seva ku hûn hê zelal fem bikin nivîsarên Kitêba Pîroz, û di emirê xweda wan nivîsara bidine xebatê. Yan jî hûn dikarin caba bistînin ser pirsên xwe malpera meda www.jw.org.

^ abz. 3 Sala 2004-da tsûnamî emirê 220 000 meriva bir, ew tsûnamî ya lape qewî bê terîxiyêda.