Gelo Wê Bê Ev Roj ku Têrorîzm Îda Tune be?

Gelo Wê Bê Ev Roj ku Têrorîzm Îda Tune be?

 Çaxê derheqa têrorîzmê dibihêyî, dibe pirs bal te pêşda tên: “Gelo xema Xwedê nîne, ku çi diqewime? Çima ew tişt diqewimin? Gelo têrorîzm a wê bê hildanê? Meriv ça dikare bin vê tirsêda bijî? Kitêba Pîroz zelal caba wan pirsa dide.

Xwedê ça dinihêre ser têrorîzmê?

 Xwedê zorbetiyê û têrorîzmê nefret dike (Zebûr 11:5; Metelok 6:16, 17). Wekîlê Xwedê, Îsa jî carekê şagirtên xwe hilat, çaxê wana xwe mîna zorbeta dane kifşê (Metta 26:50-52). Hinek meriv dibêjin ku ewana bi navê Xwedê zorbetiyê dikin, lê Xwedê îzin nedaye wan ku vê yekê bikin. Bi rastî Xwedê ne jî duayên merivên usa dibihê (Îşaya 1:15).

 Xwedê xem dike bona wan meriya, yên ku diçerçirin û usa jî yên ku ji bo têrorîzmê zirarê ketine (Zebûr 31:7; 1 Petrûs 5:7). Kitêba Pîrozda usa jî tê gotinê, wekî Ew wê zorbetiyê kuta ke (Îşaya 60:18).

Sebebê têrorîzmê

 Kitêba Pîroz sebebê têrorîzmê eyan dike. Ew dibêje wekî serwêrtiya meriva ziyanê tîne (Waîz 8:9). Nava terîxiya însanetêda, merivên xweyîhukum pê têrorîzmê zorbetî meriva kirine. Merivên ziyanketî jî seva ku heyfê hildin, pê têrorîzmê zorbetî kirine (Waîz 7:7).

Kutakirina têrorîzmê

 Xwedê soz dide, ku wê zorbetiyê û tirsê bide hildanê, û dewsê edilayê bîne ser temamiya erdê (Îşaya 32:18; Mîxa 4:3, 4). Xwedê wê:

  •   Sebebê têrorîzmê bide hildanê. Ew wê dewsa serwêrtiya meriva, serwêrtiya xwe ser temamiya dinyayêra kifş ke. Serwêrê vê serwêrtiyê Îsa Mesîh, wê hindava hemûyada heq be û zorbetiyê bide hildanê (Zebûr 72:2, 14). Hingê wê tu kes têrorîzmê neke. Meriv “xêr-xweşîyêva wê xinê bin û şa bin” (Zebûr 37:10, 11).

  •   Hemû ziyanê ji têrorîzmê bide hildanê. Xwedê wê meriya ji ziyana têrorîzmê aza ke, him aliyê fîzîkîda, him jî êmosiyalîda (Îşaya 65:17; Eyantî 21:3, 4). Ew usa jî soz dide, ku wê miriya paşda vegerîne jîyînê,û ewana wê edilayêda ser erdê bijîn (Yûhenna 5:28, 29).

 Kitêba Pîrozda hene îzbatiyên vê yekê, ku Xwedê zûtirekê wê destpêke hereket bike. Dibe ku pirs cem we pêşda tê: “Çima Xwedê heta niha têrorîzm kuta nekiriye?” Seva ku caba vê pirsê bistînin, binihêrin vîdêo “Çima Xwedê Dihêle Wekî Em Biçerçirin?

a “Têrorîzm” ew e ku zorbetiyê dikin, îlahî hindava bineliya, seva ku wana bidine tirsandinê û guhastinên polîtîkî, rêlîgî û sosyalî bikin. Dibe ku hine meriv hevra qayîl nîbin wê yekêda, wekî kirên çi cûreyî dikarin hesab kin ça yên têrorîzmî.