Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 KILAMA 62

Kilama Nû

Select an Audio Recording
Kilama Nû
NÎŞANKIRIN

(Zebûr 98)

  1. 1. Wa ew kilama nû derheqa hemû kirên baş,

    Yên ku Xwedê kirye û dîsa wê bike.

    Yehowa zor e, ew Xwedayê Altîndar e,

    Bi heqiyê û rastiyê

    Dîwanê ew dike.

    (LÊWEGERANDIN)

    Bistirê!

    Kilamê Xwedêra.

    Bistirê!

    Yehowa ye Padşa.

  2. 2. Bi dengê pir xweş û şa bistirê Padşêra,

    Bi kilama, dil-eşq; Tu rûmet ke Xweda.

    Bira em her kes bi dengekî hevra bistrên.

    Dengek bira bidin

    Borî, saz û çengê.

    (LÊWEGERANDIN)

    Bistirê!

    Kilamê Xwedêra.

    Bistirê!

    Yehowa ye Padşa.

  3. 3. Bira ber û erd rûmet kin navê Yehowa,

    Efrînê ser erdê her gav bidin pesna.

    Çem, zinar û çol bira kilamên nû bêjin,

    Bona karên Xwedê

    Pesna hertim bidin.

    (LÊWEGERANDIN)

    Bistirê!

    Kilamê Xwedêra.

    Bistirê!

    Yehowa ye Padşa.

(Usa jî binihêre Zeb. 96:1; 149:1; Îşa. 42:10).