Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 KILAMA 4

“Yehowa Şivanê Min e”

Select an Audio Recording
“Yehowa Şivanê Min e”

(Zebûr 23)

  1. 1. Yehowa tu Şivanê min î,

    Timê ezê pey te bêm.

    Xwestinê dilê min fem dikî,

    Hewcên min tu rind zanî.

    Min ser avên edil dibî,

    Kîderê ku aştî ye.

    Tu şîretê xwe timê didî min,

    Û riya rastra min dibî.

    Belê, şîreta timê didî,

    Û riya rastra min dibî.

  2. 2. Hergê teriyêda ez herim,

    Ji tiştekî natirsim.

    Çimkî tev min e şivanê min,

    Ew xwey dike min hertim.

    Alî bike riya te neêlim,

    Ku navê te pîroz kim.

    Ezê hertim li tevî te şa bim,

    Bavo, tu yî Dostê min.

    Belê, timê li tevî te bim,

    Bavo, tu yî Dostê min.

  3.  3. Yehowa bo min Şivan e,

    Timê gura wî dikim.

    Ew dilê min tim hêsa dike,

    Gava ez dilşkestî me.

    Emrê me rind îzbat dike,

    Wekî tu Efrandar î.

    Hergê hizkirina te tev me be,

    Ew wê me rêberî ke.

    Hizkirina te tevî me be,

    Ew wê me rêberî ke.

(Usa jî binihêre Zeb. 28:9; 80:1).