KILAMA 137
Kulfetên Amin
(Romayî 16:2)
-
1. Sera, Ester, Rahêl, Meryem, Rebeka
Tim aminya xwe wana eyan dikir.
Kirên wana ew yek rind îzbat dikir,
Milûktya wan her dema eşkere bû.
Gelek kulfet hebûn, nav nizanin,
Lê ew amin bûn û baweriya wan hebû.
-
2. Mêrxasî, qencî, aminî, milûktî
Ew hunur in ku tim tên qîmet kirin.
Wan kulfeta xwe li rya Xwedê girtin,
Çev bide wan bawerya xwe zêde ke.
Hergê em mîna wan berbihêr bin,
Kerema Xwedê wê ser meda bibare.
-
3. Dayîkno, xûşkno, kulfetno û keçno,
Karên Xwedê bi şabûnê hûn dikin.
Xemila we ew e ku hûn tim helal in,
Xwedê dilê we guhdar qîmet dike.
Hûn bawer bin, ku Xwedê Yehowa,
Kitêba emirda navê we dinvîse.
(Usa jî binihêre Fîlî. 4:3; 1 Tîmt. 2:9, 10; 1 Pet. 3:4, 5).