Eyantiya Yûhenna 7:1-17

  • Çar melek bayên çar qulbên dinyayê digirin (1-3)

  • 144 000 hatibûn morkirinê (4-8)

  • Elaleteke mezin pê çuxên sipî (9-17)

7  Pey vê yekêra, min dît çar melek li her çar qulbên dinyayê sekinî ne. Wana bayên çar qulbên dinyayê qayîm digirtin, wekî ba li erdê, li berê û li dara nexe. 2  Û min melekekî din jî dît, yê ku ji rohilatê derdiket, û destê wîda mora Xwedayê sax hebû. Ewî bi dengekî bilind li wan çar meleka kire gazî, kîjanara îzin hatibû dayînê, wekî zirarê bidine erdê û berê, û wanra got: 3  “Heta ku em morê ser eniya xulamên Xwedayê xwe nexin, zirarê nedine erdê, berê û dara”. 4  Û min hejmara kesên ku hatibûn morkirinê bihîst. Hejmara wan 144 000 bû, û ewana ji hemû berekên kurên Îsraêl bûn: 5  Ji bereka Cihûda 12 000 hatibûn morkirinê,ji bereka Rûbên 12 000,ji bereka Gad 12 000, 6  ji bereka Aşêr 12 000,ji bereka Neftelî 12 000,ji bereka Minaşe 12 000, 7  ji bereka Şîmeyon 12 000,ji bereka Lêwî 12 000,ji bereka Îsaxar 12 000, 8  ji bereka Zebûlon 12 000,ji bereka Ûsiv 12 000,ji bereka Binyamîn 12 000 hatibûne morkirinê. 9  Pey vê yekêra, va min elaleteke mezin dît, ku tu kesî nikaribû bijimarta, ewana ji her miletî, ji her berekê, ji her cimetê û ji her zimanî bûn. Çuxên sipî li wan bûn û çiqilên xurma jî destên wanda bûn, û ewana ber text û ber Berx sekinî bûn. 10  Wana bi dengekî bilind digot: “Xilazbûna me ji Xwedayê me tê, yê ku ser text rûniştî ye, û ji Berx tê”. 11  Hemû melekên ku li dora text, rûspiya û çar efrînên bînber sekinî bûn, ber text ketine ser çoka û serê xwe ber Xwedê danîn, 12  û digotin: “Amîn! Bira pesin, rûmet, bîlanî, şikirî, hurmet, hukum û qewat heta-hetayê Xwedayê mera be. Amîn!” 13  Hingê yek ji rûspiya minra got: “Ev kesên bi çuxên sipî kî ne û ji kîderê hatine?” 14  Min derbêra jêra got: “Ezxulam, tu caba vê pirsê zanî”. Û ewî minra got: “Ewana ew in, yên ku ji tengasiya mezin derketine, çuxên xwe pê xûna wî Berxî şûştine û çîl-qerqaş kirine. 15  Lema ewana ber textê Xwedê sekinî ne û paristgeha wîda şev û roj wîra xizmetiya pîroz dikin. Û Yê ku ser text rûniştî ye, wê konê xwe ser wan veke. 16  Ewana wê îda tî û birçî nebin, û ne jî tev û germayê li wan xe, 17  çimkî Berxê ku ber text e, wê şivantiya wan bike û wana berbi kaniyên ava jîyînê bive. Û Xwedê wê hemû hêsira ji çevên wan paqij ke”.

Спартьн