Eyantiya Yûhenna 6:1-17
6 Min dît ku Berx ji wan heft mora yek vekir, û min bihîst ku ji çar efrînên bînber yek bi dengekî mîna dengê gurîniya ezmana, usa dibêje: “Derkeve!”
2 Û va min hespekî boz dît, û destê siyarê wîda tîrkevanek* hebû. Wîra tacek hate dayînê, û ew derket ku miqabilî dijminên xwe serkeve.
3 Gava Berx mora duda vekir, min bihîst ku efrînê bînberî duda usa dibêje: “Derkeve!”
4 Hingê hespekî din derket, rengê kîjanî sor bû. Siyarê wîra îzin hate dayînê ku ew edilayê ji dinyayê hilde, wekî meriv hevdu bikujin, û siyarra şûrekî mezin hate dayînê.
5 Gava Berx mora sisiya vekir, min bihîst ku efrînê bînberî sisiya, usa dibêje: “Derkeve!” Û min hespekî reş dît, û destê siyarê wîda mêzîn hebû.
6 Nav çar efrînên bînberda, min ça bêjî dengek bihîst, ku usa dibêje: “Kîlok genim bi dînarekî û sê kîlo ceh bi dînarekî. Lê zirarê nede bizirê zeytûnê û şeravê”.
7 Gava Berx mora çara vekir, min dengê efrînê bînberî çara bihîst, ku usa dibêje: “Derkeve!”
8 Û min hespekî rengê sipîçolkî* dît, navê siyarê kîjanî Mirin bû. Û Gor* pey wî dihat. Û wanra hukum hate dayînê ser pareke ji çar parên dinyayê, wekî ewana bi şûrê dirêj, bi xelayê, bi nexweşiyên giran û bi terewila bikujin.
9 Gava Berx mora pênca vekir, min bin qurbangehê xûna* wan meriva dît, yên ku bona xebera Xwedê û bona belakirina xebera wî hatibûn kuştinê.
10 Wana bi dengekî bilind got: “Ya Xudanê Mezin, tu Xwedayê pîroz û rast î! Tê heta kengê dîwanê nekî û heyfa xûna me ji bineliyên rûbarî dinê hilnedî?”
11 Hingê ji wan her yekîra çuxê sipî hate dayînê, û wanra hate gotinê: “Hinekî jî hîviyê bin heta ku hejmara heval-xulamên we û birên we temam be. Belê, hindik maye ewana jî mîna we bêne kuştinê”.
12 Û gava min dît ku Berx mora şeşa vekir, erdhejeke mezin qewimî. Tev mîna kurxê pê pirç çêkirî,* reş bû û temamiya hîvê mîna xûnê sor bû.
13 Steyrkên ezmên jî ketine ser rûyê erdê, çawa ku dara hêjîrê ji ber bakî qayîm diheje û berên wê jê diwarin.
14 Ezman mîna kitêbeke gulometkkirî hate pêçanê û unda bû. Û her çiya û girav ji ciyê xwe hatine rakirinê.
15 Hingê padşên dinyayê, yên xweyîhukum, serokên eskera, yên dewletî, yên qewî, her xulam, û her merivê aza, xwe nav şkeft û zinarên çiyada veşartin.
16 Û wana çiya û zinarara digot: “Ser meda bikevin û me ji rûyê wî veşêrin, Yê ku ser text rûniştî ye, usa jî ji xezeba Berx,
17 çimkî roja xezeba wane mezin hatiye, û kî dikare xilaz be?”
Спартьн
^ Yan “kevanek”.
^ Yan “rengavîtî”.
^ Yan “Hadês”. Bi sîmbolîk mezelê hemû miriya.
^ Raste-rast “nefs”. Kitêba Pîrozda ev xeber gelek car tê xebitandinê ser meriva, heywana yan jî ser jîyînê. Ça tê kifşê vê rêzêda “nefs” tê hesabê jîyîna wan meriva, xûna kîjana ser qurbangehê hate rêtinê.
^ Dibeke ji hiriya bizina.

