Eyantiya Yûhenna 5:1-14

  • Kitêba gulometkkirî ya bi heft mora (1-5)

  • Berx kitêba gulometkkirî distîne (6-8)

  • Berx hêja ye ku morên kitêba gulometkkirî veke (9-14)

5  Min destê wîyî rastêda, yê ku ser text rûniştî bû, kitêbeke gulometkkirî dît. Ev her du aliyava hatibû nivîsarê û pê heft mora hatibû morkirinê. 2  Min melekekî zor dît, yê ku bi dengekî bilind got: “Kî hêja ye ku morên wê kitêba gulometkkirî rake û vê kitêbê veke?” 3  Lê ne li ezmên, ne ser erdê, ne jî bin erdêda tu kesî nikaribû vê kitêba gulometkkirî veke û binihêre têda çi nivîsar e. 4  Ez gelek giriyam, çimkî min tu kes nedît, yê ku hêja bûya ev kitêba gulometkkirî vekira û binihêriya têda çi nivîsar e. 5  Lê yek ji rûspiya minra got: “Negirî. Va, Şêrê ku ji bereka Cihûda ye û ji koka Dawid e, serketiye, û ew dikare heft morên vê kitêba gulometkkirî rake û vê kitêbê veke”. 6  Min ber text, orta çar efrînên bînber û rûspiyada, berxekî sekinî dît. Ev berx têbêjî serjêkirî bû, heft stirûyên wî û heft çevên wî hebûn. Ev çev heft ruhên Xwedê têne hesabê, yên ku hatine şandinê li temamiya dinyayê. 7  Derbêra ew berx hate ber text û kitêba gulometkkirî ji destê wîyî rastê, yê ku ser text rûniştî bû, stand. 8  Gava ewî ew kitêba gulometkkirî stand, çar efrînên bînber û 24 rûspî ber Berx ketine ser çoka. Destê her rûspîkîda çeng hebû, û cem wan tasên zêrîn tijî bixûr hebûn. Bixûr duayên pîroza tê hesabê. 9  Û wana kilameke teze distira:* “Tu hêja yî ku morên vê kitêba gulometkkirî rakî û vê kitêbê vekî, çimkî tu hatî serjêkirinê û te pê xûna xwe bona Xwedê meriv kirîn ji her berekî, ji her zimanî, ji her cimetê û ji her miletî. 10  Û te ewana kirine padşa û kahîn bona xizmetkariya Xwedayê me, û ewana wê ser dinyayêra ça padşa serwêrtiyê bikin”. 11  Û min dora text, dora efrînên bînber û rûspiya, gelek melek dîtin û dengê wan bihîst. Hejmara wan bi hezara hezar û bi deh hezara deh hezar bû. 12  Û wana bi dengekî bilind usa digot: “Berxê ku hatiye serjêkirinê hêja ye ku hukumtiyê, dewlemendtiyê, bîlaniyê, qewatê, hurmetê, rûmetê û pesinê bistîne”. 13  Û min dengê her efrînê li ezmên, ser erdê, bin erdêda û berêda bihîst, û wana hemûya digot: “Bira heta-hetayê pesin, hurmet, rûmet û qewat yê ser text rûniştîra û Berxra be”. 14  Çar efrînên bînber usa digotin: “Amîn!” Û rûspî ketine ser çoka û serê xwe ber Xwedê danîn.

Спартьн

Raste-rast “distirên”.