Eyantiya Yûhenna 4:1-11
4 Paşî van tişta, min li ezmên derîkî vekirî dît, û dengê pêşiyê ku min bihîst, mîna dengê boriyê bû û minra usa got: “Hilkişe vir, û ezê tiştên ku gerekê biqewimin, nîşanî te kim”.
2 Paşê derbêra ruhê Xwedê dakete ser min, û min dît ku li ezmên textek hebû û kesek ser text rûniştî bû.
3 Yê ku ser text rûniştî bû, mîna kevirê yaspîs û sardiyon* şewq dida. Û dora text keskesoreke mîna zimrûd hebû.
4 Dora text 24 text hebûn û ser van texta 24 rûspî rûniştî bûn. Kincên wan sipî bûn û ser serê wan tacên zêrîn hebûn.
5 Ji text birûsk, deng û gurîniya ezman derdiketin. Û ber text heft çirên vêxistî hebûn, yên ku heft ruhên Xwedê têne hesabê.
6 Ber text tiştekî mîna bera şûşe hebû, mîna xirûstalê zelal.
Dora textê ku ortêda bû, çar efrînên bînber hebûn, yên ku pêşiyêva û paşiyêva bi çeva tije bûn.
7 Efrînê bînber yê pêşin mîna şêr bû, yê duda mîna ga bû, rûyê yê sisiya mîna rûyê meriva bû, û yê çara mîna teyr bû ku difire.
8 Û şeş baskên her efrîneke bînber hebûn, û baskên wan bi çeva tije bûn. Şev û roj wana dengê xwe nedibirî, û digotin: “Pîroz, pîroz, pîroz e Yehowa Xwedê, yê ku qewata wî bêsînor e, yê ku hebû, heye û wê bê”.
9 Gava wan her çar efrînên bînber hurmet, rûmet û şikirî didane yê ser text rûniştî, yê ku heta-hetayê dijî,
10 24 rûspî ber wî, yê ku ser text rûniştî ye, diketine ser çoka û serê xwe ber wî, yê ku heta-hetayê dijî, datanîn. Û wana tacên xwe davîtine ber text û digotin:
11 “Ya Yehowa, Xwedayê me, tu hêja yî ku hurmet, rûmet û qewatê bistînî, çimkî te hemû tişt efirandiye, û hemû tişt bi qirara te hatine efirandinê û hene”.
Спартьн
^ Yan “kevirê sorê biha”.

