Eyantiya Yûhenna 3:1-22
3 Usa jî ewî got: “Melekê civata Serdeysêra binivîse: Yê ku heft ruhên Xwedê û heft steyrkên wî hene, usa dibêje: ‘Ez haj kirên te heme. Tu sax têyî kifşê, lê bi rastî tu mirî yî.
2 Hişyar be û tiştên ku mane, kîjan ku ber mirinê bûn, qewî ke. Çimkî ez navînim wekî te hemû tiştên ku Xwedayê min ji te dixwaze, kiriye.
3 Lema jî bîne bîra xwe ku te çi standiye û bihîstiye, wan tişta xwey ke, û tobe ke. Hergê tu hişyar nebî, ezê mîna diz bêm, û tu nizanî ku ezê kîjan sihetêda bêm.
4 Lê Serdeysêda çend kesên te hene, yên ku kincên xwe heram nekirine. Ewana wê tevî min pê kincên sipî bigerin, çimkî hêja ne.
5 Yê ku serdikeve, kincê sipî wê li wî bê kirinê. Ezê navê wî tu car ji kitêba jîyînê dernexim,* lê ezê ber Bavê xwe û ber melekên wî bêjim ku ez navê wî zanim.
6 Guhên kê hene, bira rind guh bidê ku ruhê pîroz civatara çi dibêje’.
7 Melekê civata Filadelfyayêra binivîse: Yê ku pîroz e, yê ku rast e, yê ku kilîta Dawid cem wî ye, yê ku vedike ku tu kes nikare dade, û yê ku dadide ku tu kes nikare veke, usa dibêje:
8 ‘Ez haj kirên te heme. Va ye, min derî ber te vekir, û tu kes nikare derî dade. Ez zanim ku qewata te hindik e, û dîsa jî te xwe li xebera min girt û navê min înkar nekir.
9 Ezê usa bikim ku kesên ji kinîşta* Şeytan, yên ku xwe Cihû nav dikin, lê bi esilê xwe Cihû nînin, bêne bal te û ber nigên te bikevine ser çoka. Û ewana wê bizanibin ku ez te hez dikim.
10 Çimkî te rind dîna xwe da tiştên ku derheqa sebira min hatine gotinê, ezê jî siheta cêribandinêda te biparêzim. Ev sihet wê bê serê temamiya dinyayê, wekî hemû kesên ku ser erdê dijîn, bêne cêribandinê.
11 Ezê zû bêm. Xwe li tiştên ku bal te hene, qayîm bigire, wekî tu kes xelata* te ji te nestîne.
12 Yê ku serdikeve, ezê wî paristgeha Xwedayê xweda bikime stûn, û ewê ji wêderê qe dernekeve. Ezê ser wî navê Xwedayê xwe û navê bajarê Xwedayê xwe, dêmek Orşelîma Nû, binivîsim. Ev bajar ji ezmên ji Xwedayê min dadikeve jêr, û ezê navê xweyî teze ser binivîsim.
13 Guhên kê hene, bira rind guh bidê ku ruhê pîroz civatara çi dibêje’.
14 Melekê civata Lawdikyayêra binivîse: Yê ku navê wî Amîn e, yê ku şedê amin û rast e, yê ku efrînê Xwedêyî pêşin e, usa dibêje:
15 ‘Ez haj kirên te heme. Tu ne sar î û ne jî germ î. Xwazil tu sar yan jî germ bûyayî.
16 Lê çimkî tu ne sar û ne jî germ î, lê golî yî, ezê te ji devê xwe birêjim.
17 Tu dibêjî: “Ez dewletî me, gelek hebûka min heye û ez qe hewcê tu tiştî nînim”. Lê tu nizanî ku tu merim, gune, belengaz, kor û tezî yî.
18 Lema şîreta min tera ev e: Zêrê ku bi agir hatiye xaliskirinê, ji min bikire, wekî tu dewletî bî. Û kincê sipî jî ji min bikire, wekî tu wî li xwe kî û şerma tezîbûna te neyê dîtinê. Usa jî melhema çeva bikire û li çevên xwe xe, wekî bivînî.
19 Ez kîjana hez dikim, wan hiltêm û şîret dikim. Lema xîret be û tobe ke.
20 Ez ber derî sekinî me û derî dixim. Hergê kesek dengê min bibihê û derî veke, ezê bikevime mala wî, û emê tevayî şîvê bixwin.
21 Yê ku serdikeve, ezê îzinê bidime wî, wekî ew tevî min ser textê min rûnê, çawa ku ez serketim û tevî Bavê xwe ser textê wî rûniştim.
22 Guhên kê hene, bira rind guh bidê ku ruhê pîroz civatara çi dibêje’”.

